Di gelek çîrokên
kurdan de tim, li cem þêrekî yan jî gurekî
rûviyek jî heye. Þêr mîr e û rûvî
jî qeþmer e. Ku þêr seydayekê (nêçîrekê)
digire parçeyên xweþ dixwe û ûr û
pizûran jî dide rûvî.
Yekê Nîsanê di
1992’yan de ‘Genel Kurmay Baþkani’ Dogan Gureþ û Ugur
Mumcu ev anî bîra min. Ez texmîn dikim ê ku
Ugur Mumcu ev qasî ji dil dikenand zirtên ‘Kurmay
Baþkani’ bûn. Bê çawa Þirnex û Cizîrê
xera kiriye û li pêþ jî wê hin bajarên
Kurdistanê ên din jî xera bike.
Di dewleta Tirkan de zirt gelek caran
çek e. Berî niha bi 50-60 salî îtalyaniyan
digotin “Antalya ya me ye”. Êdî me jî miqabil
wê zirtek wiha derxistibû, digotin: Kemal Paþa gotiye,
binêr ez ê cizmê di lingê xwe kim haa. Ev
dihat du manan, Yek jê, yanî wê Kemal Paþa car din
biba esker û cizmê di lingê xwe kira û biçûna
ser ordiye û bi ordiya bê çek û sîleh
wê Îtalya biþewitanda û a diduwan, di xerîtê
de welatê Îtalyayê wek cizmekê ye. Yanî
Kemal Pasa ji Îtalya re gotiye binêr ez e welatê we
zeft bikim ha. Halbûkî herdu jî zirtên vala
bûn, lê me bêhna xwe pê derdixist.
Ka em bên ser Gureþ Paþê
me. Zirta Gureþ Paþa ne li Îtalyayê ye, li Kurdistanê
ye. Li Þirnexê ye, li Cizîrê ye, li Nisêbînê
ye, li Silopiyê ye, li temamê bajarên Kurdistanê
ye. Paþe ne wek Kemal Pasa ye ku dibê ez ê cizma xwe li
lingê xwe kim, lê dibê ez ê þefqa xwe bidim
serê xwe. Gotina wî eynen wiha ye: “Heger tevgera
Kurdan bibe serhildan ez ê þefqa xwe yê “Giivenlik
Kurulu” bi serê xwe kim û seferberiyê teklîfî
hikûmetê bikim.” Paþe zane ku teklîfa wî
ji vê hikûmeta pepûk re emr e û wû her
were cih. A ku rûvî Ugur Mumcu ji kena dikuþt ev pirs e.
Erê wê kî qerara serhildanê bide, yanî
wek vê qalê wê ji cejna Kurdan Newrozê re jî
wê baþçawiþek bêje serhildan.
Ez tim hikûmeta Tirkiyê
diþibînim pepûkê. Hûn zanin çîroka
pepûkê, ne hewce ye ez hemî binivîsînim,
lê dibên teyr û tilûr hemû li pepûkê
dixin, ew jî tê hêlina xwe li çêlikên
xwe dixe. Hawirdora tirkan tiþtek namîne ku ji tirkan re
nabêjin. Lê eyarê wan fireh e, deng nabin xwe. Li
cem me Silo hebû, xortan digo “Silo, em di xweha te...” ewî
digot “estexfirla”, ne digo ez jî. Sûriye, Iraq,
Yewnan û Bulxar zirta li Tirkan dikin, Tirk dibên xem
nake, bila qe, xeberdanek wan zêde dibe. Dema rojnamevanan ji
Suleyman Demirel wiha pirsî: Muhterem serokwezir, ermenî
tirkên Azerbaycanê dikujin ma hûn deng nakin?
Suleyman Demirel dibê, na gidî temamê dinyaye li
piþta ermeniyan e. Demek ev zilma ku tirk li turdan dikin, zanin ku
kes li piþta kurdan tune ye. Eynî wek pepûkê û
çêlîken wê. Dinya giþ li nav çavên
tirkan dixe ew jî tên Þirnex û Cizîrê
bombe dikin.
De tirkno Xwedê kerîm e,
kes li piþta kurdan tune, wê rojek bê em ê besî
xwe bin.
This entry was posted on 09-02-2008 08:12. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 17 time. You can leave a comment.
Last update on 09-02-2008 08:12 Views: 314
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 314