• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Žemī
17
gulan
Mal arrow Mal arrow Mīzah
Mīzah
Mala 'BBG' Binivīse E-posta
 
26-02-2008 09:03 Editor

Prof Mihê-Dîn

 Yezdanê mezin žahidê min e, dema Serkužkužeyê Tirk Yažar Buyukanit ji bo kampên gerîlayan gotî, ‘Ev der ji bo me wekî ‘Mala BBG’ê ye’ zora min hatibû.
User commentsQuote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.usRead more...
Hesp ū Hest Binivīse E-posta
 
24-02-2008 08:46 Editor

Dostên min ên hêja, guhê xwe nedin gêjan, dest bavêjin hejan, bikevin pey çavrež, dilber û gejan!
User commentsQuote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.usRead more...
Bila dil bi dil be Binivīse E-posta
 
19-02-2008 17:49 Editor

Žêx Zubêrê KURDÎ

 

Belê gelî heval û hogiran, apê we Žêx Zubêr dil hebû, hefteya çûyî li ser “dil” binivîse. Ji ber ku roja nivîsa min rojekê berî “Roja Evîndaran” bû, min dil hebû nivîseke der barê “dil û bilbil û gul” de ji we re pêžkêž bikim. Lê mixabin ji ber pirsgirêkeke têkildarî “dil”, min nekarî nivîsa xwe binivîsim, nivîseke min a ku min berê ji rewžên wiha amade kiribû, hate wežandin. Ji ber vê yekê jî ez dil dikim ku ku vê hefteyê tûrikê dilê xwe li ber we vala bikim. Her çiqas pêžiyên me gotiye, “Vizzz! Dil ne sifre ye ku tu li ber her kesî raxî.”, jî ez ê dilê xwe li ber we raxim, çend peyvan ji çiya û baniyan daxim û li ser rûpela Azadiya Welat raxim.

Dil pižtî mêjî girîngtirîn, organa mirov e. Ku dil nexebite, mirov kêliyekê nikare bijî. Piraniya mirinan pižtî “žikesteka dil (kalp krizi)” tên. Žikesteka dil erdhejekê di lažê û mêjiyê mirov de pêk tîne. Dema kêliyekê dil kar neke û oksîjen neçe mêjî, žaneyên mêjî dimirin. Žaneyên mêjî jî di lažê mirov de tekane žane ne ku xwe nû nakin. Pižtî žikesteka dil, tižtên mîna anjiyografî, sten û vekirina bi nepoxê tên.

Lê belê di kurdî de dil, ji organeke laž zêdetir wekî navenda hestan tê pênasekirin. Hemû mijarên têkildarî hestan bi dil ve têne girêdan. Her wekî di peyvên mîna dilkevir, dilsoz, dilsar, dilgerm, dilnerm, dilreq, dilsoj û hwd. de diyar e.

Mijara dil herî xwež di stranan de hatiye ser zar û zimên.

Bira dil bi dil be

Bira mala me zindanek be

Li Çiyayê Bêlî, binî žil be

Binraxa me erd be, balîva kevir be

Serraxa mirov bervangê li ber min be

Bi 72 cihan qul be

Qûtê me timekl gilgil be

Bira li ažê duçavî hêra bin

Nîvî ax û nivî kevir be.

***

Bira dil bi dil razî be

Ne qazî be, ne miftî be

Bira gewende be

Dahola wî li pî be

User commentsQuote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.usRead more...
Meseleya Mala Ehmoyź Elī Binivīse E-posta
 
19-02-2008 08:10 Editor

Prof Mihê-Dîn

 

 

Pirsgirêka me kurdan a bi dewleta tirk re wekî meseleya Mala Ehmoyê Elî ye. Ezbenî hûn ê bêjin; ‘em meseleya Mala Ehmoyê Elî nizanin.’

Sebrê bikêžin ez ê vebêjim.

Jixwe hûn nexwazin jî ez ê vebêjim. Hûn jî baž dizanin ku ez dikarim menceleke nîskê bixwem û sê rojan neçim destavê, nikarim gotinekê di devê xwe de žil bikim.

