Dema ku di pêþengiya Egîd de li
Erûh û Þemzînanê þervanên kurd guleya ewil avêtin hêzên
tirk ji wê demê heta niha her dem dibêjin me PKK xilas kir em ê
xilas bikin. Sal derbas bûn. Bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest
dan, serhildanên gel li Amedê, li Nisêbînê çêbûn, ev hevokên
jorîn nêzî 30 sal e her tên vecûtin.
Em yên ku wan deman zarok bûn niha
navsal in, navsalên wê demê niha ber bi extiyariyê ve diçin.
Tirk hîna jî bi xeyala ku ev têkoþîn dê rojekê têk biçe
tevdigerin. Ew bawer dikin ku, eve þervanên ku bi xeyala jiyaneke
nûjen li serê çiyan debar nekin û ew ê bi demê re têk biçin.
Rêxistin, marjînal bibe û ji demekê þûnde þervanên wê bi xwe
û xwe teslîm bibin. Bi demê re her ku daxwaza gel bû PKK, dewletê
hêj fêm kir vîtamîna PKK daxwazên gelê kurd yên maf û azadiya
xwe ye, gava ev yek dîtin bi awayekî hovane bi ser gel de
çûn/hatin/ tên. Texmîn dikirin gava ku gel bi dijwariya þer
rûber bibe dê desteka xwe ji têkoþînê berde. Lê berovajî van
hêviyên beyhûde, em niha dibînin PKK’ê aj daye û rîçîk
avêtiye û þaxên PKK’ê yên civakî çêbûne. Gava tevgerek
bibe çand, tu tiþtek nikare pêþiyê lê bigire. Çanda têkoþîna
di nava þer de û bexwedana jiyanê çêbûye.
Di civaka kurd de, nifþekî ku
dikare jiyaneke normal di bin siya þer de bidomîne heye. Çend
rojan berê hevaleke ku tevlî konferansa li Amedê li dar ket û li
pirsgrêkên jinan guftûgo dibû digot, li aliyekî dengê balafirên
þer dihat li aliyê din me pirsa jinan nîqaþ dikir.
Di rojameyê de, di nava þer de
akedemiyên muzîka kurdî çêdibin, bi salan re rejîsorên weke
Xelîl Uysal dibin pêþberê derhêneriyê û dibin reng û dengê
gerîlayan.
Tirkan dît/dibînin kurd ne wekî
ermeniyan in ne jî wekî asûriyan bi qatlîaman bi dawî dibin.
Tirk çiqas hevkariyê bi dewleta Îranê re bike û armancan þehîd
bike, dê ewqas tixûbên di navbera kurdan de zayîf bibin. Tirk
çiqas bi bombeyên modern hîmên çiyan qul bikin û bixwazin
rêberên kurdan dîl bigirin dê ewqas hêza gel geþ bibe.
Dil dixwaze dawî li vî þerî bê.
Bila zêdetir xwîn nerije. Lê heger tirk bi xeyalên dê rojekê
tevbigerin, kurdan ji mêj ve hevoka ‘berxwedan jiyan e’ di
jiyana xwe de bi cih kiriye. Û ji mêj ve bayê dîplomasiya cîhanê
li hemberî tirkan digere. A ku mayî kurd her weke xwe tevbigere û
di daxwazên xwe de zelal û bi israr be. Wê demê strana ‘Azadî
ya me ye’ dê her bê gotin û dê hinek ji tirkan re bêjin ber bi
Asyaya Navîn marþ marþ.
Not: Hefteya bihûrî ji ber hinek
sedeman nivîsa min negihîþt rojnameyê ji bo wê ji xwendavanan
lêborîna xwe dixwazim. Û spas ji bo xwendavanên ku kêmasiya me
hîs dikirin pirsa çima nivîs nîn e dikirin.
This entry was posted on 11-05-2008 08:51 . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment.
Last update on 11-05-2008 08:51 Views: 142
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 142