Belê gelî xwîþk û biraderan,
nivîsa min hinekî dirêj hatibû bi hinek xwelîseran, lewma nîvî
jê çûbû, mabû nîvî, tê de nemabû tu rûçik û hêvî. Ez
beþa mayî pêþkêþî we dikim, giliyê wan li cem rebilalemîn û
we dikim.
Bezenûçe: Nûçeya ku mirov leqayî
wan tê, bi lez û bez dibin û derbas dibin.
Mînak: Tu di cihekî re derbas dibî,
ji niþka ve tu dibînî ku erebeyekê li bin guhê te xist û
jiyana te wekî þerîda fîlmê Bahoz ê Kazim Oz di ber çavên te
re derbas bû. A ev þerîda fîlm bezenûçe ye.
Rezenûçe: Nûçeya ku li nav rezan
pêk were.
Mînak: Diz dikeve nav rezê yekî, ew
jî pê dihese, dixwaze diz bigire, lê bide, lê diz li wî dide.
Pezenûçe: Ev nûçeya li ber keriyê
pez e. Bi piranî þivan û bêrîvan dibin bikirên vê nûçeyê.
Hin caran jî gur dibe bikir û mih û bizin dibin qurbaniyên
nûçeyê.
Gezenûçe: Ev nûçeya ku ji bo xatirê
gezek nan tê kirin, tevî ku tijî vir û derew in jî tu dinivîsî.
Lewre navenda rojnameyê ji te vê yekê dixwaze. Piraniya nûçeyên
çapemeniya tirk ên ku li ser kurd û Kurdistanê têne nivîsandin,
nûçeyên bi vî rengî ne.
Hestenûçe: Hestenûçe, tê du
wateyan: 1) Nûçeya germ e. Mînak agir bi malekê dikeve, yan jî
bi daristanekê dikeve. Ev cure nûçe bi alîkariya heste ango
çeqmeq pêk tê. 2) Nûçeya hestiyar e. Mîjar yar û neyar e.
Destenûçe: Nûçeya berdewama
nûçeyeke din e.
Mînak: Erdogan ji ser hespî ket,
piþtî wî Dadgeha Makeqanûnê doza girtinê li AKP’ê vekir.
Mestenûçe: Nûçeya ku mirov pir bi
ber de diweste. Hingî mirov diweste, mirov mest dibe. Mînak: Tu
diçî, þahiyekê da ku tu nûçeya wê çêkî, tu xwe ji bîr
dikî, ji niþka ve xwe di serê govendê de dibînî. Hingî tu xwe
li ba dikî û didî lotikan, nûçe û nûçegihanî nayê bîra te,
heke te çend qurt þarab jî bi dest xistibûn, tu dibî sermest û
nûçe jî li ser zimanê te dibe helbest.
Pirsa hefteyê: Gelî hevalan ez ev bû
nêzî salekê di vî quncikî de nivîsê dinivîsim, kes ji we ji
xêra xwe re nameyekê jî naþîne, ser namedanka min. Ji we kirî
ku namedanka min jî wekî navê Arjen Arî sexte ye. Bi navê
Yezdanê dilovan û dilovîn, navê min jî, navnîþana namedanka
min jî rast in. Ez ê ji vê hefteyê ji we pirsekê bikim, kesên
bizanin bila bersivê biþînin ser namedanka min
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
em binêrin çend ji we ji wêjeya kurdî fêm
dikin.
Çiyayê bilind berfê lê kir
Qulingê malikwêran tê de hêlîn
çêkir
Dengbêj di vê malikê de dixwaze çi
bibêje, wateya wê çi ye?
sheakhzý
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 30-04-2008 09:57. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment.
Last update on 30-04-2008 09:57 Views: 59
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 59