Dostên min ên hêja,
guhê xwe nedin gêjan, dest bavêjin hejan, bikevin
pey çavreþ, dilber û gejan!
Malûm e, vê pêlê
heçî dev heye hema devê xwe beþ dike û
tiþtina dibêje, ez dibêjin qey gotina xweþ ya bi ‘kurt
û kurmancî ye’ yanî, rindik lê rindik min
dil heye vê carê jî e-pey@yama di dorê de bi
we re parve bikim.
Celal ji Amedê bi riya smsê
bi me re pêwendî daniye û devê tûrikê
xwe ji me re vekiriye.
Werin em bi hev re li derdê Celal
guhdarî bikin; “Dixtor beg, ez ji Amedê me birrrrê
min! Derdê min jî, wekî hûn dê texmîn
bikin derdê dilan e. Ez ev çar sal e ji keçikekê
hez dikim, lê ew çi pûke bi min nake, ez dixwazim
ji bîra xwe bibim. Hawara min li te Tixtor beg, ka tu çi
dibêjî ji birrrê xwe re!?”
Celal can, birrrrê min; heta niha
bi dehan e-pey@m û smsên dostên ji we çêtir
nebin ji me re hatine û me hewl daye avekê bi ser dilê
wan de bikin, lê ev cara yekem e yek dixwaze ji bîra xwe
bibe. Wele ev tiþtekî ecêb e, xelk dibêje ez
dixwazim navbera xwe çêbikim, tu dibêjî, ez
dixwazim ji keçikê xelas bibim. Bêlome! Temam lo,
min diyariyên te girtin spas.
Diyariyên Celal ev bûn;
“Leganek berfa dims lêkirî, bîdonek ava Kaniya
Jêrê ku wek ava zemzemê ye, elbikek hungivê
Sasonê û tenek qelî”
Celal, spas ji bo van diyariyên
hêja, lê cara bê hewl bide bi kurdî binivîse,
ji ber van diyariyan me ji te re –tenê bo carekê-
torpîl kir, lê carek dîtir mimkûn nîn e
smsa tirkî em paxavê pê nakin!
Em vegera ser derdê te. Çavê
mino, heçî mesela dilan e, meseleyeke xweser e, ji bo te
vê bêjim, heke bi rastî jî dewa te ‘kronîk
waqia’ be zûka yeke dî ji xwe re peyda bike, cihê
wê dagire; lê hene na, þanseke dîtir bidê.
Ha, ez vê jî ji te re
bêjim, ji bîr meke, di jiyanê de qencê ji
qencan qenctir jî hene; yanê nebêje tu kes cihê
wê nagire, welle dê wisa bigire hema heww. Tenê
diviya tu saxlem bî bi hest û sozên xwe re, te
zanî, ne xwe bixapîne ne jî keçika xelkê;
ji bo wê, bayê dilê te li kî derê
bisekine berê xwe bide wê derê.
Yanî, romantîzma xwe hinekî
jî bi mantiqa xwe traþ bike. Pêþiya hesp û hestên
xwe negire! Te zanî!
Ez li benda e-m@ilên we me, lê
bi þertê ku bi Kurdî bin!
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 24-02-2008 08:46. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 11 time. You can leave a comment.
Last update on 24-02-2008 08:46 Views: 53
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 53