Dostên min ên hêja, biborin, çimkî
îro min dil heye piçekî ‘tal’ xeber bidim, jixwe we bihîstibû
ku ‘dost ya tal dibêje’ ez ê jî piçekî tehma devê we ‘tal’
bikim lê hûn dikarin vê taliyê wekî taliya dermanekî jî
têbigihin.
Hûn mafdar in ku bêjin, ‘girareke
ev qas bikele dê bosî bibe.’ Nizanim beriya mesaleya Gulolê bi
dawî bikim, çend kelaman li ser peyva ‘bosî’ jî bînim?
‘Tižtê hewce tê kirin’ xwedanê
vê gotinê Balzak e. Lê her ji çi be, îro ev gotin di ferhenga
siyasetê de gotina herî ‘popûler’ e û wekî benîžtekî qet
ji devê siyasiyan nakeve, roj 24 saetan vedikarên vê gotinê.
Heke hûn bixwazin bizanibin ka
zekaya we ya dilînî çawa ye ev testa han tam bi
dilê we ye. Pir hêsan e, hema tenê hûn ê
puanekê bidin hevokên jêrê. Li gorî her
boçûna di hevokekê de hûn dikarin bi
nimroyên jêrê puanê bidinê.