• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Teqîna li Amedê
Teqîna li Amedê Binivîse E-posta
 

Gelê kurd ji kuþtin, her wisa ji teqînên wekî yên Amedê ne dûr e. Mixabin êþ û keder her dibe para kurdan. Bi taybetî ji bo kesên sivîl ku jiyana xwe di teqîna li Amedê de ji dest dane gelekî xemgîn im.

Ez texmên nakim PKK’ê ev teqîn pêk anîbe. Heta niha gelek caran derfetên ku zirarên mezin bidin sivîlan lê encamekê ji pirsa kurdan re bîne ketin destê PKK’ê, lê hêza kurd ji bo xatirê aþtiya civakî pêþî li hewldanan girt. Serhildanên salên 90 û bi komploya hemberî Birêz Abdullah Ocalan di vî warî de mînakên herî balkêþ in. Ez herî zêde li ser hêzên dewletê difikirim, hewldan û axaftinên reyadarên tirk gumanên min bi quwet dikin. Dixwazim di vî warî de axaftinên serokwezîrê tirkan Tayyîp Erdogan bi bîr bînim. Piþtî þewatên wesayitan li metrepolên tirkan Erdogan digot, ’gava hinek kes agir berdide mal û milkan, bila kesek nepê ku em bêdeng dimînin’. Li gorî min bi vê axaftina xwe Erdogan pir aþkera kurdên sivîl weke hedef nîþan dan.

Li aliyê din tirk li qesesan û bi þantajan li hemberî gelê kurd tevdigerin. Her çi teqînek li rojavayê Tirkiyeyê çêdibe, tirk qesasa wê bi teqînekê li Kurdistanê digire.

Mafê kurdan heye xwe biparêze û wekî hemû miletan mafê wan heta dawî heye li hemberî dagirkeriyê þer bike. Lê ne ku teqînên kurdên sivîl bikuje li Kurdistanê pêk bîne. Divê baþ bê zanîn hemû hewldanên tirkan ev in ku þervanan li çiyayên Kurdistanê tune bikin û þerê ku heye di Kurdistanê de bidomîne û nehêle belavî Tirkiyeyê bibe. Bi van operasyonan þer ji nava sînorên Tirkiyeyê derbixe ber bi baþûrê Kurdistanê ve bibe.

Kesek nikare li hemberî ewqas reheqî û salên bindestî ji kurdan bixwaze bêdeng be. Mafê kurdan ê rewaye þerkirin jî di nav de ku xwe bi her awayî biparêze. Her ku çiqas gelê kurd mafdar bû û di serî de PKK’ê ji bo aþtî û aramiyê hemû fedakarî kirine û dikin. PKK heta gelek caran agirbesta yekalî pêk aniye. Gelek caran pêþî li kîna kurdan hestyarî girtiye. Eger heta niha li Tirkiyeyê þerê navxweyî derneketiye bila rejîmên tirk ji PKK’ê spasdar bin. Lê divê baþ bê zanîn sebra kurdan heta cihekî heye. Ev demeke kurd dibêjin ’Êdî bese’ ew jî tê wateya kêr hatiye li hestî sekiniye û dest bi verojtina hestî kiriye.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

06-01-2008 08:04 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 06-01-2008 08:04. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 28 time. You can leave a comment. Last update on 06-01-2008 08:04
Views: 709    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;