‘Tiþtê hewce tê kirin’ xwedanê
vê gotinê Balzak e. Lê her ji çi be, îro ev gotin di ferhenga
siyasetê de gotina herî ‘popûler’ e û wekî benîþtekî qet
ji devê siyasiyan nakeve, roj 24 saetan vedikarên vê gotinê.
R.Tayyîp Erdoganê Serokwezîrê
Tirkiyeyê, belkî ji her kesê bêhtir vê gotinê di nava devê xwe
de digerîne û ji bo her kiryarê vê gotinê vedicû; ‘Tiþtê
hewce hatiye/tê/dê bê kirin.’
Lê Balzak çima ev gotin gotibû? Em
hinekî jî li wan rojan vegerin, di kitêba xwe ya bi navê ‘Berfîna
li newalê’ de Balzak dema behsa karektera jinên wê serdemê dike
–mebesta wî jî jin û þahejinên fransiz e- dibêje, “Jin û
qanûn diþibin hev; tu ji bo wan çi bikî jî qet pûkê bi kirina
te nadin, bi ser de jî dibêjin ‘jixwe tiþtê hewce –diviya bê
kirin- hatiye kirin’…”
Ev tespîta Balzak tu dibê qey ji bo
îktidara mutleq hatiye gotin û îro jî nêrîna serdestan,
girîngîpêdan û pûkepêdana wan a bi kiryarên mirovên jêrdest,
ji vê pêdetir nîn e.
Qedirpêdana bi kiryarên mirovan,
hesibandin û pûkepêdana wan e.
‘Tiþtê hewce’ her dem ew e yê ku
bi ‘dilê’ serdest bi encam dibe. Lê xasma, krîterên edaleta
îlahî, hevseng û hevkêþeyên suriþtê vê yekê pesend nakin û
berevajiyê ji bo pêkvejiyan û pêkhatina civateke adil û bextewar
pêdivî bi bicihanîna hin rêgezan dibîne. Li gorî vê ‘tiþtê
hewce’ ew e, yê ku pê ‘edalet’ durist dibe û her kevir û
kuç li cihê xwe binecih bibe.
Xuya ye, ku Balzak ji ber pûkepênedana
jinên serdema xwe gazina xwe kiriye û bi riya berhema xwe xwestiye
‘kula’ xwe bide derê, çimkî, ew di civaka lê de ji kategoriya
jêrdestan bû û pê dihesiya ku kiryar û boçûnên wê çîn û
kategoriyê li ber çavên serdestan pir bêqîmet bûye. Lê xasma,
belkî wan heta ew tiþt dikirin nîveka umrê xwe di wê oxirê de
feda dikir…
Em li îro vegerin; Erdoganê ku her
dem þûrê ‘tiþtê diviya bête kirin’ li ser serê kurdên
belengaz dihejîne, bi manevra û deskola xwe her cara ku li singê
Artêþê dialiqe wekî darkokê telaqavêj (darkoke her êvarê sûnd
dixwe û tobe dike ku êdî darî nenikirîne lê roja paþtir berî
tavdanê çi dara dît pê diniþe û dide ber nikilan) sûnda xwe
ya ji bo ‘sifir tolerasê’ ji bîr dike û ser û mejiyê kurdan
dinikirîne.
Erdogan, Mehkema Bilind ji bo girtina
partiya wî doz vekiriye.
Erdogan, Ew ji bo þikandina kerba xwe
kurdan dide ber jop û pihênan.
Erdogan, Ewropa û Amerîka daxwaza
nasîna mafên kurdan lê dike.
Erdogan, Ew ji bo têkbirina kurdan bi
Îranê re destbiratiyê nû dike.
Di vê berbezanê de yê di navberê de
dipelçiqe, ew e, yê ku ‘tiþtê diviya bê kirin’ her dem li
ser serî tê kirin. Di çep û rastên vê gêrê de yê di bin dest
û piyan de diheriþe ew e, yê ku ‘tiþtê diviya bihata kirin’
wekî vîzokê li ser çav û dilê wî dizivire û di xwîn û
rondikên xwe de dixeniqe.
Tiþtê ‘diviya hûn jî bikin’ ew
e ku bi riya e-m@ilan derdê xwe bi me re parve bikin!
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 27-04-2008 08:47. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment.
Last update on 27-04-2008 08:47 Views: 70
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 70