Miletên ku ne cihgirtî bin
û koçer bin îþên wan ên ecêb
hene. Mesela îro, di ala serokcumhûrê me de 16
stêrk hene. Rojekê min pirsî, min go ev çi
stêrk in? Gotin heyran her stêrkek di tarixê de
berbengî dewleteke tirkan e.
Min got, ma kîjan dewlet in.
(Ê ku ez û ew bi hev re dipeyivîn profesor Ahmet
Ateþ bû, Turancî bû û li gorî niha ger
ne heqaret be Turkeþçî bû) Got Musa, dewlet û
împaratoriyên me tirkan koçebe ne yanî koçer
in. Min got, ê lawo, ku em kurd jî koçerên
xwe bihesibînin û carekê alekê me çêbibe,
em dikarin 50 stêrk pê ve deynin wekî; Rojkan û
koçerên Rojkan, yên Alikan, yên
Pencenariyan, yên Milan, yên Heyderan, yên Hesenan,
yên Celaliyan û bi sedan yên din. Van eþîrên
me jî tu dewlet nas nedikirin û di bin siya serokatiya
xwe de bûn. Ê ma hûn çima nîvstêrkeke
din jî bi beyreqa xwe ve nakin, ew nîvstêrk jî
bila ji bo Qibrisê be.
Ez dinêrim, ev dîrokên
bêaqilî ku ketin tarîxa milletan, ew millet li
dinyayê lêvok dibe. Çima îro tirk bi xwe
hisiyane dibên ji tirkan pê ve dostên tirkan kes
tune ye. Hûn çima qebehetê li milletan tînin.
Ê lawo niha li dinyayê 170 millet hene, ma kî ji
wan milletan re hemû gotiye bibin neyarên tirkan, ne
gerek e mirov ji xwe re bifikire kuro?
Xwedê qebûl neke, demekê
ez jî zabitekî qehraman bûm. Me dersa dûrbîne
dida eskeran, em topçî bûn, di tesbîta
armancê de mekîne hene. Navê wê telometre ye.
Mirov li çi armancê binêre û mekîne ji
mirov re dibê ev qasî dûrî te ye. Ku mekîne
tune be, mirov tiliya xwe ya girde dide ber çavên xwe,
li armancê dinêre û li gora wê hesab dike.
Car din ku mirov nizanibe, mirov neqeba xwe û armanca xwe dûr
û nezikiya wê hîn dike. Lê îca ku mirov
ji tiliyê ji fêm neke û telometre jî tune be?
Tirkan tiþtekî ecaîb derxistiye, bi tirkî jê
re dibên "Olsa olsa usulu", yanî gerek e ev qas
be, lê tim ev texmîna mirov vajî derdikeve. Ez niha
dinêrim ev olsa olsa usulî ketiye heyata dewleta tirkan
ya hiqîq û îdarê jî. Tim dibên
olsa olsa. Yek ji van olsa olsayan, li welatê kurdan ev jehra
korucu û olaganusuhal e. Kuro lawo, îsal ev qas we got
olsa olsa lê tim tivingên we qerewane diçin, yanî
li hedef û armancê nakevin. Vê mesela qerewanê
ez kin ji we re bêjim. Berê li eskeriyê ê ku
li nîþanê nedixist ceza dikirin û diþandin
qerewanê, xwarin dianin û paþê jî qerewane
bi wan diþûþtin.
Yên ku Tirkiyeyê îdare
dikin ji 6-7 paþayên qerewanetiyê ne. Niha dibên
em ê 4 mehên din jî li Kurdistanê
qerewançîtiye dom bikin. Ê lawo îsal çend
sal in we ev îþ dirêj kirin, hûn bûn qatilên
bi hezaran kurd û tirkan, heta ji we çend paþayên
bi vî aqilî hatin kuþtin, me çi fêm kir?
Paþeno hiþê xwe bidin serê xwe û yeqîn
bikin êdî ew 'Yeniçerî axalerî' bi
destê we nakevin. Binêrin niha, yek ji we ji Bedlîsê
ye û herî mezinê we ye, mêrik dibê ez
ji Kurdistanê me. Lawo paþano hîþêe xwe bidin
serê xwe, nekevin ber gunehên kurd û tirkan.
This entry was posted on 19-04-2008 08:29. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 10 time. You can leave a comment.
Last update on 19-04-2008 08:29 Views: 186
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 186