Dostên min ên hêja, biborin, çimkî
îro min dil heye piçekî ‘tal’ xeber bidim, jixwe we bihîstibû
ku ‘dost ya tal dibêje’ ez ê jî piçekî tehma devê we ‘tal’
bikim lê hûn dikarin vê taliyê wekî taliya dermanekî jî
têbigihin.
Keyfa min qet ji peyva ‘tal’ nayê
û ez dînê ‘doxtoran’ im. Lê, li bêbextiya jiyanê binêrin,
bêyî dilê xwe her roj bi dehan tiþtên ‘tal’ re rûber dibim
û riya min dikeve nik bi dehan ‘doxtoran’, ji ber vê jî êdî
fêrî ‘tal’ û ‘doxtoran’ bûme.
Qurbana we me, bi bernavê min nexapin,
‘Doxtorê Dînan’, ya rastîn ez Dînê Doxtoran im!
Em bên ser mebesta xwe; malûm e, li
ber çavê me kurdan hemû tiþtên ji me ‘tal’ in. Bo nimûne,
tu ji kîjan kurdî bipirsî –hema hema- dê bibêjin ber dilê me
kurdî ‘tal’ e; xwendina kurdî, nivîsandina kurdî, axaftina
kurdî giþ ‘tal’ in. Hunermendên kurd ‘tal’ in, nivîskarên
kurd ‘tal’ in, siyasetmedarên kurd ‘tal’ in. Dê muheqeq, ji
cihekî qusûrekê ji tiþtekî re peyda bikin û dê pînekê bi
qûna wê ve bikin.
Em kurd, sotiyê pîneyên ‘tal’
in. Hema her tiþtê ji me ‘giyayê hewþê’ ye û wekî ziravî
‘tal’ e.
Ez ê hinekî jî ji qoþxana me çend
mînakan rêz bikim: Hûn ji min bipirsin, ez ê ji we re bêjim;
Gulola Midê-dînê cîranê min pir ‘tal’ bû, koçernotên
Evdile Koçer jî wekî dewê koçeran ‘tal’ bû, qesîde û
þîretên Þêx Zubêr Kurdî -Cihê þikê ye ka çend kurd e jî-
wekî bêwîjanê –navê giyayekî tal e- ‘tal’ bû, yarî û
serhatiyên pêkenok ên Rizoyê Xerzî yên serxet û binxetan jî
bi min gelek ‘tal’ bûn, hela pencereya ji Ewropayê lawikê
keçel Îkramê Balekanî bi her tiþtê ‘tal’ bû, jixwe xwîþka
me ya wek mirîþka nav dîkan Kewê can (Yildiz Xan) –keç ew tenê
ye di rûpelê Mîzahê de- bi serhatiyên xwe yên ‘tal’ dîsa
gelekî ‘tal’ bû. Yanî, hemû derdê min ji ‘taliyê’ ye.
Lomeyên min nekin, nebêjin, ‘Heyran
tu ber difna xwe nabînî û her tiþtî tal û tirþ dikî’ wele û
bileh, ku bi kurdî be, her tiþt ‘tal’ e, ji hingivê Þemzînan
bigirin heta hinarên Zîvzîvkê, ji hejîrên Mêrdînê bigirin
heta zebeþên Diyarbekrê her tiþt ‘tal’ e. Çimkî giyayê
hewþê ye û ew jî mîratê wekî hespistê –navê giyayekî tal
e- ye pir û pir ‘tal’ e.
Vêca jî, heke bi dilê we be, em bêne
ser pirsa dîtir: Hûn dizanin ez çima dînê doxtoran im?
Helbet ji ‘taliyê’ çimkî, tu
diçî derdê xwe jê re dibêjî, ew radibe hebeke ‘tal’,
dermanekî ‘tal’ dide te, heta carina derziyên ‘tal’ dixe
–haþa- vê derê û wê dera te… Doxtor jî wekî kurdên me ne,
dînê ‘taliyê’ ne.
Mîratê, êdî her tiþtê me hin
‘tal’ bûye ber devê me hemû ‘tehm û çêj’ ji ‘taliyê’
têne pê û jê dadirijin.Ji ber wê jî em ew çend ji bo hev
‘rûtal’, ‘zimantal’ û ‘çavtal’ in!..
Dostên delal, hûn dikarin bi
e-pey@mên tal bi min re pêwendiyê deynin û derdê xwe bibêjin.
Lê gelek ‘tal’ nekin ha!
This entry was posted on 04-05-2008 09:20. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 4 time. You can leave a comment.
Last update on 04-05-2008 09:20 Views: 48
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 48