• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Ahmet Dere arrow Ez çawa bûm nivîskar?
Ez çawa bûm nivîskar? Binivîse E-posta
 
Ez ji xwe re dibêm nivîskar. Çi nivîskar çi hal! Pirsek Gandî heye. Di sala 1947'an de kû Hindî ji bin desten Ingilîzan xelas bûn Gandî ji xorten Hindiyan re wiha dibêje: ‘Lawo hûn ji me bi siûdtir in. Hûne ji îro pê ve di nav hewayek bi namûs de mezin bibin. Lê ê me, em di nav hewayek bêna-mûs de mezin bûn.’

A min jî wilo ye, ez yeqîn dikim ku ez di nav hewayek bi namûs de mezin bûbama belki bi rasti ez bûbama nivîskarek. Belkî yekî mezin jî. Heke niha tiþtik miþtiknan ez dinivîsim wek male qaçaxçiyan bi tirs min pê de kiriye û bi tirs ez difroþim. Ji bo vekirin û firotinê çiqas malê min hatiye girtin û çiqasî ez ketimê hepsan û çiqas zemanê min bertelef çûye? Gelek caran heval ji min re dibêjin. Tu çawa wilo kin nêta xwe pêk tînî? De ka ez ji we re bêjim: ‘Min li ‘Adana Erkek Lîsesî’ xwend. Mamostê me yê edebiyatê Arif Nihad Asya bû. Di wextê me de xelkperest bû, heta xelkê hemû bi çavên komunîstan lê dinerî. Belê rehmetî vê taliyê Turkeþçî derket. Þaîr bû, du kitêbên wî hebûn. Nave yekê "Ayetler" bû û navê ya din jî "Hadisler" bû. Fikra xwe li çora çotina wî yanî wek ayetên Quranê û hedîsên pêxember kin û bi mane dinivîsî. Di dersên xwe de mesele didan me û diçû bi pazde pirsan û bi bîst û penc pirsan û bi pencî pirsan hûnê bexçe îfade bikin. Wextê ku me dinivîsî, wek telgrafan me pirsê xwe dihejmartin. Van sed salan rehmetî wilo bi me daket. Ez texmîn dikim ev kurt nivîsandina min piçkekî ji wî tê. Wekî din jî ez difikirim ku nivîsandin qabîliyetek xwezayî ye. Mesela 40-50 hevalên min en wî sinifî hebûn, yek ji wan nebû nivîskar. Belê ku cewher di însan de hebe, hedîse dibe sebeba derketina wî cewherî. Wek tahtik mermer tû percekî jêkî dibe tesekî mermer, lê ku tu herî sitahtek albeþk jêkî çiqasî tu þep bikî, nabe tesekî mermer. Çima dengê hin însanan xweþ e, çima hin însan þaîr in, çima hin însan sazbend in? Kes nizane çima. Erê xebat jê re divê, le belê ew cewher pê ve heye. Ez yeqîn dikim niha hûn min bikujin ez nikarim li zirne xim. Ya din jî di þiklê nivîsan de ji van nivîsandinên min re diben mîzahen siyasî. Yanî mirov zilma ku li mirov dibe, bi henekî dibeje. Ne ji xêra xwe re lê ji tirsa mirov bi henekî dibeje. Berî niha bi çend salan hin jî zilm pirr bû, rebenen nivîskar nikaribûn bi henekî jî zilma zaliman biçota. Edî heywan diþtexilandin. Wek Kelîlê û Dimne, wek La Fontaine û wekî din jî di nav xelkê de çîrokên çûran, þêran, rûviyan û kerûkîroþkan û en din. Xeyala xwe bidnê di çîrokan de wexta ku nivîskar qala zilma þêr dike bi pesin dibeje, eman mîre min, tu çiqas sipehî dikujî, bi lepekî tû wan diperçiqînî.

Rûvî tim wek siyasetçiyên me yen niha ne. Bê ê me çawa îro dikevin bin duve paþan xwe xelas dikin, rûvî jî tim di bin dûve þêr de ye, xulame wî ye ê ku di bin lingan de dire di çîrokan de tim kîroþk e, berx û beran e, carna jî ker e. Tu li tarîxê binere, dinya pir nehatiye guhertin. Îsal 700-800 sal hin bi zore rûvî bûye Coskun Kirca.

Bi vî hawî ku min çavên xwe di zilme û di bin cizma zordaran de vekiriye ez yeqîn dikim ev tesîr jî di nivisandinen min de ne.

Ez dinerim bi hezaran min nivîsiye, lê kêfek maçîkînek heta wincekîk di yekî de tûne ye, hemû bi derd û eþ in. Lê carna ji tirsa re ez bi henekî dibejim. Kanî pirek Tirkan heye, dibê: "Çüleriz aðalanacak halimize." Yanî hale me ê girî ye em pê dikenin. Pirsek Ereban jî heye, merik bi zore kirine koçek ji þêx re dilîze, di strane xwe de dibê: Li min nenêrin, nebêjin bê ez ji kêfan re direqisim, tu serê kevokekê jekî û bavêjî erdê ew kevok jî dike pirpirt, mirov dibeje qey ji kefan re dilîze.

Mîsalek din jî heye, erê serm e lê kalikekî me heye berî niha bi 1600 salî wiha gotiye Marmeta: "Tiste ku li dinyaye dibin û hene ku mirov binivîsîne ne þerm û ne gune ye."

Dibê Sultan Ezîz hez ji lawikan dikir. Li Stenbole bi spehîbûna xwe deng bi lawikekî cihû ketibû. Sultan Ezîz dibê illeh hûnê wî lawikî ji min re bînin. Lêwik jê re tînin, emrê

Sultan. Sultan Ezîz pêlewan bû. 130 kilo bû û lawik jî wek çêlikê xezalan e. Tembîhê li lêwik dikin, kuro binêr ku Sul¬tan nêzîkî te bû tu neke car bar, talî wê serê te û yê bave te jêke. Lêwik dikin nav lepê Sultan. Xelifê Pêxember diçe cem lêwik, ruhe lêwik dire û nikare bike qêrîn jî lê cihû di hemû alî de bi aqil in. Heta ku jê tê dibê 'padiþahim çok yaþa' yani bijî padiþah. Ya me ji wek vêna ye. Gelek caran em êþa xwe jî incex bi pesnê wan karin îfade bikin.

Ez yeqîn dikim heke hûn ji min re dibêjin nivîskar bi vî hawî ez bûme.

Hûn ji min re sax, hûn ji min re sax.

(25 Nîsan-1 Gulan 1992)


04-04-2008 20:22 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 04-04-2008 20:22. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 7 time. You can leave a comment. Last update on 04-04-2008 20:22
Views: 236    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;