Gava mirov aþitîxwaz be, ji her du aliyên
þer dikin çekdayînê dixwaze. Ji yekî re nabêje teslîmî yê din be. Gelo Tirkan
artêþa xwe ji Kurdistanê vekiþandiye? Hesabê 28 qetlîaman daye? Tazmînata
gundên vala kiriye û ji bo ku bi sedan kurd di bin çavan de winda kirine jiyana
kurdan di welatan de kiriye girtîgeh lêborîn xwestiye? Þert û mercên PKK
derxist serê çiyan hatine cih ku PKK çekan deyne?
Bi rastî carina mirov li hemberî tevgera
hinek kes an jî hinek saziyan nizane bigirî an jî bikene. Hela dewleta tirk ku
di van salên 2000’an de, siyasetê bi lîstokên salên 1700’an dimeþîne mirovan
roj bi roj tîne asta nêrîna tirkan a jiyanê bi serê asteke nizmahiyê ye
Ez bi xwe di guftûgoyên de dibêjin bila
yekalî PKK’ê çekan deyne bi hevokên jorîn dinirxînim û kesên ji PKK’ê wê
dixwazin wekî kesên niyet xîrab dibînim.
Gava ku çapemeniya tirk û keseyetiyên wan
bi nûçe û hewldanên xwe kurdan bi artêþê tehdît dike, dibêjim Kurdistan hatiye
dagirkirin û li hemberî kurdan civakek ku rihê xwe yê sivîl firotiye heye
dinirxînim û bi wî awayî nêzîk dibim. Lê divê keseyatiyên kurd ku ketine dû
kurtêlan li gorî lahîfa xwe lingê dirêj bikin. Niyeta xwe ya xirab bi rengê demokrasiyê
‘rengkurd’ bûna xwe por nekin.
Demekê rêxistinekê li Stenbolê çalakiyek
kiribû, waliyê Stenbolê di civîna çapemeniyê de digot ev rêxistin ji bo ku navê
xwe bide nasandin ev çalakî pêk aniye. Ji bo ku ew nagîhijin armanca xwe em jî
navê wan îro nayînin ser ziman. Rewþa hinek kesên ku derdikevin li hemberî
çapemeniya tirkan û li ser navê kurdan diaxivin wekî a vê rêxistina ku hemû
hebûna wan di nava dû lêvên walî de fetisîne. Ez jî nav nadim û divê kurdên
dilsoz navê wan zû bi zû neyînîn ser ziman û jixwe gelek ji wan dixwazin xwe bi
PKK’ê bidin lêdan da li ba hevalên xwe bibin rewþenbîr. Lê eger ên hesabê gel
di nava pençeyên darbeya 12’yê îlonê 1980’an de hiþtin û reviyan Ewropayê
nedane, li ser navê rêxistinên “tenê bi nav” pareyê ku Swêdê dizîne ji hedê xwe
zêdetir lingê xwe dirêj bikin em dikarin bi belgeyan rûreþiya wan ji raya giþtî
re aþkera bikin.
Weke
kes diziya li ser navê kurdan di saziyên Swêdê kirine û çawa paþnig avêtine
hevalên xwe mijarên guftûgoyên rêwîtiyên metroyone. Di ser de radibin li ser
xwîna kurdên dilsoz megofonan digirin li kolanên Amedê dimeþin banga serhildanê
dikin li aliyê din belavokan belav dikin, dibêjin bila PKK çekan deyine. Þerm
e, bi rastî jî þerm e!
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 24-11-2007 09:34. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 25 time. You can leave a comment.
Last update on 24-11-2007 09:34 Views: 562
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 562