• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Mal arrow Mîzah arrow Di destê wan de ron bû
Di destê wan de ron bû Binivîse E-posta
 

Dr. Dilgeþ

 

 

Dostên min ên hêja; guhê xwe nedin gêjan, nekevin ber bayê zimandirêjan, zûka werin em du gotinan bidin pêjan!

Bi spasiyên germ dest bi gotina xwe dikim, çi ku, di maweyê hefteyekê de we bi sms, e-m@ilên xwe pêwendiyeke germ bi min re danî û we dilê min gelekî xweþ kir. Mala we her ava be!

Ez çi bêjim, carina te dî bayek rabû, babelîskek li hev ba bû, wisa bû, bala her kesê kete ser wê tofanê. Îcar bal û dêhna me jî wisa qulipî ser vê bahoza van rojan li welatê me rabûyî/rakirî.

Ez bi salan e, li ser dîn û zirdînan lêkolîn û lêgerînên xwe dikim; lê dînîtiyek wek a van cîranên me Tirkan min li çi dera dinyayê nedîtiye. Hîç miletek nîn e ku ji bo ji xwe re nexweþiyê çêbike û hebûna xwe li ser ‘tirs û dewisandina yê dîtir’ bi rêve bibe, sal diwazdeh meh piyê li bin guhên xwe dide.

Teþhîsa wana ji mêj ve hatiye kirin; ew bi rastî jî paranoyaq in; yanî hûn dikarin vê paranoyaqê wekî pro-manyaq jî bixwînin.

Yanî her tiþt di nav lepên wan de ‘ron’ bûye, lepolep di nav –haþayî hizûra camêr û canikan- gend û mîza xwe de digevizin û heww.

Wekî hûn jî baþ dizanin ku haveynê jiyanê ‘moral e’ ne marol e ha; vêca, bi faþilbûna operasyonê re ji bo kurdan moraleke baþ çêbû. Bi vê moralê kurd dikarin bihara rengîn li ber derê mala xwe zeviyên marolê biçînin û bi vê marolê jî seleteyeke qelew ji xwe re çêbikin.

Neyse, bawer im min jî kire selete!...

Dostên min ên hêja; tiþta herî nexweþ di jiyanê de ew e ku tiþtek di destê mirovî de ‘ron’ bibe û mirov tê re bimîne. Vêca, heke hûn nexwazin hêviyên we di dilê we de ron bibin û xweziyên we di çirûska çavên we de bihelin, berî ku hûn ji bo kiryarekê gavekê bavêjin baþ bipîvin, kûr birêsin û kûr raçînin, paþê xwe tê werînin. Nexwe mimkûn e, tiþta herî ‘tîr’ jî di nav lepên we de ‘ron’ bibe û hûn pê bihetikin.

Dostên delal, min bê e-m@il nehêlin, derdê we çi be ferq nake, li nik me dermanê her derdî heye, lê diviya hûn jî vê qenciyê ji ser xwe rakin û destvala neyên. Ez tiþtekî zêde naxwazim; tenê ka li cihê we çi tiþt meþûr be –reklama bajarê we dikim ha- çend telîs û tûrikan ji bo kekê xwe veder bikin, hew û hûn sax! Mala we ava!...

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

09-03-2008 08:05 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 09-03-2008 08:05. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 11 time. You can leave a comment. Last update on 09-03-2008 08:05
Views: 68    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;