• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Dibe dibe
Dibe dibe Binivîse E-posta
 
Miletên ku ne cihgirtî bin û koçer bin îþên wan ên ecêb hene. Mesela îro, di ala serokcumhûrê me de 16 stêrk hene. Rojekê min pirsî, min go ev çi stêrk in? Gotin heyran her stêrkek di tarixê de berbengî dewleteke tirkan e.

Min got, ma kîjan dewlet in. (Ê ku ez û ew bi hev re dipeyivîn profesor Ahmet Ateþ bû, Turancî bû û li gorî niha ger ne heqaret be Turkeþçî bû) Got Musa, dewlet û împaratoriyên me tirkan koçebe ne yanî koçer in. Min got, ê lawo, ku em kurd jî koçerên xwe bihesibînin û carekê alekê me çêbibe, em dikarin 50 stêrk pê ve deynin wekî; Rojkan û koçerên Rojkan, yên Alikan, yên Pencenariyan, yên Milan, yên Heyderan, yên Hesenan, yên Celaliyan û bi sedan yên din. Van eþîrên me jî tu dewlet nas nedikirin û di bin siya serokatiya xwe de bûn. Ê ma hûn çima nîvstêrkeke din jî bi beyreqa xwe ve nakin, ew nîvstêrk jî bila ji bo Qibrisê be.

Ez dinêrim, ev dîrokên bêaqilî ku ketin tarîxa milletan, ew millet li dinyayê lêvok dibe. Çima îro tirk bi xwe hisiyane dibên ji tirkan pê ve dostên tirkan kes tune ye. Hûn çima qebehetê li milletan tînin. Ê lawo niha li dinyayê 170 millet hene, ma kî ji wan milletan re hemû gotiye bibin neyarên tirkan, ne gerek e mirov ji xwe re bifikire kuro?

Xwedê qebûl neke, demekê ez jî zabitekî qehraman bûm. Me dersa dûrbîne dida eskeran, em topçî bûn, di tesbîta armancê de mekîne hene. Navê wê telometre ye. Mirov li çi armancê binêre û mekîne ji mirov re dibê ev qasî dûrî te ye. Ku mekîne tune be, mirov tiliya xwe ya girde dide ber çavên xwe, li armancê dinêre û li gora wê hesab dike. Car din ku mirov nizanibe, mirov neqeba xwe û armanca xwe dûr û nezikiya wê hîn dike. Lê îca ku mirov ji tiliyê ji fêm neke û telometre jî tune be? Tirkan tiþtekî ecaîb derxistiye, bi tirkî jê re dibên "Olsa olsa usulu", yanî gerek e ev qas be, lê tim ev texmîna mirov vajî derdikeve. Ez niha dinêrim ev olsa olsa usulî ketiye heyata dewleta tirkan ya hiqîq û îdarê jî. Tim dibên olsa olsa. Yek ji van olsa olsayan, li welatê kurdan ev jehra korucu û olaganusuhal e. Kuro lawo, îsal ev qas we got olsa olsa lê tim tivingên we qerewane diçin, yanî li hedef û armancê nakevin. Vê mesela qerewanê ez kin ji we re bêjim. Berê li eskeriyê ê ku li nîþanê nedixist ceza dikirin û diþandin qerewanê, xwarin dianin û paþê jî qerewane bi wan diþûþtin.

Yên ku Tirkiyeyê îdare dikin ji 6-7 paþayên qerewanetiyê ne. Niha dibên em ê 4 mehên din jî li Kurdistanê qerewançîtiye dom bikin. Ê lawo îsal çend sal in we ev îþ dirêj kirin, hûn bûn qatilên bi hezaran kurd û tirkan, heta ji we çend paþayên bi vî aqilî hatin kuþtin, me çi fêm kir? Paþeno hiþê xwe bidin serê xwe û yeqîn bikin êdî ew 'Yeniçerî axalerî' bi destê we nakevin. Binêrin niha, yek ji we ji Bedlîsê ye û herî mezinê we ye, mêrik dibê ez ji Kurdistanê me. Lawo paþano hîþêe xwe bidin serê xwe, nekevin ber gunehên kurd û tirkan.

2-8 Gulan 1992


19-04-2008 08:29 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 19-04-2008 08:29. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 10 time. You can leave a comment. Last update on 19-04-2008 08:29
Views: 184    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;