Min tevî nivîsên li ser çiyayê me
yê Xelîl xwend, ramiyam, ketime rêzgirtinê ji bo Xelîlê ku bû
ÇIYA, wek her kurdî. Paþê ew þoreþgerên Latîn Amerîkî yên
li pirtûkê hatin bîra min, ji beriya gelek salan. Þoreþgerê ku
fersenda bi hev re mirinê (li gor lîteratura gerîla ye ev hevok)
bi dest nexistibû, sax mabû… Digiriya, dijaniya bihêrs bû.
Digot “Tu çima çûyî? Te çima em
tenê hîþtin, tu bêbext î!” Xwe dikuþt ji bo hevalê xwe yê
kuþtî, lê deng nediçû kuþtî. Wî jî derî û þibakên xwe
girtibûn ji dinê re, wek tevî kuþtiyan! Lê þoreþger li xwe
dixist û dilorand, wek þêrek birîndar, wek kuþtiyê saxî…Wê
demê jî pir balkêþ hatibû ji min re ew pirtûk bi vî aliyê
xwe. Bawer im ku hevalê Xelîl jî ev pirtûk xwendiye û bi
þoreþger re giriyaye.
Belkî wî jî gelek cara hêrs û
îsyana wê þoreþgerê bi bîr aniye û tevlî hestên wî bûye,
piþtî çûyînên hevalên xwe û xwestiye ku tu þoreþger, tu
gerîla neçin, jiyana xwe ji dest nedin, þehîd nekevin. An jî
dema ku þehîd bikevin, wî jî bi xwe re bibin. Lewre hevaltî û
meþa azadîxwaz; ji tevî pênas û qalibên mirinê jî azad e.
Hevalê Xelîl jî bi ciwanî þehîd
bû, zêde nama li dinê, wek tevî þehîdên dilê me. Lê belkî
hezar, belkî jî sêhezar sal ma li dinê, ewqas dirêj jiya, bi
kûrahî û azadî, bi çiya û wateyê, bi þoreþgerî û
hunermendî…
Bi rastî jî ew pir jiya, pir geriya,
pir dît, got, nivîsî, afirand. Xwe kire derya, di tevî dilopan
de bû ba, li tevî çiyan, xwe li tevî þevan þûþt, ji tevî
pireyan derbas bû. Di tevî çeman de avjenî kir, di dilê tevî
gulan de stranek got.
Bû çav hevalê Xelîl, çavên
azadiyê, bû tîrêjên siya bîþengan. Her tiþtî dît, got, fam
kir. Tiþtên ku me nedît dît û yên ku em nema dikarin bibînin.
Bû dil, li nazik û nazenîn welatan
lêxist, welatên nazik û nazenîn afirand. Welatên hunerî.
Þanî me da hevalê Xelîl, Bêrîtanê,
þehîdên Gulanê, eþqa berxwedanê… Kenîna Bêrîtanê li tevî
Kurdistanê da hilhatin. Bêrîtanê bire her malê.
Tacegul anîn ji me re, heyvê û bêhna
dara bihîvê. Stêrk anîn ji me re û stranên jibîrbûyî…
Tiþtên herî xweþik anîn ji me re,
ew hemû, ji Zeûsan standin û anî dan me.
Niha li çiya ne dîsa wî çiyayê
bêdawî… Dîsa dibîne, dibêje, dinivîse, dide dîtin. Bûye
çavên me dîsa, çavên dinê yên herî xweþik û azad.
Ew, nema disekine, nema diçe ji vê
dinê, qey em nizanin.
Lê pirsek girîng heye, pir girîng…
Ligel vê hezkirinê û rêza xwe ya ji bo wî, em ê çi bikin, em
ê çawa “bibin” Xelîl?
Çiyayê Xelîl, dilê Ararat û
Andokê, ka bêje em ê çawa bibin Xelîl, cihê te vala nehêlin,
bibin deng, çav, bibin dîtin?
ÇIYAYÊ BÊDAWÎ, ka bêje ji me re em
ê çawa bigihîjin… ÇIYA û wek wî / te hezar sal bimînin li
vê dinê ya emirkurt? Ji bo çiyan, ka bibêje ÇIYAYO, em ê çawa
binvîsînin bi pênûsa te?
This entry was posted on 11-05-2008 08:46 . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment.
Last update on 11-05-2008 08:46 Views: 286
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 286