Meþhûr sêkaxetçî Vehbi Koç weqfek vekiriye. Hûn zanin bê weqfa wî ji bo çi ye? Ji bo zarok çênebin û hîn di zikê diya xwe de bin wan bikujin. Pirseke me ya pêþiyan heye. Dibên Xwedê du tiþtan bi hev re nade însanan. Ku yekê didiyê, yekê jê distîne. Ez dinêrim ev pirs ji bo Vehbi Koç hatiye gotin. Xwedê mal daye, le dîn, îman û wijdan je standiye. Tirsa Vehbi Koç ji bo pirbûna zarokan e. Hey tu û zuriyeta xwe hemû bi qurbana serê zarokekî bûna. (Çima tu nabe ev bihayî ji wan tenekên ku ez ditewînim dikim teqsî, bûzdolabî, mekînên çekan û ên din ku kengî qîma min bixwaze ez zembîlek pere li heqê wan zêde dikim, tê. Bêînsaf! Lingekî te li der e û yek li gorê ye û elhemdulillah tu nexweþê þekir î tu nikarî xwarina me bixwî. Tu îsal sih sal kerþ merþê tewþ dixwî. Çi heqê te li van zarokên wek berxikan heye ku tu dibê hîn di zikên diya xwe de ne wan bikujin?
Binêr Vehbi Koç di temamê dînan de lanet li tebîetê te hatiye. Hezretî Îsa di Încila Lûka de ayeta 36'an de wiha dibêje: "Yekî dewlemend ku bi rûkî spî karibe here hizura Xwedê zortir e ku mirov devê di qula derziyê re derbas bike." Li vir Îsa heqê te da te, em bên ser Hezretî Muhemed. Di Qurana Þerîf de Xwedê dibê: "Zarokên xwe mekujin, ez ê rizqe wan bi wan dim." Di Tewrate de jî Xwedê ji Adem û Hawa re dibê: "Bi bereket bin, zarokan çêkin, rûwê dinyayê tijî bikin."
De îca yabo layê beqalekî Vehbi Koç Îsa, Muhemed, Mûsa û Xwedê li wî alî dihêle û ji xelkê re dibêje: "Gidî zarokan çê mekin."
Tirte virta Vehbi Koç ne vala ye. Sebebên wê hene.
Ew jî dijminekî kurdan e. Belkî hinek jî pif dikinê dibên kurd gelek zarokan (çêdikin û tirk çênakin, wê wextek bê kurd pir bibin û serdestiyê li tirkan bikin. Wê çaxê jî we ji Vehbi Koç re lawikê beriyê bêjin.
Weqfa Vehbi Koç bi milyaran hebên ku pîrek pê bi hemle nebin, belaþ þandin Kurdistane. Lê mezinên kurdan jî li kurdan tembîh kir got gidî van heban mexwin lawo, bi van heban hûn dê êgir berdin mala me û hune bizrê me biqelînin û ji alîkî de jî wê pîrekên me giþ bibin qanser. Ew hebên ku dan jî hormon bûn. Xwedê zanê hinekan ji kurdan re got lawo van heban bixin bin dar û berên xwe yên fêkî wê fêkiyê wan qenc çêbibe. Wiha kirin. Ji alîkî jî car din weqfa Koç Efendî bi milyonan qapût þandin Kurdistanê ku zilam têxin sitrên xwe, bizrê wan nekeve nava pîrekên wan. Ew jî car din hineka gihandin xortên kurdan. Got, lawo ev bakan in, bidin zarokên xwe, bila binepixînin û ji xwe re bi wan bilîzin. Ew jî wiha kirin, zarokan pifkirin wan û bi aliyê rûwê Vehbi Koç de avetin.
Ez niha dinêrim tu dibê qey derdekî Tirkiyê nemaye ji zarokên kurdan pê ve. Rihê wan dire. Heta wê rojê rojnameyekê nivîsîbû li ser zimanê Apo, dibê Apo gotiye: "Xortên kurdan ya derkevin çiyê û yan ji herin pîrekên xwe û zarokan çêkin." Ez nizanim. Apo wiha gotiye an negotiye, ma min çi ji Apo ye, Apo ne Ape min e, ku tu bajo belkî ez kalikê wî bim, lê ku gotibe xebera wî ye, okey.
This entry was posted on 19-01-2008 08:37. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 17 time. You can leave a comment.
Last update on 19-01-2008 12:36 Views: 439
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 439