• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Sêþem
13
gulan
Mal arrow Mal arrow Mîzah arrow Gulola me bosî bû!
Gulola me bosî bû! Binivîse E-posta
 

Prof Mihê-Dîn

Gelî ezbeniyan,

Hûn mafdar in ku bêjin, ‘girareke ev qas bikele dê bosî bibe.’ Nizanim beriya mesaleya Gulolê bi dawî bikim, çend kelaman li ser peyva ‘bosî’ jî bînim?

Ez dizamin ji niha ve guman kete dilê we. Di hemû nivîsan de heman fend hebû. Mijar bi mijareke din daye destpêkirin û qet qala mijara esasî nehate kirin. Lê dîsa jî bêjim, qet nebe wateya ferhengî ya vê peyvê nebin hûn ê bixeyidin/sil bibin.

Peyva ‘bosî’ li devera Behdînanê ji bo tama girara ji hedê xwe zêdetir hatiye kelandin tê bikaranîn.

Ji vê zêdetir tiþtekî ji bo vê peyvê bi we re parve bikim nîn e. Lewre peyveke provakatîf e. Dema mirov dest bi þîrokirina vê peyvê bike dawî lê nayê û dê serê mirov bi gelek kesan re bêxe belayê. Lê heke we dîsa jî wateya wê baþ fêm nekiribe, me rêbaza çêkirina Gulolê bi we parve kiribû. Dest pê bikin û çêkin. Lê ji hedê wê zêdetir bikelînin. Hûn ê wateya peyva ‘bosî’ jî hîn bibin. Qet nebe ji rêbaza zimanzaniyê ya li ser mêzîngerê ku ligel pêþketina teknolojiyê ji bo zimanzanên me bûye bingehê kar û xebatê, baþtir e.

Dibe ku destpêka mijara me ji bîra we çûbe. Ev qas gotin li ser Gulola Colemêrgiyan –li min negirin, Gulola Pinyaniþiyan- hatin kirin. Lê me esasê meselê negot.

Gelî ezbeniyan;

Me got ku Pinyaniþiyên Colemêrgê Gulolxwerin. Sibê-êvarê Gulolê bixwen jê têr nabin. Di wextê de Pinyaniþiyekî li Tiyara Jorîn dijî bi malaxayeke li þara Berwaran a baþûrê Kurdistanê dijî re bûne xizim. Wext di ser de derbas û dawetiyên pinyaniþî çûn þara Berwaran ku bûka xwe bînin.

Malaxaya Berwarî du þev û du rojan molavaniya mêvanên xwe kir û rûmeteke mezin nîþanî wan da. Ji sifreya wan goþt û pelav kêm nekir. Piþtî ev qas rûmet dayînê roja duyê piþtî nîvro ligel bangê êvarê destûra rakirina bûkê ji wan re da û ji mêvanên xwe re got; ‘dê herin oxira we ya xêrê be.’

Xwediyê malê ligel van gotinan serê zimanê xwe diþewitîne dibêje; ‘Pa bira heke kêmasiyeke me çêbibe, li me negirin!’

Tu yî wisa dibêjî!.. Serspiyê dawetiyên pinyaniþî got; ‘Eçê mamo, ma ew jî gotine!.. Eçê ev du roj e em li nik we her wekî Gulolê dixun… Eçê mamo mal û mezelkên te ava…’

Ligel van gotinên rispîyê pinyaniþî her wekî taseke ava cemidî bi serê axayê þara Berwariyan de bikin. Got; ‘Pa bira berî li dawetiyan bigirin’ û bangî bermaliyên xwe kir. Got: ‘De zû dest bi çêkirina Gulolê bikin. Ez bi wî Rebê mezin dikim, heta xizmên min ên pinyaniþî Gulolê nexun bûkê ji mala min dernaxin.’

Li ser van gotinan dawetî hatin rawestan û mencelên Gulolê li ser kuçikan hatin rêzkirin. Piþtî Gulola bi rûnê mîhên li çerwanên Sar û Spîndaran çerîne, tevdan dawetiyên pinyaniþî bûka xwe hilda û berê xwe dan Tiyara Jorîn.

Belê gelî ezbeniyan çîroka Gulolê ev bû. Di vê navberê de li zimandirêjiyên me yên çûbûyî jî negirin.

Me ji xweþbîniya xwe bêpar nekin…

29-04-2008 10:24 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 29-04-2008 10:24. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment. Last update on 29-04-2008 10:24
Views: 59    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;