Maliyên me ji bo min dibêjin; ‘nîsk xwe di zikî de digire lê gotin xwe di devî de nagire.’ Rastî hûn bixwazin, (bila di navbera me de be) zîrdîniya min jî ji vir dest pê dike.

Mala Ehmoyê Elî, malbateke ku hemû zilamên wê ticar bûn. Ne pir girîng e, lê dîsa jî bêjim; jinên malê jî žerker bûn. Çawa yanî? Wele rastiyê dibêjim. Jinên mala Ehmoyê Elî serê sibê dema ji nav nivînên xwe derdiketin teqez mijareke wan a ku li ser žer bikin hebû. Her roj hevdu bi parê digirt û li nava hewža malê vedizelandin.

Ezbenî dirêj nekim…

Ticarên mala Ehmoyê Elî ji ber ku tu rastmalê wan nebû hemûyan bi deyn ticaret dikir. Diçûn ji gundên Berwara Dihokê ça digirî û dianî li gundên derdorên xwe bi deyn firot. Hemû gundiyên ku ça ji wan dikirîn, digot em ê pižtî berxbirê parê çayê bidim. (Malûm e li gundên deverê ji ber ku žaristanî direngî mabû, pare û bankamatîk jî hemû ku bi qertên krediyê silîbê bikêžin.)

Hat û çû… dem diborî qewlê dayîna deynê dana çayê dihat. Lê piranî caran gundiyên ku ça ji ticarên mala Ehmoyê Elî dikirî berxên xwe yên salê bi deynê payîzê difirotin ticarên Bažûrî. Welhasilî kelam di ser deynan de sal werdigeriya. Kesên ça dida ticarên mala Ehmoyê Elî qalmecal dibûn dihatin ku deynê xwe dixwest.

Lê tižtekî ku ticarên mala Ehmoyê Elî bidin wan tunebû.

Ji vir pê ve rêbaza wan a xweser dikete dewreyê. Mînak çar ticar di malê de ne û deyndarek hatiye. Hema hûn bêjin deyndarê Ehmo hatiye. Yên din ji Ehmo re digot; ‘Ya bêsiûd… madem pareyê te nîn e, tu çima diçî malê xelkê tînî, camêran perîžan dikî? Ya bêžeref te hetik û erzên me birin…’

Pižtî gotinên bi vî cureyê berdibûn hev. Li hev dixist. Herî dawî xwediyê deynî radibû, dibû berevanê wan û got; ‘Ez ketime ber bextê we ji bo deynê min li hev nexin. Qizulqurt di nav wî pereyî de. Ez tižtekî ji we naxwazim.’

Žer radiwesta rispiyê mala Ehmoyê Elî li vir dikete dewreyê; ‘digot, here babiko, welehil ezîm, webileh kerîm ez ê hespê xwe yê boz berdim ser ……… wan û pareyê te ji wan bistînim.’ Xwediyê deynê ji xwe žerim dikir û radibû û diçû…

Nizanim êdî tižtekî ji bo pirsgirêka me dewleta tirk bêjim gelo…

Mînak serê me kurdan diêže dewleta tirk berqendê girêdide. Kengî em dest pê bikin bêjin, em jî mafên xwe yên ku we bi qewlê berxbirê desteser kirine dixwazin, berdibin rû hev. Aloziyeke wiha ku dilê me bi wan ‘dižewitîne’ derdikeve.

Çend rojan beriya niha çeteya ‘Ergenekonê’ mijara dilžewatê bû.

Çend çend roj in turban û laîkbûn di rojevê de ye.

Naxwazim ku žîroveyekê li ser bînim. Lê wekî gotina zirdînekî bêjim; Mala Ehmoyê Elî çu caran deynê kesekê nedida û bi wî pareyê heram bûn mal û avahî. Xwediyê deynê jî digot, roja qiyametê Yezdanê mezin dê heqê min bipirsê. Sedeq mentubîlah… lê gelo Yezdan ji xwediyê deynê jî napirse ku te çima doza mafê xwe nedikir?..

