• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Seb û fesadî
Seb û fesadî Binivîse E-posta
 
Di 18.2.1992'yan de waliyê ku nû tayîn bûn li Çankayayê çûn ziyaretiya Turgut Ozal. Turgut Ozal, ev þîret li wan kir: "Dijmin seb û fesadiyê ji aliyê polîs û eskerên we de dibêjin: Yeqîn mekin, divê her kesî ji we li wilayeta xwe destê xwe bidin piþt polîs û eskerên xwe."

We zilamê mezin dît, bê çi þîretan li waliyê xwe dike. Yanî mana wê ew e ku hûn jî alîkariya polîs û eskerên xwe bikin, kî bêje nebêje bila îþkence, zilmê û xerabiyê dom bikin. Heta niha min digot çawa der heqê Ozal de ew qas tiþt têne gotin û çawa dihêle, çawa tehamul dike. Lê min nêrî ku hey lo mêrik li ku ye. Lo li kerxanê bezandin, kirin diz, kirin xesbçî ji aliyê pîreka wî û zarokên wî de tiþt nema ku nehat gotin. Bû xezûrê defçiyan lo hezar tiþt gotin ne xema wî ye. Ez dinêrim, vê þîretê li polîsan jî dike. Belê di heqê wî de car din di vê tarîxê de tiþtekî gelekî xweþ hat gotin. Karkerek li Aydinê temamê laþê xwe dike weqif. Niha adet derketiye ku yek laþê xwe bike weqif wê dilê wî, gurçiken wî, çavên wî bi hinek saxan ve bikin. Lê mêrik þertek kiriye weqfa xwe. Dibê ku ez mirim hûn perçên min bi kê ve dikin bi wan ve bikin, lê bi Ozal û malbata wî ve nekin.

Nizanim îþçiye me yê delal ev mesela di tarîxa Îslamê de bihîstiye yan na. Mesele wiha ye. Dibên rojekê li Bexdayê berxekî çavreþî sê mehî spehî anîn ku ji îmamê Ezam re ser jê bikin. Yekî ji îmam wiha pirsî:

- Muhterem, ev heywana xweþik ku hê tu tam ji dinyayê nekiriye ma serjêkirina wê ne guneh e?

Bersiva Îmam Ezam hezretlerî li mêrik wiha bûye:

- Na kurê min, tewer em qenciyê bi vî heywanî dikin. Di Quranê de heywanek tenê wê here bihuþtê, ew jî kûçike Eshabilkêf Qetmîr e. Niha ez ê vî berxikî bixwim, wê tevli xwîn û laþê min bibe, bi qeweta Xwedê ew jî bi min re wê têkeve cenetê.

Îcar ka em bên ser karkerê xwe û malbata Ozalan. Ez dibêm hema tirsa karker ku navê perçên wî bi Ozalan re bin, ji ber vê fikrê ye: Karker dibê çawa be ew ê herin cehnemê ma çi ji min re lazim e, perçekên min ên feqîr jî bi wan re biþewitin. Min gelekî divabû ez vî karkerê camêr bibînim, min divê ku em hemî xwe ji wan li vê dinyê û wê dinyê jî bi dûr xin.

2-8 gulan 1992


10-05-2008 08:42 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 10-05-2008 08:42. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 4 time. You can leave a comment. Last update on 10-05-2008 08:42
Views: 103    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;