• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Musa Anter arrow Edî kes nikare goþtê me bi hev bide xwarin
Edî kes nikare goþtê me bi hev bide xwarin Binivîse E-posta
 

Îxanetê ji devê Apê Mûsa bixwînin

Bi sedsalan, felekê (karekî) dijminên Kurdan hebû, em berdidan hev. Hewqasî em parçe kiribûn ku, her eþîreke Kurdan jî kiribûn dido, sisê. Mesela di Kurdistanê de piþtî eþîra Barzaniyan, eþîra Omeryan tê. 90 gund in, ji Luksemburgê mezintir in. Lê hikûmeta Osmaniyan û dû re TC ev eþîr perçe perçe kiribû û kiribû dijminên hev.

Mehmûtkî û Etmankî tevli axayên xwe giþ lawê apên hev bûn, lê tev dijminên hev bûn. Wek Mala Osman, Mala Silêman, Mala Smaîl û Mala Tahir.

Ez dinêrim ev nesaxiya hikûmeta me ya niha, ji vir tê. Kurd þiyar bûne, nema didin dû melan, nema didin dû eþîran jî. Bûne yek, bûne millet. Dijminatiya nava wan bûye biratî.

Berê ku min li rewþa milletê Kurd dinêrî tim ev çîroka dîrokî dihate bîra min.

Çîrok wiha ye:

Dibê li welatekî miþkên cerboh miselet bûbûn. Zad û dexl bi wan ve nehiþtibûn. Hakim aciz mabû. Sofiyek tê ji hakim re dibêje ez karim van miþkan biqelînim. Hakim dibê, de her kuro, tê çawa biqelînî? Sofî dibê yabo min tu pere ji te navê, tiþtê heye qefesek hesinî mezin ji min re çêke û bila gundî, miþkan bi saxî bigrin bînin bifiroþin te. Emê wan bi saxî têxin qefesê. Qefesek hûrçavik çêdibe, sofî hezar miþkî dixe hundirê wê û derî li wan digre. Rojekê diduyan, sisiyan miþk birçî dibin, dest bi xwarina hev dikin. Pêþî yên biçûk, yên pîr û nexweþ tên xwarin. Hin bi hin miþk kêm dibin. Carna sofî piçek xwarin davêje nav wan, miþk li hewa hiltînin. Lê wextek tê ku miþk nema xwarina ji derve tê dixwin, lê ku sofî miþkekî ji derve dikuje û davêje nav wan bi carekê xwe davêjinê û dixwin. Sofî dinêre ku miþk elimîn xwarina goþtên hev, devê qefesê vedike, ji hezar miþkî 40-50 mane, le ketine tebîtê pisîkan, bi carekê dikevin nav bajêr. Miþkên mayîn ji wan narevin, dibên qey miþk in, lê ew bi tebîet bûne pisîk û bi vî hawî dikevin nav miþkên bajêr bi carekê diqelînin.

Çiqas ez xeyala xwe didim dîroka Kurdan, ji dema xelîfên Emewiyan, Ebasiyan, Selçûkî çl Osmaniyan tim ev dek li Kurdan kirine. Em elimandibûn xwarina hev. Weke min li jor jî got acizbûna Tirk, Ereb û Eceman ev e, ku em nema hevdû dixwin.

18-24 Nîsan 1992

08-03-2008 09:54 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 08-03-2008 09:54. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 19 time. You can leave a comment. Last update on 09-03-2008 17:31
Views: 389    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;