Di 28.2.1992 de, di radyoyê de
mizgîniyek wek jehrê dan me. Mizgînî wiha bû:
Wê di vê meha Adara pêþiya me de ji Baraja
Atatürkê elektrîkê bidin. Bila bidin birê
min. Ma a me çi ye? Heta niha me çi xêr ji malê
Atatürk dît ku em ji elektrêka baraja wî
bibînin. Bila kêfa Wehbi Koç, Sabanciyan û
ên din bê. Meseleyek li hêla me heye. Dibên
xulamekî Birahêmê Axê heye. Navê wî
Reþo ye. Lawik jê re çedibe, mizgîniyê
didinê, Reþo dibê: "Ma yabo min çi jê
ye, mizgîniyê bidin mala Axê, xulamek ji wan re
çêbûye."
Wekî din jî meseleyeke din
heye, ew jî diþibe halê me Kurdên li Tirkiyeyê.
Loqenteyên luks ên mezin hene. Xwarin û miþteriyên
wan ecêb in, xwarin xweþ û biha ne, miþterî jî
hemî diz û sêkaxetçî ne, ne xema wan
pere ye, bi jehr be ji kîsê xelkê dixwin û
vedixwin. Wekê din jî bi sedan xort, xulamtiya wan dikin.
Ew xortên delal, wê xwarina xweþ bi xarsontî û
xizmeta xwe hemî didin wan qewadan, lê loqente jî
ji wan re ya girarek birxul, meqerna û yan jî fasuliyek
çêkiriye.
Em Kurd li Tirkiyeyê wek van
xarsonan in. Wek Reþo ne. Me dev ji berê berda. Di emrê
min de îsal heftê sal em bi lêxistinê û
bêereziyê dixebitin ji xelkê re, lê talî
em birçî dimînin. Þaîrê me yê
mezin Cegerxwîn berî niha bi 50 salî binêrin
bê gotiye çi: "Welatê me tev de zîv û
zêr e, lê ez çi bikim maye ji xelkê re."
Xebera þevê din ya radyoyê ev þîreta Cegerxwîn
anî bîra min, min jî divê ez bînim bîra
we.
Li neqeba Qiziltepê û
Nisêbînê li rasta Amûdê girek heye berê
nave wî Girê Amûdê bû. Niha îca
ew jî kirin tapoya Ataturk jê re dibên Kemaliye.
Kemaliye di sînorê Sûriyê de ye û ji
nehya Amûdê jî bi çavan dixuye. Li pala gir
sûretê Kemal Paþa bi kevirê kilskirî
çêkirine û li aliyê wî yê çepê
bi Tirkî "Ne Mutlu Türküm Diyene" yanî
“Xwezî bi wî ku dibê ez Tirk im” û li
aliyê din jî "Türkiye Türklerindir"
yani “Tirkiye ya Tirkan e” nivîsandine. Otobus di wir re
dibuhure, yekî Stilîlî li gir dinêre dibê
“ev dibe çi?” Jê re wek me tercumê dikin, ê
Stilîlî: “Eh yabo em ne Tirk in, ne xwezî bi me û
em ne Tirk in, Tirkiye ne ya me ye. Li Stilîlê jê
re dibên Tirkiyê. Naxwe em di ser xirrê wan re
hatin.
Ez nizanim ez ê ji Reþo û
Þêxê ku tê Stilîlê re bêjim çi?
Ez dinêrim, ez jî wek wan im. Ma gelo Kurdên ku bi
aqil be û heta bi namûs be, we ne wek me be?
This entry was posted on 02-02-2008 08:33. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 17 time. You can leave a comment.
Last update on 02-02-2008 08:33 Views: 285
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 285