Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul, ji
bo ku hinekan li Ermenistanê ala wan avêtiye erdê û pê lê
kirine nerehet bûye û dibêje; ‘pêl li alê kirin bêhurmetî
ye.’ Berê min gotina dayika xwe ya ku ji bo kesên rû û çavên
wan ji mirovan naêþin digot ‘rûyê wî lastîka Enqereyê ye’
nivîsîbû, lê çi bikim rayedarên tirk hema hema her roj gotina
lastîka Enqereyê tînin bîra min.
Ez nizanim rayedar gel ehmeq
dibînin an jî ew bi xwe ehmeq in. Ez bawer nakim li tu derê cîhanê
gelekî din qasî tirkan erîþkarê alên xelkê bin. Li dû maçeke
futbolê alên xelkê li erdê ne, ala yewnaniyan jixwe bûye paspasa
ber derê hemalên kolanên Beyazidê û Taksîmê. Dema ku Serokê
Gelê Kurd derketibû Ewropayê paronaya alên xelkê li bin lingan
bûbû ji ‘rengê heriyê’.
Tu gel nikare wekî tirkan paronayak
be. Her sal bi dehan kurdan ji ber rengên kesk, sor û zer
hildigirin digirin binçavan. Li welatê xwe ketin nava hewldanên ku
rengê lambeya trafîkê qedexe bikin. Jê were, gava li dû baranê
keskesor derdikeve ji bo gel wan rengan nebîne perdeyekê dê
bikiþînin pêþiya keskesorê.
Weke kes dil naxwaze tu kesek
bêhurmetiyê li hemberî sembolên gelekî din bike. Lê li hemberî
ev qas qetlîam ev qas hovîtî gelê Ermenistanê aciziya xwe aniye
ziman divê ne tirk alan bînin rojevê, divê ji ber wan ev dezgehên
bêhurmetiyê nîþanî xelkê dane þerm bikin. Ez sedî sed bawer
dikim kesên ku tevlî merasîma bibîranîna qetlîama ermeniyan bûn
û pêl li ala tirkan kirin, di bin tesîra dîmenên alên li bin
lingên tirkan bûne ‘bildirîk’ (goga gava tu tiliya xwe lê
dixe dizivire) mane. Hevalekî digot, di rojên damezrandina Komara
Tirkiyeyê de li Stenbolê taybetî bi ermeniyan ala tirk didan
daliqandin. Malên ku ne tirk bûn diviya al bidaliqanda. Piþtî vê
agahiyê gava ku kîjan mala ala tirkan daliqandî dibînim, dibêjim
sedî sed ev mal ne tirk e.
Dibêjin qetlîam nebûye. Rûlastîk
in. Zarokên ermeniyan ji bo ku neyên kuþtin, dayikên me kirin bin
pêþa xwe an jî di kadînan de veþartin.
Rûyê wan lastîk e. Heger jê bên dê
perdeyeke mezin bikiþînin navbera sinorê Tirkiye û Kurdistana
Baþûr. Ji ber ji deriyê Brahîm Xelîl ve ala kurdan xuya dike,
leþkerên tirk ji ber stûxwarbûnê, di nêzîk de dibin waqiayên
ortopedîkê.
Her roj di ser gund û bajaran re
balafýrên tirkan zarokên kurdan bombe dikin. Her roj bi zarokên
kurdan gotinên, ’tirk im, jîr im û rast im’ didin gotin,
Serokomar Abdullah Gul ji bêhurmetiya ala tirk aciz bûye. Dikarim
lîsteya bêesilbûnê û bêrûmetiya tirkan dirêj bikim û dengê
xwendevanan jî tê min dibêjin em ji berê ve hinek tiþtan
dizanin. Ê, wê demê werin em bi hev re strana, ’Oremarê’ bi
hev re bistrên: ’Þer e, ceng e, dîlan e, req reqa mertalan e,
þûrê destê gerîla...’
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 27-04-2008 08:45. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 7 time. You can leave a comment.
Last update on 27-04-2008 08:45 Views: 150
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 150