Gelek caran dibihîzim, nivîsên kurdî nayên xwendin û dengê nivîskarên kurd nagihîje gelek kesan. Ev heta radeyekê rast e, ku nivîsên kurdî nayên xwendin lê ez bi xwe bi hemû qelsiyan ve jî pêþketin û eleqeyekê dibînim. Gelek caran name tên û hevbeþiya nameyan ev e, dibêjin em di warê xwendina kurdî de ji we hêz digirin.
Em dibin mînaka zimanê kurdî û xelk bi me kurdî fêr dibin, ev bi serê xwe barekî dide ser milên me. Em dizanin gelek kêmasiyên me hene; lê em dibînin xwendevanên kurdî bi hemû kêmasiyan ve bi dilsozî nivîsan hembêz dikin.
Bi taybetî spasiyên xwe ji Muzafer Saglam re diþînim. Ew çend sal e hema hema her nivîseke bi erênî/neyênî rexne dike. Her wisa ji girtiyê azadiyê, ji girtîgeha Sîncanê Kerem û her wisa Ramazan Akca ji Semsûrê. Lê nameyek heye bandoreke mezýn li min kir û wê jî dixwazim parve bikim.
“Hevala hêja min gelek nivîsên te xwendine û bi zindî ji min tu di Roj tv de, di bernama ‘Rojbaþ Kurdistan’ê de temaþe kirî.
Gotin û nivîsên te ez pir keyfxweþ dibim û pir tiþtan ji te hîn dibim.
Nêrînên te yên li ser feodalîteya kurdan û li ser zimanê me pir bandor li min dikin.
Ez gotineke te bînim bîra te, te got keçek li Çewlikê tê binçavkirin îþkence dibîne, di wê îþkenceyê de êþ û jan nayê bîra wê, tiþtê ku difikire, gelo ez gava ji vir derkevim malbata min, cînar û derdor, dê bi çi çavî li min binêrin.
Hevala hêja, jiyana min jî feodal e, lê gava min ew gotinên te bihîstin, xwe pir guhert.
Bi rastî min ji bo wan gotinên te yên jor xwest ez bi te re têkilî deynim û hinek tiþtan bi te re parve bikim.
Em li Fransayê dijîn. Xwîþka min heye û ew 16 salî ye. Bavê min, bira û min got ‘bila xwîþka me neçe dibistanê’, ji ber ku ew qîz e. Lê gava me ew gotinên te bihîstin, me tevayî xwe guhert û xwîþka xwe da xwendinê, em ji te re spasdar in.”
Her nivîskarek bi xwendina berhemên xwe dizane kîjan peyam, nêrîn an jî berhema wî hatiye xwendin. Her dem çav li riya rexneyên erênî/neyînî ye. Ez ku, xwe ji nivîskariyê zêdetir rojanemeger dibînim, hewl didim ku nêrînên xwe bi hevokên bav û dayikan bixemilînim. Nameyên ji Baþûr, Rojhilat an jî ji Baþûrê Biçûk ji bo min tên gelek taybet in, ji ber ku ez dibînim em bi riya ziman têlên bi jeng ji navbera xwe radikin.
Gava ez van hewldanên xwendevanan dibînim jê hêz digirim û dibînim her çiqas kêmasiyên me hebin jî riya me rast e. Ez sersala hemû xwendevanên dilsoz pîroz dikim û her dem çavê me li riya nameyên we ye.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 30-12-2007 07:38. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 23 time. You can leave a comment.
Last update on 30-12-2007 07:38 Views: 470
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 470