Yezdanê mezin þahidê min
e, dema Serkuþkuþeyê Tirk Yaþar Buyukanit ji bo kampên
gerîlayan gotî, ‘Ev der ji bo me wekî ‘Mala
BBG’ê ye’ zora min hatibû.
Bi vê zirdîniya xwe ve ez
ji vê gotinê aciz bibûm. Neku ji bo rûmetiyê
bînim ziman; wargehên gerîlayan ji bo min wekî
wargehên pîroz in. Bi hebûna wan ez xwe di nav
ewlehiyê de hîs dikim. –Yezdanê mezin wan
biparêze îþelah…-
‘Mala BBG’ê hûn dizanin
çiye ne wisa?..
Ji bo kurdên tim bi kurdî
difikirin ev rave bikim. Lewra ‘Mala BBG’ê bi tirkî
‘Bîrî Bîzî Gozetliyor’ ye. Ji kerema xwe
de û elhemdulîlah heta niha tu televîzyonên
me kurdan hê jî dest bi sazkirina tu malên BBG’ê
nekirine. Lê gumana min heye ku piþtî ‘Çerxafelekê’
Zagros TV’a me vê bernameyê jî ji televîzyonên
tirk ‘aþirtmîþ’ bike.
Hûn niha têgehiþtin ‘mala
BBG’ê çi ye? Erê…
Hûn dizanin ku ‘mala BBG’ê
bûye mijara nivîsa me? Na… Her bijîn… Wê
demê ez bêjim.
Gelî ezbeniyan zêde dûr
û dirêj nakim, wilehî jî bilehî jî
wekî Perîxan Magdena ku ji eslê xwe kurdistaniye lê
tu eleqeya wê bi nirxên kurdistanî tuneye, tu
edetên min ên ku min bikin muptelayên ‘mala BBG’ê
nebûn. Heta ku Serkuþkuþeyê Tirk Yaþar Buyukanit
xistiye rojeva me.
Malûm e piþtî destdirêjiya
di 16’ê kanûna 2007’an de ji bo Berdevkê Þerê
Taybet ê li Hemberî Gelê Kurd Mehmet Alî
Bîrand axivî û gotibû ‘Bakurê Iraqê
–yanî kampên gerîla- ji bo me wekî ’Mala
BBG’ê ye’ ev têgeh kete zimanê me.
Lê ev çend roj in hê
jî zêdetir mereqa min a ji bo mala BBG’ê kemilî
ye. Ewilê beþekê ji nûçeyê rojnameya
we Azadiya Welat bixwînin: “Li gorî qeyda vîdeoyê
Serfermandarê Giþtî yê Artêþa Tirk di 9’ê
çileyê 2008’an de diçe serdana Fermandariya
Pergalên Elektronîk û der barê encamên
êrîþên hewayî de agahiyan ji wan digire. Di
qeyda vîdeoyê de ev gotinên Tuggeneral Munîr
Ertan cih digirin: Piþtî bombebarandin û operasyona
bejayî ya 16-18’ê dê civîneke çapemeniyê
li dar bixin, agahiyên hevgir dixwazin. Me bi awayekî
vekirî gotiye ku 5 kes mirine û bi giþtî jî
8 ‘terorîst’ (gerîla) birîndar bûne. Ji
ber ku nekarî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane îfade
bikin, gotin ku gelek kes hatine berterafkirin.”
Ev agahî ji ser malpera
parvekirinê ya bi navê Youtubeyê hatine weþandin.
Kesekî saziya herî mahrem a Artêþa Tirk ev agahî
girtine û ji Youtubeyê re þandine. Camêrê ev
qeyd þandin notek jî lê zêde kiriye û
gotiye; ‘Artêþa Tirk di rojên di nava 20-22’ê
sibatê de dê operasyona dersînor bide destpêkirin.’
Malûm e di 21’ê sibatê de operasyonê da
destpêkirin. Ango agahî ji sedî sed rast derket.
Vêca ji bo min ji ‘wacib’ bû
ku ez bersivekê bidim Buyukanit: Belê Serkuþkuþe
Buyukanit li derekê li mala BBG heye lê nebe ku ew der
Enqere be?
This entry was posted on 26-02-2008 09:03. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 14 time. You can leave a comment.
Last update on 26-02-2008 09:03 Views: 78
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 78