Ev demeke bûye mode, hînek ji kurdan dixwazin ku kurd neteweperestiyê nekin. Heta redeyekê mirov helwesta Baskin Oran an jî kesên tirk fêm dike. Lê helwesta siyasetmedara kurd Aysel Tuglukê nayê fêmkirin?
Tugluk divê di hiþyarî û zanîstiya ew siyasetmedara gelekî ku hemû mafên wî jê hatiye girtin û divê bizanibe ew ne parêzvana mafê mirovan e. Ji Amedê ji cihê kurd wekî paytextê xwe dibîne hatiye hilbijartin. Erê bi mirina kurdekî amedî xemgîn bibe lê mafê wê tuneye devgirtî be. Jinên van erdan tu carî bêdeng nebûne û helwesta xwe weke Zekiye Alkanê li ser bircên Amedê bi agirberdana giyanê xwe anîne ziman. Gava ku mirov bi zimanê xwe nizanibe nikare kevneþopiyên xwe jî fêm bike, weke siyasetmedar bêdeng nabe û bi ser de tevgera xwe gunehbar nake.
Parêzvaniya mafên mirovan bihêlin bila ÎHD bike. Gava mirov siyasetmedar be menfeatên rêxistin/gel an jî tevgera xwe li ber çavan digire û wisa tevdigere. Siyasetmedareke kurd sedemê peqandina bombeyê dide nîqaþkirin, luks û mafên wan ên tawanbariya bertekên kurdan nîn e.
Carna mirov tê wê astê ku hinek tiþtan bi bîr bîne, li hafiza (bîrmendî) kurdan dikeve gumanan. Hewce ye em bi bîr binîn bi hezaran gundên kurdan bi darê zorê valakirî, penabertiyê, bi hezaran windahiyên di bin çavan de. Keran bihîst, koran dît, trajediyên keçên kurd ên di qereqolên tirkan de tecewîzkirî, zarokên kurd ên ser sungiyên tirkan ên li Geliyê Zîlan.
Her roj gundên kurdan tên bombebarandin. Ji dengên balafirên þer xaniyên kurdan di ser de hildiweþin. Û gava her balafîrek radibe hêviyên dayikên kurdan di nava wan de diçilmisîne û ji her kurdekî parçeyekî bi xwe re dibe. Kurd dibên ‘’Êdî Bes e’. Aysel Tugluk li hemberî bombeyekê zimanê xwe didiqûlîne.
Vê gavê hewcehiya kêþeya kurd bi hevkariya navxweyî û polîtîkayên xurt heye. Siyasetmedarên kurd gava hewce bike ji serbixwebûnê bigire heta otonomiyê biparêze, rewabûna tirkan a li Anatolyayê bidin nîqaþkirin.
Na eger naxwazin li hêsirên sed salan xwedî derbikevin riya bêesîltiyê li Tirkiyeyê heta dawiyê vekiriye. Wekî Tayyîp Erdogan dibêje 70 nûnerên bi eslê xwe kurd di partiya wî de heye bila bibin 7, 72… Ne xem e. Dayikên kurdan ji mêj ve xwediyê sûdên lorikên berxwedan û serhildanê ne û her dem Amedê baþ zanibûye dersa bêbextiyê bidê.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 13-01-2008 08:13. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 20 time. You can leave a comment.
Last update on 13-01-2008 08:13 Views: 528
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 528