RANYA / HEWLÊR / ANF - Hate ragihandin
ku dewleta Îranê li aliyekî li hemberî herêma Dolakokê êrîþên
xwe didomîne li aliyê din jî li hemberî herêma Þehît Harûn û
Dolakokê amadekariya operasyonê dike. Li gorî agahiyên ku hatine
bidestxistin Artêþa Îranê bi topan êrîþî herêma Dolakokê
dike.
COLEMÊRG - Derket holê ku der barê
Tabûra Oremarê ya li navçeya Gever a Colemêrgê ye de, ji sala
2001'an û vir ve doz hatiye vekirin. Gundiyên ku dibêjin leþkeran
eraziyên wan desteser kiriye, amadekarî dikin ku heke doza li
Dadge
ÞIRNEX - Endamên DTP'a Cizîrê, bi
munasebeta “Roja Dayikan”, dayika Yahya Menekþe yê di bin
panzerê de ma û jiyana xwe ji dest da Raziye Menekþe, ziyaret kir.
SÊWAZ - Li navçeya Koyulhîsara
Sêwazê wesayîteke leþkerî qelibî. Di encama qezayê de 3 keþker
birîndar bûn. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin qeza di
sêriya Koyulhîsarê de qewimiye û sedema qezayê nayê zanîn. Di
qezayê de yek jê berbaz 3 leþker birîndar bûn. Leþkerên
birîndar rakirin nexweþxaneyê.
COLEMÊRG - Li navçeya Çelê ya
Colemêrgê erdhejek ku þîdeta wê 4.1 e, çêbû. Li gorî
agahiyên ku ji Enstîtuya Lêkolînê ya Erdhejê ya Rasathaneya
Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçiyê hatin girtin, pêr di 02.19'an
de erdhejek çêbû. Hate ragihandin ku navenda erdhejê gundê Aþût
a Çelê ye. Erdhej li Colemêrgê û derdora wê jî hatiye hîskirin
û tiþt bi kesî nebûye.
RIHA - Girtiyên doza PKK'ê yên di
Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê de, ji bo balê bikiþînin ser rewþa
tenduristiya Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan, dest bi greva birçîbûnê
ya 3 rojan kirin. Girtiyên PKK'î ji bo balê bikiþînin ser
rewþa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi armanca
þermezarkirina cezayê hucreyê û operasyonên di demên dawî de
tên meþandin, dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva girtiyan
roja çarþemê bi dawî dibe.
AMED - Hate ragihandin ku li navçeya
Þemrexa Mêrdînê di navbera leþkerên tirk û gerîlayên HPG’ê
de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de çawiþeke pispor bi
giranî birîndar bûye. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin di
operasyona leþkerên tirk a li çoltera Þemrexê de çawiþê
pispor ê eslê xwe ji Tekîrdagê ye di serê xwe de birîndar bû.
Ji ber ku rewþa wî nebaþ bû ew rakirine Nexweþxaneya Leþkerî
ya Amedê.
RIHA - Li navçeya Pirsûs a Rihayê,
bi hinceta tevli merasîma cenazeyê Sedat Bînîcî yê HPG'î bûne,
bavê Bînîcî û dayika wî jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin.