• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mal arrow Mîzah arrow Contirkan revê pê xin
Contirkan revê pê xin Binivîse E-posta
 

Þêx Zubêrê KURDÎ

Artêþa Tirk dawiya dawîn da ser þopa kalikê xwe Enver Paþa, tevî çend xayîn û cehþan þerê duyemîn ê Þarikamiþê da destpêkirin. Li Sarikamiþê di þevekê de 90 hezar leþker ji ber sermayê qir bûbûn. Niha jî di nav çend rojan de bi dehan leþker hatin kuþtin. Li ser vê karesata ji ber kerîtiya contirkan gelek stran jî hatine gotin. Di stranekê de wiha hatiye gotin: “Sarýkamýþ üstünde kar/ Kar altýnda Mehmedim yatar (Serraxa Sariqamiþê berf e/ binraxa berfê jî Mihemedokê nivîsa bê tîp û herf e )” Belkî hinek bibêjin, “Þêx Zubêr ew çi bîçîm werger e?” Ez jî dibêjim, “Ez ji edîtorên Azadiya Welat hînî wergera kundirkî bûme. Wan jî di nûçeyeke xwe de zerar pêþwazî kiribû.

Lê bi baweriya min taktîka wan a pêþwazîkirinê þaþ e. Ew dibêjin, “Tu bi xêr hatî, li ser seran, ser çavan hatî, kerem bike rûne, te çi divê, sardemenî, xwardemendî, yemenî derewên çapemenî…” Li ser vê yekê zerar jî li mala wan çarmêrkî rûdine, gelekî kêfa zerarê ji vê pêþwazîkirina mîna ya xwedanfindeqên baþûriyan re tê, qet ji wir naçe. Ew êdî dixwazin bi berger, bi serger û dorger zerarê ji mala xwe bikin der, lê zerar ji ber deriyê wê wan naçe tu dever. Hin caran dadikeve Kurdî-Derê, hin caran hildiþe jor, seriyekî li DÎHA’yê dide, carinan bêriya hevala Semra dike diçe Enstîtuyê Zimanê Kurdî hesabên wê tevlihev dike, dema ji wir tê qewirandin diçe jûra Komeleya Nivîskarên Kurd, dawiya dawîn dîsa vedigere Azadiya Welat.

Bi kurtasî zerarê bi serger, berger û dorger belaya xwe ji wan venekir. Her wekî bav û kalên me jî gotiye, “Ez hêdî diçim bela digihêje min, ez zû diçim ez digihêjim belayê.”

Kurd jî heta niha bi taktîka Azadiya Welat nêzî neyaran bûn, lê diyar bû ku wisa nabe. Lewre jî gerîla êdî bi awayekî din neyaran pêþwazî dike. Hinekan bi cih û bi sazî dike, gelekan hewaleyî melkemotê xwedêjêrazî dike. Her wekî di çîrokên me de hatiye gotin, “Yê sax ew ê ji mala derneketî ye.” Bo nimûne, “Cerdevanên ku çekên xwe danîn û neçûn operasyonê, dê çend þimaqan bixwin û bi ‘serbilindî’ vegerin nav zar û zêçên xwe, lê ew cerdevanên Mamxuran ku çûne þer gelek ji wan dê bikevin nav refên niyaziyan. Me got, xelkê li ser þer stran gotine, em jî straneke kurt û kurd pêþkêþî we bikin.

LÊXIN

Ax ax!

Ne hawar e, ne wax e

Ne lihêf e ku mirov li ber xwe raxe

Ne baxçe ye ne bax e

Serma ye, seqem e

Li hemberî mihemedokên tirkan

Yê li ber xwe dide neviyê Rustemê Zal Mem e

Ya ku li ber xwe dide neviya Zerîfeyê Berçem e

Dilê me tijî kul û keser û xem e

Ez heyrana bejn û bala we me

De lê xin bavê mino lê xin

Dê lê xin dayikên mino lê xin

Neviyê contirkan revê pê xin

Hûn roniya her du çavên Þêx in

 

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

27-02-2008 08:39 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 27-02-2008 08:39. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 13 time. You can leave a comment. Last update on 27-02-2008 08:39
Views: 63    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;