Niha vê gotinê ji birayên xwe yên misilman wergerim kurdiyê… ‘Gelo Yezdanê mezin ji me pirse ku hûn çima ev qas saf tevdigeriyan?...’ Belê wele…

User commentsQuote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.usRead more...
Nirxźn gelźrī Binivīse E-posta
 
13-02-2008 08:30 Editor

Žêx Zubêrê KURDÎ

Dema we bala xwe da sernavê nivîsê bila tižtên folklorîk û zargotin neyêne bîra we. Erê em li ser wan jî rawestin, lê belê êdî kurd di her tižtî de li gelêrîbûnê digerin. Bo nimûne, zanista gelêrî heye. Hinek nivîskarên me li gorî zanista gelêrî dinivîsin. Rêz û rêçikê vê zanistê ji nav gel derketine, xwerû kurdî ne û kurdewar in. Yanî ne zanista zireetê ye, ne jî zanista naylonî ye, zanista gelêrî.

Wekî din etîmolojiya gelêrî heye. Li gorî vê zanistê, kurdiya herî xwerû û resen tirk bi kar tînin. Mînak peyva “sewda” ji kurdî tê û rastiya wê jî “sêvda” ye. Dema tu ji yekî/ê hez bikî, tu sêvekê didiyê. Her wekî tê zanîn Hewayê jî Adem bi sêvê xapandiye û mala me mirovan xera kiriye. Heke wisa nekira, niha em li bihužtê bûn, kêf kêfa me bû. Li gorî vê teoriyê hemû peyvên ku em niha wekî tirkî dizanin bi kurdî ne û tirk bi xwe jî ji hozeke kurdan in.

Pižtî van galegalan em werin ser nirxên gelêrî yên rastîn. Bo nimûne metelokên kurdî gelekî xwež û balkêž in. Mînak van rojên han di bernameya Rêžad Sorgul a bi navê Dengê Gel de, yekî metelokeke pir balkêž got. Li gorî gotina wî camêrî, keçikek dane yekî kal, ževa taybet keçikê nexwestiye biçe ser nivînan, mêrik jî gotiye, tu herî erž jî, tu herî ferž jî tu yê werî ser viyê rež. Îcar wî camêrî ev tižt ji tirkan re digot. Yanî dixwest bibêje, hûn bi ku de herin jî hûn ê werin ser maseyê, wekî din çareya we nîn e.

Mînakeke din jî bi rengî ye. Li gundekî berbihar e, lê hîn bihar nehatiye. Dinya hinekî germ bûye, lewma jî çivîk li derdorê digerin û dikine vîtevît. Axayê hozê jî bi vê yekê dixape û ji živên dixwaze ku pêz bibe zozanan. Živan her çiqas dizane ku hîn bihar nehatiye jî, ji bêgavî bi gotina axayê xwe dike. Pižtî ku ew pêz dibe zozanan, berfeke giran dibare, hemû pez qir dibe. Axa diçe, bala xwe didê ku živan di žiketekê de xwe vežartiye û hemû pez miriye. Ew živên digire tîne, bi rê bala xwe didê ku çivîkek ji serma qefiliye û miriye. Li ser wê çivîkê axa wiha dibêje:

Çivîka vîtvîtanî

Te bala xwe xera kir

Mala min jî li ser danî.

Em mînakeke jî ji stranan bidin di wê jî hunereke pir xwež heye. Mînak ji strana dimilkî “Delala mi” ne û tê de wiha hatiye gotin:

Erê vayî yêno vay poyrazî

Delala min vay poyrazî

Zerê mi to rê pir veženo

Zey koliyê binê sazî

Erê vajî to rê vajî

Delala mi ez se vajî

Belê xayînê to çi dero

Ez to ra xatir biwazî

Zerê mi to rê pir tenik o

Ze perda serê piyazî

Bi taybetî gotinên, “Dilê min ji te re pir dižewite, mîna êzingên binê sazê” û “Dilê min ji te re pir tenik e, mîna perda ser pîvazê” gelekî hunerî û xwežik in.

Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be


User commentsQuote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.usRead more...
Tira tirkenan& Binivīse E-posta
 
12-02-2008 10:11 Editor

Xwendevanên min ên hêja û delal…

Wele ez ji vê sohbetê aciz im. Kî devê xwe veke dibêje ‘Kanê me riyeke çawa bibînin ku PKK’ê ji çiyayan daxin jêr…’

Yên van hevokan saz dikin; qažo hemû girgire û kužkužeyên civakê ne. Li ber navê hemûyan ‘tirileke’ (bi zimanê rojnameyageran ‘titr’ bi zimanê we jî pênaseyeke xweser. Belê rast e ku min nekarî tam rave bikin. Mînakekê bidim. Navê min Mîhê-Dîn e. Pênaseya min jî Prof e, gelo hat fêmkirin. Hûn jî niha dibêjin gotina temam bo bêaqilan tê gotin. Estexfîrulah, hažayî cenabê we.) dirêj heye û xwe wekî wijdana gel didin naskirin. Em vê meseleya pênaseyê hinekî din kurt bikin. Mînak hema bêjin heçî kesê ‘tira’ wî dirêjtir çawa devê xwe vedike; li ser ‘mižextbûna’ me kurdan diaxive. Qažo her yek ji wan li gorî ‘tira’ xwe hewl didin ku teybîrekê li me bînin.

Dibêjin ‘kurd dîn û har bûne, ketine çol û çiyayan. Kanê ji bo ku vegerin nav mirovan em ji wan re teybîrekê bibînin.(!)’

Xwendevanên min ên hêja û delal vê gotinê wisa sist nebînin. Ev gotineke ku felsefeya cînarê we dide dest.

Cînarê we ji bo we çi difikire, di vê helwestê de vežartiye.

Li gorî cînarê we; ‘we li aqilê xwe kêm kiriye û hûn bi çol û çiyayan ketine.’ Niha cînar hewl didin ku riyekê peyde bikin û we vegerînin nav civakê. Jixwe piraniya cînaran, hêviyeke wan ji vegera we jî nîn e. Yê dibêjin divê vegerin jî wisa difikirin.

Yên vê ‘qapê’ berdidin, bi vê ‘tira’ xwe didin xuyakirin ku hûn çu caran di rêza wan de nîn in. Jixwe her dem dereceyeke wan a ji ya we zêdetir heye.

Hasilî kelam heke di dewra sal û wextan de carekê li we bêne ‘rehmê’ jî; wisa difikirin.

Heke heta vê derê hê jî we mesele fêm nekiribe, ez ji bo we pîvazê hêj bêtir spî bikim…

Ez demeke ‘demokratên’ tirk ji bo ku riyeke çareseriyê li ber pirsgirêka kurd vebibe, fikrên xwe yên ‘bideng’ bi me re parve dikin. Hevoka wan a herî ‘salih’ ew e ku dibêjin; ‘Kanê me riyeke çawa bibînin ku PKK’iyan ji çiyayan daxin jêr…’ Qey, ji ber ku me kurdan aqilê xwe kiriye pêxwarina ligel nan û pîvazê xwariye û mižext bûne niha hewl didin ku me ažt bikin. Mala minê.

Be wilehî webilehî heta niha gelê kurd gelê kurd çu caran bi rastî ‘tireke’ ev qas bêhn sar nehatine.

Dê bila wisa bifikirin. Em jî dê bêjin; ‘hema ev ‘tir’ bila we pîroz be.


Kek Huseynî kî ye ew dindikxur?

Xwendevanên Azadiya Welat roja žemiyê ji pênûsê Ehmed Huseynî nivîseke pir balkêž xwend. Ji bo kesên ku nexwendine; pêžniyar dikin ku bikevin www.azadiyawelat.com vê nivêsê bixwînin. Hasilî kelam; bi çend gotinan mijara Kek Huseynî bi bîr bixin. Mijara nivîsê li balafirgeha Hewlêra bažûrê Kurdistanê derbas dibe. Li gorî agahiyên Kek Huseynî dide; rewženbîrekî kurd ê pir navdar ku niha li Swêdê dijî, ji bo serdan çûye bažûrê Kurdistanê û ji wir têrî barê kerekî pirtûkên hêja ji kes û keswanên ronakbîr ên Bažûr girtine û ji bo ku bixwîne û sûdê jê bigire bi gelê xwe re parve bike berhev dike. Lê ji ber ku çenteyê wî pir giran bûye karmendê balafirgehê jê re dibêje; ‘yan tuyê kiriya barê xwe bidî yan jî tu yê barê xwe sivik bikî.’ Bi qewlê Huseynî rewženbîrê me hêrs bûye û di navbera dindik, findiq û pirtûkan de tercîhek kiriye. Dindik û findik bi xwe birine, pirtûk di cih de hižtine…

