• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Tew tew ez tirk im
Tew tew ez tirk im Binivîse E-posta
 

Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan jî ji þervanên kurdan re dibêje ‘were hembêza dayika xwe.’ Mirov dibêje qey kurd ji dayika xwe xeyîdî ne derketine serê çiyayan. Ez bawerim Erdogan di bin bandora fîlmên tirkan de maye. Di fîlman de her dem kurdê nezan û sêwî, karakterê ’Bîlo yê sêwî’. Lê Erdogan bi nêrîn û þêwaza xwe ya wekî bedewiyên çolterên Erebistanê nikare bibîne mijarê ji mêj ve hembêza dayikan derbas kiriye.

Li þûna lêborînê bixwaze wan agir berdaye hembêza dayikên kurdan. Divê baþ bê zanîn dayikên kurd ji mêj ve asta ’kurê sermiyana mala min’ derbas kiriye, wekî dayika hevalekî wan zarokên xwe kirine sermiyana welatekî. Dema li Þemzînanê lîsteya xayîn û welatparêzan li ser çawîþê pispor derdikeve navê hevalekî û birayê wî jî di lîstê de bûye. Heval telefonî dayika xwe dike û dibêje navê min û birayê min jî di lîstê de ye. Wê demê dayik dibêje hêvî dikim navê we di lîsteyên welatparêzên kurd de be (ango li gorî tirkan xayîn). Ev helwesta vê dayikê li gorî min ast û nêzîkatiya gelê kurd a li têkoþîna xwe xwedî derketinê dide xuyakirin û bersiveke baþ dide Erdogan.

Li hemberî prensîbên Îslamiyeta ku ji xwe re kirine mertal û sûc dikin, di van rojên pîroz ên cejna Qurbanê de bi ser kurdan re bombeyan dibarînin. Mirov naxwaze bi tu awayî þer hebe û þer dijwariya hemberî nirxên mirovahatiyê ye lê eger þerekî navxweyî derbikeve ên ku winda bikin tirk in. Ji ber hem li cîhanê hem jî li Anatolîayê kîneke sedan salan a dîrokî li hemberî kirinên tirkan heye.

Bi qirêjiya xwe di qada navnetewî de rûçikê tirkan baþtir derdikeve holê. Kesên AKP wekî mexdûrên leþkeriya tirk didîtin niha baþtir dibînin gava mijar dibe kurd ne Îslam ne jî demokrasî di tevgera tirkan de cih digirin. Ewropiyên ku du salan berê digotin bila tirk bikevin nava Yekitiya Ewropayê niha dibêjin bi vê mentalîteyê tirk nikarin bên Ewropayê.

Bi rastî dijminatiya bi tirkan re jî bi serê xwe bela ye. Di dijminatiya xwe de jî bi asteke nizim tevdigerin. Li welatekî ku mirov siyasetmedar bi nameyan bike pêþiya Rockçiye cîhanê ew gotin û projeyên ehmeq dê pir ecêb neyên dîtin. Çend salan berê enstîtuyeke Amerîkayê di beþên siyasetê de, muzîk, wêje de bi dengên gel kesayetiyên sedsala duhezaran hildibijartin. Rojnameyên tirkan heman kampanya ji bo ku Ataturkî bikin siyasetmedarê sedsalê dest pê kirin û hejmara faksa enstîtûya Amerîkayê weþandin. Tirk wekî cengeweran ketin tevgeran lê ji ber lez û beza tirktiyê bi nameyên xelat Ataturk di warê muzîkê de Ataturk ket pêþîya Elwîs Presley.

Di siyaseta navneteweyî de tirkan bi gotin û tevgera xwe, xwe kirine qeþmer. Gotinên Serokwezîrê Danîmarkayê Rasmusen digot ’ev tirk bûne bela serê me, em ê wisa bikin heyeta wan zû ji derê xwe derbixînin’ (rojnamegerekê bi dizî qeyd kiribû) nêzîkayiya ewropiyan a paþperdê pir aþkera dide nîþandan. Lê berjewendiyên aborî nahêlin ev aciziya dewletên cîhanê vekirî bê ser zimanan. Ev aþkera ye ku eger tirk wisa berdewam bikin ew ê darbeyeke mezin bixwin û wê demê li Tirkiyeyê hejmara tirkan dê ji sedî 20’an derbas neke.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

23-12-2007 08:08 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 23-12-2007 08:08. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 23 time. You can leave a comment. Last update on 23-12-2007 08:08
Views: 574    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;