• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Īn
16
gulan
Mal arrow Rźnas Jiyan arrow Težīrkirin
Težīrkirin Binivīse E-posta
 

Hinek kes gava ku têkiliya di navbera ležkeran û çeteyan de di dema vê hikûmetê de bi hêsanî derketin holê weke ku hikûmet ji van kirinan aciz e, ji ber wê riya težhîrkirina têkiliyên çeteyan û ležkeran vekirî dihêlin. Wekî bûyera Meletiyê ku hevkariya qatil û ležkeran heta radeyekê hate težhîrkirin. Rast e nakokiyek heye di navbera ležkeran û AKP’ê de, lê gava mijar dibe kurd gur û mî li Tirkiyeyê hevkariyê bi hev re dikin.

AKP wisa bike ku ležker ji qada siyasetê bêne tasfiyekirin. Lê ên ku bi nakokiya sunî ya navbera AKP’ê û ležkeran de ketin bendewariya civakeke sivîl, careke din dît ku dewlata tirk li ser mentalîteke ležkerî hatiye damezrandin, ji bo guhertina feraseta ležkerî divê civaka tirk carekê ji binî ve hilweže û ji dîrokê bigire heta rêbazên civakê ji nû ve bên nivîsîn. Navê hikûmetan dikare bê guherîn lê rêbaz her dem li ser tunebûn û înkara gelan berdewan kiriye ji bo wê jî hedefgirtina partiyan xelet e. Divê feraseta tirkan a bingehîn a ser tunebûn û îmhayê hedef bê girtin. Dibe wekî nêrîna ležkerên baž û yê zalim...

Li gorî min dewleta tirk a bingehîn bi riya AKP’ê rêbazên tunekirina kurdan guheriye. Hewldanên niha ji ên berê zêdetir bi talûke ne. Dewletê herifandina kurdan a sosyal û siyasî ji xwe re kiriye rêbazeke nû. Li aliyekî kurdan bi birçîbûnê terbiye dikin li aliyê din bi riya diyanetê kurdan dikin dafika xwe.

Divê ev hewldana AKP/ Dewletê pir bi baldarî bê žopandin. Gotina Erdogan ku ew dibêje em her heyv ji weqfan re pere rêdikin û armanca wan ew e ku di hilbijartina 2009’an de žaredariya Amedê bi dest bixe, divê ev pir cidî li ber çavan bê girtin. Divê di demêke herî kurt de organîzasyonên ku nêrîna AKP’ê ya bo dîn a esasî a ku dîn kiriye îdeolojî û bawerî kiriye ranta sertextbûnê û ew weqfên ku hikûmet di ser žaredariyên kurdan re gav dike û desteka xwe dide wan bên težhîrkirin.

Di serî de li Amedê grubên ku der barê dînê îslam êde zanyarin xabetên baweriya bêîdeolojî bimežînin û rê nedin ku bi baweriya gel a paqij bê lîstin.

Ji bo kurdan žerm e eger zarokên žervanên wan birçî bimînin ew xwe li deriyê ažxenayên weqfên AKP’ê bigirin. Divê xebatên ku kesên xwedî derfet û ên bêderfet dikarin yekser bi hev re têkilî datîne bêne destpêkirin. Žaredariyên kurd bi seferberiya ku hemû kesên mexdûr hembêz dike          tevbigere.

Ez gelek caran weke kurd žerm dikim gava dibînim gelên cîhanê ên bi rehetiyê hor û dîn bûne lê em hîn di asta daxwaziyên mafên zimanê xwe de ne. Li aliyê din dibînim/dixwînim tirkan çiqas gel ji holê rakirine. Mînakên herî berçav ermenî û asûrî ne. Ew her du gelên herî kevn tirk bi qatlîaman weke gindor di ser de derbas bû li Mezopotamyayê, lê bi kurdan nikarîbûn ev jî dibe sedema xûrûra min a netewî û dibe bingeha hêviyên min a pêžerojeke azad. Lê eger em weke hestên dayîkeke ku bêhemberî ked dide zaroka tevnegerin li he xwedî derkevin, hingê bibin danê bin gindor.

Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be
17-12-2007 09:45 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 17-12-2007 09:45. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 31 time. You can leave a comment. Last update on 17-12-2007 09:45
Views: 503    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jźr; A beriya wź   A pižtī wź jor;