• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Þêr þêr e çi jin e çi mêr e!
Þêr þêr e çi jin e çi mêr e! Binivîse E-posta
 

Di nava bangewaziya þerê zilaman de jin bûne xemla kolanan. Li Tirkiyeyê alên ji xwînê hatine çêkirin, didin destê keçikên rengnûjen û wan li kolanan didin meþandin. Xwînxwariya bi salan bi destê zilam bi rengê jinê çapemeniya tirk dike rengê hovîtiyê. Bi ser vê de Serokwezîrê tirk navê jina peygamber ‘Fatme’ li operasyona leþkerî dike. Her çiqas em dizanin ne operasyonên leþkerî hebûna tirkan a ser erdê kurdan rewa nîn e û heta bi îmhayê neçin ser þervanên kurd, þervan leþkeran nakujin. Lê dimenên trajediya dayik, xwîþk û jinên leþkerên kuþtî, dilê mirovan diperitîne.

Hemû kesên dayik û xwîþk bin nikarin xwe li hemberî van qêrîn û zarînên jinên dilþewat bigirin û negirîn. Lê gava ku di TV’ên tirkan de ez dîmenên ji xwînê tên honandin temaþe dikim, jinên kurdan tên bîra min. Em nikarin þîna xwe jî aþkera bikin. Hêsiran di nava çavên xwe de diqirifînin.

 

Þîna dayika kurdan li kurdan tê xedexekirin. Me bihîst carekê bivir dabûn destê xortekî kurd ku hemû laþê bi xwîna îþkenceya roja berê hatibû xemilandin. Piþtre li ber çavên dayika wî erd pê dan kolandin. Dayika dilþewat xwe davêt ser kurê xwe lê leþkeran em bi qûndarên tivingan bi ser piþtê davêtin. Ez gava vê dîmena jinên ku digirin û hinek    zilam bi çavên xemgîn an ji hêrs li paþ wan disekinin dibînim.

Rola ku civakê daye jinê û zilam xwe dide ber çavên min. Ne bi tenê bi vê helwesta tirkan a dagirkeriya baþûrê Kurdistanê ku jinên tirk kirine qeþmerên ala ji xwînê çêkirî, her dem li vî welatî girîn û gazin karê jinê bû, xwe qure kirin ji bûye karê zilaman. Lê rastiyek heye ku mirov nikare li ber çavan negire. Ha li Kurdistanê ha li Tirkiyeyê jin bindestin.

Ev bindestî gava ku mirov yek bi yek ji civakê re têkildar dibe wekî sileyekê xwe li bin guhê mirovan dixe. Ez li welatim û di bin siya þer de jiyan berdewam e. Portreyên trajîk dibînim, hezkirin û girêdana bi hemû neyêniyan ez ji vî welatî parçeyek im. Li balafirê de dibim hevkarê trajediya kurdan.

Jinek e, mirov nikare bêje jinê ji ber ku li gorî zagona 17 saliye lê ew 2 sal in zewicandiye. Diaxife ew “Bûka zarokan e”. Zilamê wê gava diçe kar, derî di ser de kilît dike û di serî de rojê gelek caran ji kar tê malê ka ew bi cînaran re çi diaxife an jî ka di pencerê de li der dinêre an na. Gelek caran vê “Bûka zarokan” bi nîvê þevê radike xwarin pê dide çêkirin. Di derdê xwesiya vê bûkê sed caran ji derdê zilamê wê zedetir e.

Dîsa li navenda DTP’ê rastî dayika Salîhayê têm. Ji ber ku ev 10 sale kurê wê di girtîgehê de ye, her roj tê navenda DTP’ê û bi hêviya ku ka efûyeke giþtî bo girtiyan derbikeve an na. Ew dîmena dayika Salihayê û bûka zarokan careke din nêrîna civakê rola girî belangazî û sêwîtiyê daye jinê, ya dilpolabûnê daye zilam. Ew derewa ku dibêje þêr þêr e çi jin e çi mêr e dîsa xwe di giyana min de zindî dike.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

03-11-2007 09:20 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 03-11-2007 09:20. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 31 time. You can leave a comment. Last update on 03-11-2007 09:20
Views: 595    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;