Dostên min ên hêja,
vê hefteyê gelek m@ilên we ji min re hatin, di serî
de spas dikim û dixwazim bi nivîsareke giþtî
bersiva we bidim.
Mijara me ya vê hefteyê
nava malê ye, yanî bi çavê me halê
kurdî ye. Bila kes nexeyide, ev gazinên navxweyî
ne.
Berê em dîmenekê
raxin ber çavan. Li kurdekî bifikirin, li kuçe û
kolanan di her danûstandina xwe de bi tirkî diaxive, tu
jê dipirsî, ‘heyran tu kî yî?’, dibêje,
‘ez kurd im’, tu dipirsî, ‘heyran, tu çima bi
kurdî bi min re naaxivî?’ tavilê dibêje,
‘Ez fêm dikim lê nikarin xwe pê îfade
bikim.’ (ji vî celebî li her kuçe û kolanê
tê dîtin) Dîmen du; kurdekî ku bi kurdiyeke
ecêb diaxive li rastî te tê, tu jê dipirsî,
‘Heyran, kurdiya te çend xweþ e’ dikene û dibêje,
‘Erê wî, ez xwe baþ pê îfade dikin’, tu
dipirsî, ‘gelo tu bi kurdî dixwînî?’
disekine, rûyê wî piçekî tirþ dibe,
dibêje, ‘Waaa, ez bi kurdiya ‘akademîk’ nizanim’
tu dipirsî, ‘Ew çi ye?’, dibêje, ‘zimanê
nivîskaran gelekî giran e (tu dibê qey tonek e) û
þivanê gundê me jî jê fêm nake (tu
dibê qey zimanê nivîsê di asta þivên û
gavên de ye)’. Dîmen sê; kurdekî dibînî,
bi kurdiyeke qelew diaxive, xwe wek navenda dinyayê, profê
Kurmanciyê dibîne, tu jê dipirsî, ‘Heyran,
tu edebiyata kurdî çawa dibînî, dixwînî
qet?’ berê bi pirsa te dikene, piþtre bi qure qure dibêje,
‘Na heyran, ma tiþtekî hêjayî xwendinê li
holê nîn e; ne Dostoyevskî ne jî Tolstoyên
me hene, malava hinek gundî mundî hene, ew jî zêde
bi herêmkî dinivîsin’, tu dipirsî, ‘Baþ
e, ma ku tu hin Tolstoycî yî ka te çi kiriye?’
dibêje, ‘Heyran, ez çima bikim, kes bi kurdî
naxwîne…’ û werîsê hincet û
bahaneyan wisa dirêj dirêêjjj dibe û diçe.
Ez heyrana çavên we, bi
kirasê hincetan ma em ê vî aþî çawa
bigerînin, ez bi xwe dibêjim qey ev hincetên me
kronîk in û bo berterefkirina wana çi rê û
rêbaz bi kêr nayên. Li þûna wê, çêtir
e em bi hev re wekî se(r)baz û se(r)darên Dewleta
Tirko dest pê bikin xwe tazî û rût bikin û
kirasekî nû ji bejna xwe re bidurin. Jixwe pêla
tazîkirinê ye, an tu dê yê/a li hemberî
xwe tazî bikî, an jî tu yê xwe tazî
bikî. Werhasil, ev xwetazîkirin bi mebesta xweþûþtina
ji derewê tê kirin, lê ditirsim ku bi vê
hewlê derew bêhtir spî bibe û her tiþt
derkeve ber tavê.
Îcar, ji bo ku em bikaribin xwe
ji ‘tirsên’ jêrhiþa xwe tazî bikin ne hewce
ye, em cil û bergê xwe bidirînin. Xweziya bi
tazîbûnê jixwe encama nexweþiyeke kronîk e û
hewla xwe rizgarkirina ji ‘derew’a spî ye.
Ma ne welê ye heyran!? Min bê
e-m@il nehêlin haa!
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 16-03-2008 08:42. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 15 time. You can leave a comment.
Last update on 16-03-2008 08:42 Views: 98
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 98