Helbet Manukyan Xatûn ji gelek
tacirên tirkan bi þereftir e, ma em ji wan dizên welêt
re nabên beyefendî? Li welatên medenî kî
baca xwe bi rastî û temam bide dewletê, ew bi namûs
tê hesibandin. Yanî guh nadin tolazî-molaziyê.
Wekî din jî, Manukyan Xanim, xizmetekê amade dike.
Digotin berê, xelîfe û padîþahan xerac ji
kerxanan dixwarin. Alimên Îslamê fetwa dabûn
ku ev pere helal e, digotin: "Qehbik xwe difiroþin û
tiþten ku dikeve destê wan keda wan a helal e."
Ji Manukyan Xanim pirsîne: "Ev
îsal sê sal in ku li Tirkiyê kes bi qasî te
bacê nade dewletê, ev çi mesele ye?" Manukyan
Xanim wiha bersiva wan dide: "Ez însaneke bi namûs
im, ez sedî kar dikim, þêstî didim dewleta xwe."
Yanî, Manukyan Xanim dibê,
ez bi namûs im, baca xwe bi helalî didim. Lê tacir
û hunermendên Tirkiyê bênamus in, baca xwe
nadin.
Bi xêra bacê, binamûs
û bênamûs derketin meydanê. Hinek ji wan,
deynê wan, 50 milyar, 100 milyar derket. Talî wan hevdû
efû kir.
Ma em ê ji wan tacirên ku
baca xwe nadin re bejin çi? Ne hewce ye em tiþtekî
bêjin, ji xwe wa ye Manukyan Xanim tif dike rûye wan.
Gelo ji vê meselê re Vehbi Koç, Sakip Sabanci û
Haci Halil Demirel dibêjin çi? Xwedê neke, ku ez
bedêla wan bûma, bi kêmanê min ê serê
xwe di hizûra Manukyan Xanim de serberjêr bikira.
This entry was posted on 12-04-2008 08:30. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment.
Last update on 12-04-2008 08:30 Views: 258
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 258