Însanê ku eþqa welatê wî pê re tune be, ji heywanan jî
jêrtir e. Çima? Carna gundek ji gundekî din kerekî yan jî çêle-kekê, gakî
dikire, te dît ew heywan ku filitî, direve diçe gundê xwe.
Ê ma lawo, tirkino, ma em kurd wek ker û çêlekan jî nayên?
Yanî hûn li Nisêbîne, Cizîre, Kercewsê, Þirnexê û li Kurdistanê, tev de nevî û
zaroken me bikujin û em ê bêjin "vatan, vatan ve milletin bolunmez
butunlugu." Çawa hûn vê ji me dixwazin? Kurdê ku wek we bêje, ez jî tevlê,
nalet li bavê wî bê.
Faþîstno, wehþino, ma hûn zanin be hûn li çi digerin? Lê çi
fêde hin miletê me qenc þîyar nebûye. Li Hîndistane kalekî wan î wek min hebû,
nave wî Gandî bû. Ku îngilîz wek hikûmeta me ya niha li Hindiyan zulm dikir,
Gandî jî Hindiyan re digot: Lawo temamê Hindiyan, pîrek û zarok, kal û ciwan,
giþ xwe li devê riyan dirêj bikin. Hindiyan bi ya wî dikir, ez jhi ji temamê
kurdan re dibêjim, ku faþîst di welatê me de bi panzêrên Amerîka pîrek û
zarokên me biperçiqînin, em ê tev de herin devê serayan û bêjin, faþîstno, "Em
hemû PKK'cî ne, Bijî Kurdistan û hûn çi dikin ji me bikin."
Bajarên Kurdistanê em hemû rabin ser lingan, wê me têxin
kîjan hepsê? Talî wê îþ bê vir. Ma gelo tirk hîn jî yeqîn dikin ku em 20 mîlyon
Kurd êdî di welatê xwe de bênamûsiyê qebûl bikin.
Êdî kurd agirê Newrozê nema bi hejikan, lastîkan û mûman
pêdixin, bi canê xwe pêdixin. Ma hûn nabînin li Îzmîrê, li welatê Yewnanan,
keçika Kurdistanê û 15 salî ji gundê Nisêbinê, Bizgûrê Rahþan Demirelê ji ber
zilma hikûmeta faþîst xwe þewitand û hûn zanin tembiya wê çi ye. Di nav rivîne
de tiliyên xwe vekirine û deste xwe hildaye û gotiye: "Îcar bila agirê
Newrozê hew vemire."
Faþîst, hûn qenc fêm bikin, heke xwîna þehîdên me û ariya
þehîda me î muqedes li erdê bimîne lanet li me kurdan hemûyan bê.
Delalên min:
Min ji we hemûyan qebûl e. Ez nikarim yek yek bersiva we
bidim. Newroza we giþan pîroz be, bila agirê meþala Rahþan Demirel li pêþiya we
pêketî be.
This entry was posted on 26-01-2008 07:54. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 17 time. You can leave a comment.
Last update on 26-01-2008 07:54 Views: 307
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 307