• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Ahmet Dere arrow Baraja Atatürk
Baraja Atatürk Binivîse E-posta
 
Di 28.2.1992 de, di radyoyê de mizgîniyek wek jehrê dan me. Mizgînî wiha bû: Wê di vê meha Adara pêþiya me de ji Baraja Atatürkê elektrîkê bidin. Bila bidin birê min. Ma a me çi ye? Heta niha me çi xêr ji malê Atatürk dît ku em ji elektrêka baraja wî bibînin. Bila kêfa Wehbi Koç, Sabanciyan û ên din bê. Meseleyek li hêla me heye. Dibên xulamekî Birahêmê Axê heye. Navê wî Reþo ye. Lawik jê re çedibe, mizgîniyê didinê, Reþo dibê: "Ma yabo min çi jê ye, mizgîniyê bidin mala Axê, xulamek ji wan re çêbûye."

Wekî din jî meseleyeke din heye, ew jî diþibe halê me Kurdên li Tirkiyeyê. Loqenteyên luks ên mezin hene. Xwarin û miþteriyên wan ecêb in, xwarin xweþ û biha ne, miþterî jî hemî diz û sêkaxetçî ne, ne xema wan pere ye, bi jehr be ji kîsê xelkê dixwin û vedixwin. Wekê din jî bi sedan xort, xulamtiya wan dikin. Ew xortên delal, wê xwarina xweþ bi xarsontî û xizmeta xwe hemî didin wan qewadan, lê loqente jî ji wan re ya girarek birxul, meqerna û yan jî fasuliyek çêkiriye.

Em Kurd li Tirkiyeyê wek van xarsonan in. Wek Reþo ne. Me dev ji berê berda. Di emrê min de îsal heftê sal em bi lêxistinê û bêereziyê dixebitin ji xelkê re, lê talî em birçî dimînin. Þaîrê me yê mezin Cegerxwîn berî niha bi 50 salî binêrin bê gotiye çi: "Welatê me tev de zîv û zêr e, lê ez çi bikim maye ji xelkê re." Xebera þevê din ya radyoyê ev þîreta Cegerxwîn anî bîra min, min jî divê ez bînim bîra we.

Li neqeba Qiziltepê û Nisêbînê li rasta Amûdê girek heye berê nave wî Girê Amûdê bû. Niha îca ew jî kirin tapoya Ataturk jê re dibên Kemaliye. Kemaliye di sînorê Sûriyê de ye û ji nehya Amûdê jî bi çavan dixuye. Li pala gir sûretê Kemal Paþa bi kevirê kilskirî çêkirine û li aliyê wî yê çepê bi Tirkî "Ne Mutlu Türküm Diyene" yanî “Xwezî bi wî ku dibê ez Tirk im” û li aliyê din jî "Türkiye Türklerindir" yani “Tirkiye ya Tirkan e” nivîsandine. Otobus di wir re dibuhure, yekî Stilîlî li gir dinêre dibê “ev dibe çi?” Jê re wek me tercumê dikin, ê Stilîlî: “Eh yabo em ne Tirk in, ne xwezî bi me û em ne Tirk in, Tirkiye ne ya me ye. Li Stilîlê jê re dibên Tirkiyê. Naxwe em di ser xirrê wan re hatin.

Ez nizanim ez ê ji Reþo û Þêxê ku tê Stilîlê re bêjim çi? Ez dinêrim, ez jî wek wan im. Ma gelo Kurdên ku bi aqil be û heta bi namûs be, we ne wek me be?

4-10 Nîsan 1992


02-02-2008 08:33 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 02-02-2008 08:33. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 16 time. You can leave a comment. Last update on 02-02-2008 08:33
Views: 274    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;