Dema Yezdanê mezin hin musîbetan
derdixe ber mirov, divê bibêje ‘Þukir ya Rebil Alemîn,
min kir tu neke’...
Dema min li wêneyên Cemîl
Çîçek ên ku li civata Mam Celal kiþandine
dinihêrt ev, ev hate bîra min.
‘Camêrî’ dîn-dijminê
gelê kurd e. Ji navê kurdan hez nake. Ji bo ku kurdan li
ber çavê civakê sar bike tu fersendan ji dest
nake. Yanî, welhasilî kelam çi destî tê
dike. Kurt û kurmancî bêjim, dijminekî çavsor
e.
Li ser çûna Mam Celal a
Enqereyê gelek tiþt hatin gotin û nivîsandin.
Gelek rexne li Talabanî hatin kirin. Çi bêjim; ez
jî tercîha wexta çûna Mam Celal þaþ
dibînim. Lê mijara min ne ev e. Di serdana Mam Celal de
bêtir, helwesta refaqetdarê wî Cemîl Çîçek
bala min kêþa.
Rastî dema min bihîst ku
Cemîl Çîçek li balafirgehê xêrhatin
ligel Mam Celal kiriye hinekî miheyrî bûm. (Peyva
miheyrî bi wateya þaþbûnê bi kar tînim.)
Lewra gotin û kiriên Cemîl
Çîçek ên ji bo kurdan hatin bîra min.
Ji ber ku duh di rojnameyan de bi
berfirehî cih jê re hatibû veqetandin ez jî
li ser ranawestim. Hema dixwazim du wateyên peywirdarkirina
Cemîl Çîçek a ji bo pêþwazîkirina
Mam Celal bînim bîra we.
1- Dewleta tirk ji Mam Celal re got, em
te wekî kurdekî pêþwazî nakin. Dibe ku
‘eslê’ te kurd be lê tu ji bo me Celal Talabaniyê
Iraqî yî. (Lê tu çiqas Serokdewlet jî
bî em te di asta wezîran de pêþwazî dikin.)
2- Lê heke ku xwe þaþ bikî
û eslê xwe bi bîr bixî, ji bo ku ‘rastiya’
te bi bîr bixe wekî refaqetdar Cemîl Çîçek
didin ligel te.
Tercîha ji bo Cemîl Çîçekê
Yozgatî jî bi zanebûn bû. Cemîl Çîçek
gotina ku dijmin ji dijminî re nabêjin der heqê
Talabanî de gotiye. Dema Talabanî gotî; ‘Ez
pisîkeke kurdan jî teslîmî kesê nakim’
ji aliyê Tirkiyeyê ve du ‘bersiv’ jê re hatibûn
dayîn. (Rastiya wan du dujîn bûn).
Cemîl Çîçek
jî gotibû; ‘Divê ew rastiya xwe ji bîr
nekin, wan heta duh postalên me diramûsîn.’
Belê Talabanî çû
Enqereyê û gotina xwe ya ji bo ‘pisîka kurdan’
palose kir û got; ‘min negotibû pisîka kurd, min
gotibû pisîka iraqî.’ Ango Mam Celal li Enqereyê
li gotina xwe lêvebû. Lê min bi xwe nebihîst
ku Erdogan û Çîçek ji ber wan gotinên
ku zikê hemû kurdan êþandiye lêborîna
xwe xwestî.
Ez nizanim, siyaseteke wî ya
çiqas ‘pragmatîst e’ ku tehamulî van gotinan
dike?
This entry was posted on 11-03-2008 08:12. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 13 time. You can leave a comment.
Last update on 11-03-2008 08:12 Views: 96
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 96