• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Ahmet Dere arrow Þovalye
Þovalye Binivîse E-posta
 

Ev ji me kêm mabû. Bi henekî cube lêkirin, bû doxtor, me go de xem nake. Îca dibên bi çûna wî ya Amerîkayê wê wî bikin þovalye. Berê ji leþkerên xurt re digotin þovalye. Ev kar di nav gawiran de hebû. Me misilmanan ji ê wilo re digot fêris, egîd û pelewan...

Ez ditirsim doza Lordiyê jî bike.

Li Îngilistanê, li kaba kê benik girêbidin êdî ji wan re dibên Lord. Bi tirkî jê re dibên "dizbagý" bi kurdî girêdana kabokê. Qralîça Îngilîz, li kaba kê vê kabokê girêbide, ew zilam dibe çelebî, yanî Lord.

Em xelkê Tirkiyeyê, ji þovalyan "Don Kîþot" nas dikin, ew jî þovalyekî tew lo lo ye. Xulamekî wî hê jê qeþmertir heye, navê wê Sanço Pança ye.

Ez dinêrim, ku Ozal bibe þovalye, namzetê Sanço Pançatiyî jî Mesud Yilmaz e.

Ev demek e Mesud Yilmaz jî, wekî hevalbendê xwe Sanço Pança, zêde zirtan li xwe nade.

Turgut Beg, bi aqil e, lê carna dixerife, mesela, ku ez bûma, min ev nîþan qebûl nedikir. Niha, ku werin ji min re bejin, were em ê te bikin muxtarê gundekî, minê bigotana na, ji ber, ez nizanim û nikarim muxtariye bikim. Ê de yabo, Turgut Beg, tu li ku der û þovalyetî li ku der?

Sedemeke din jî heye ku gerek Turgut Ozal þovalyetiyê qebûl nekira. Mesele ev e, terîqeteke filehan a þovalyetiyê li Amerîka heye. Ev terîqet ji beriya niha bi 900 salî, ji ehlî selîb maye. Turgut Ozal Beg Neqþîbendî ye, yanî ji terîqeta ehlî sunnet e. Îca we çawa ehlî selîb û ehlî hîlal, nîþana bi hev bidin û hevdû xelat bikin?

Ê min aqlê min ji vî karî tu tiþtî nebirî. Xêr û guneh di stûyên Turgut Ozal û sofiyên filehan de be.

25 Nîsan - 1 Gulan 1992


26-04-2008 09:14 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 26-04-2008 09:14. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 10 time. You can leave a comment. Last update on 26-04-2008 09:14
Views: 195    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;