Prof Mihê-Dîn
Xwendevanên min ên hêja û delal; vê carê ez
ê mijareke derveyî siyasetê bi we re parve bikim. Heke di dawiyê de em dîsa
vegerin ser siyasetê jî, hûn li min negirin… Dînatî navê min, zirdînî jî
paþnavê min e.
Her wekî kurdên me yên kurdî naaxivin û
tirkî jî hîn nebûne; ez jî bêjim ‘neyse!’ û we ber bi vê mijara tam þekir ve
bibim.
Gelî ezbeniyan mijara me ya vê nivîsê, li
ser baldariya dengbêjên kurd a ji bo memikên yarê ye. Dibe ku hûn qirnê niha
baþ nizanibin, lê di demên berê de ku ez jî pê bûme þahid; dema dengbêj di
dîwanan de distiriyan bêyî ku qala xweþikiya memikên yarê nekin dest ji strînê
berne dida…
Mînak Edilayê Goyî, Yezdanê Mezin jê razî
be; di stranê ‘Lê lê canê’ de teswîreke wisa li ser memikên canê aniye ku hemû
wejenasên eþq û evînê matmayî dihêle… Bixwînin heke hûn jî maf nedin min, ez jî
dê dest ji dînî û zirdîniyê berdim û wekî we bibim…
‘(…)
Bazinê spî, serzendên lê spî ne
Serzendên lê spî
ne bazin lê zîv e,
Wila min sînga
Cana xwe pê mayî
Bi gaz û helebê
bi gaz û nîva
Û sîng û ber û
bedenê Cana min
Wekî zozanên
Feraþîn e,
Cotê reþgamêþan
lê dixwe taþt û þîv e‘(…)
Dîsa Yezdanê
mezin jê razî be, bêyî ku konsantrasyona we xeba bibe, em bi bendeke strana
‘Quling’ a Adilê Xerzî bidomînin…
‘(…)
Ji xêrê mala
Xwedê ra saet çar û pêncê þevê de devê mi bi xan û manê gerdenê, neqeba cotê
zer memikê te biketana, bila li ser mi evdalê Xwedê bihata xweydana rihê tenê
‘(…)
Evdilayê Goyî
sing û bera canê þiband zozanên Feraþînê (ku yê ev zozan neditîbin tama vê
taswîrê jî dê nizanibin) û cotikeke memikan ku þibandine reþgamêþan di nav mêrg
û çîmenan de diçerîne. Dewama van gotinan jî heye lê; encax tama wan ji devê
Edilayê Goyî bê girtin… Ez naxwazim neheqiyên li
gotinên wî bikim.
Yezdanê mezin ji wî razbî be, Cemalê
Nenyasî jî hewl daye ku bi du gotinan! qala memikên yarê bike…
‘(…)
taxima sing û berê Emîna Mele spî dikin ji
mi ra dikin pelekê berfa dozde þevî,
nadim terka çav biryê te yê reþ û belek
bejna te ya zirav û sê biskên te yên kin û dirêj,
heya kafirê mele Silêmanê ranebe çiyayê
Kosedaxa malikþewitî raneke, neke mêrg û zevî,
were way li way li min, birîndarim gidî
‘(…)
Yezdan jê razî be Ehmedê Bêzikê ku di
sedasal 19’emîn de jiyaye jî di strana ‘Lê dîlberê’ de xwestiye bi gotinan tamê
ji memikên yarê bigire.
‘(…)
lê heylê,
Lê lê þibabê ti ya ramîsanek ji xana sing û
bera li canê mi kerem ke lê,
Lê delalyê bi xwedan avan û misîlê ez terka
çav û biryê te yê belek,
Dêmê gulî bejn û bala te ya zirav nadim lê
lê‘(…)
Ev rêz wisa dirêj dibe û diçe… Her
dengbêjekî me teqez rojê carekê dibêjin ‘dil pîr nabe’ û bendên xwe li ser
memkên yarê tînin… Yezdanê mezin zewala wan ji nav me neke…
Duayên dînan û zirdînan, duayên salihan in…
|