• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Tîr Binivîse E-posta
 
Eþqa welêt

Însanê ku eþqa welatê wî pê re tune be, ji heywanan jî jêrtir e. Çima? Carna gundek ji gundekî din kerekî yan jî çêle-kekê, gakî dikire, te dît ew heywan ku filitî, direve diçe gundê xwe.

Ê ma lawo, tirkino, ma em kurd wek ker û çêlekan jî nayên? Yanî hûn li Nisêbîne, Cizîre, Kercewsê, Þirnexê û li Kurdistanê, tev de nevî û zaroken me bikujin û em ê bêjin "vatan, vatan ve milletin bolunmez butunlugu." Çawa hûn vê ji me dixwazin? Kurdê ku wek we bêje, ez jî tevlê, nalet li bavê wî bê.

Faþîstno, wehþino, ma hûn zanin be hûn li çi digerin? Lê çi fêde hin miletê me qenc þîyar nebûye. Li Hîndistane kalekî wan î wek min hebû, nave wî Gandî bû. Ku îngilîz wek hikûmeta me ya niha li Hindiyan zulm dikir, Gandî jî Hindiyan re digot: Lawo temamê Hindiyan, pîrek û zarok, kal û ciwan, giþ xwe li devê riyan dirêj bikin. Hindiyan bi ya wî dikir, ez jhi ji temamê kurdan re dibêjim, ku faþîst di welatê me de bi panzêrên Amerîka pîrek û zarokên me biperçiqînin, em ê tev de herin devê serayan û bêjin, faþîstno, "Em hemû PKK'cî ne, Bijî Kurdistan û hûn çi dikin ji me bikin."

Bajarên Kurdistanê em hemû rabin ser lingan, wê me têxin kîjan hepsê? Talî wê îþ bê vir. Ma gelo tirk hîn jî yeqîn dikin ku em 20 mîlyon Kurd êdî di welatê xwe de bênamûsiyê qebûl bikin.

Êdî kurd agirê Newrozê nema bi hejikan, lastîkan û mûman pêdixin, bi canê xwe pêdixin. Ma hûn nabînin li Îzmîrê, li welatê Yewnanan, keçika Kurdistanê û 15 salî ji gundê Nisêbinê, Bizgûrê Rahþan Demirelê ji ber zilma hikûmeta faþîst xwe þewitand û hûn zanin tembiya wê çi ye. Di nav rivîne de tiliyên xwe vekirine û deste xwe hildaye û gotiye: "Îcar bila agirê Newrozê hew vemire."

Faþîst, hûn qenc fêm bikin, heke xwîna þehîdên me û ariya þehîda me î muqedes li erdê bimîne lanet li me kurdan hemûyan bê.

Delalên min:

Min ji we hemûyan qebûl e. Ez nikarim yek yek bersiva we bidim. Newroza we giþan pîroz be, bila agirê meþala Rahþan Demirel li pêþiya we pêketî be.

28 Adar-3 Nîsan 1992
26-01-2008 07:54 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 26-01-2008 07:54. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 17 time. You can leave a comment. Last update on 26-01-2008 07:54
Views: 321    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;