Dewama vê çîrokê hê balkêžtir e. Ya baž ew e ku hûn jî ji pênûsê kek Huseynî bixwînin. Lê bo min bû meraq. Gelo kî ye ev rewženbîrê me ku dindik û findiqan ji pirtûkan bêtir hez dike? Divê kek Huseynî navê wî jî bide…


User commentsQuote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.usRead more...
Kanī kanī hefsar kanī Binivīse E-posta
 
06-02-2008 07:54 Editor

Žêx Zubêrê KURDÎ

Gelî xwendevanên berkeftî û serkeftî yên Azadiya Welatî, min dil hebû ez îcar li ser çalakiyeke hunerî binivîsim, lê mixabin zilamekî zalim dîsa bi darê zorê xwe xiste rojeva me. Ew jî Hesen Celal Guzel e. Wî keležêrê ziktilêr roja 3’ê režemiyê di rojnameya Radîkalê de zirbelgeyek pêžkêž kiriye. Dema mirov bala xwe dide belgeyê, mirov dibêje qey bi destê Alparslan Turkež hatiye nivîsandin. Ka em bi hev re bala xwe bidin wê zirbelgeya ku li binî navê çend saziyên kurdan ên wê demê hatine nivîsandin û ji Konferansa Lozanê re hatiye žandin.

“Em kurd qewmekî ji nîjada turanî ne. Ji ber taybetiyên me û dabûnêrîtên me yên neteweyî tirkan ji me re di wateya “egît û mêrxas” de gotiye kurd.” Belkî hinek ji we bibêjin, “Berde binê te erd e.” Lê lez mekin, binêrin belge li ser pêkhatina zimanê kurdî çi dibêje: “Heke li ser rewža kurdan a berî sala 1876’an û pižtî 1876’an lêkolîn bê kirin, dê were dîtin ku mîsyonerên îranî di nav kurdan de xebat kirine, di encama vê yekê de jî kurdan dev ji zimanê xwe yê resen tirkiya xwerû berdaye, li herêmên mîna Erzirom, Wan, Bedlîs û Misûlê dest pê kiriye bi kurmanciya ku ji bilî žêwezarekî farisî ne tižtek e, axivîne. Li herêmên mîna Xarpêt û Diyarbekirê bandora van xebatên mîsyonerî kêmtir çêbûye, lewma jî kurdên li van herêman bi žêwezarê zazakî ku zimanekî bi tirkî re tevlihev e, xeber didin. Yavûz Sultan Selîm Xan, em tirk kurê tirkan bi fermaneke ku wî ji Žêx Îdrîsê Bedlîsî re žand, tevî welatê xwe kirin. Ji wê rojê heta niha em di bin dilovanî û deshilatiya xizmên xwe yên tirk de jiyaneke aram û bextewar dijîn û bi žêwezarekî tirkî dipeyivin.”

Yanî bi kurtasî em ji bextewarî û kêfxwežî dimirin. Kesên ku ji birçîna dimirin jî ji ežq û evîna tirkan xwarin nayê bîra wan. Dewleta me xwestiye ku agirê evîna xwe nîžanî me bide, ji ber vê yekê çar hezar gundên me žewitandine. Wan zarokên me yên di zikê diya xwe de pir meraq kirine, lewma wan zikê dayikên ducanî bi singûyan qelažtine.

Belê gelî canik û camêran we dît, kurê xelkê çi xebatên zanistî dikin û çi belgeyên çîrokî pêžkêžî raya gižtî ya cîhanê dikin. Ez bawer dikim gelek kesên ji Amedê dema ew nivîs xwend, jixweber ev gotin ji devê wan derketine, “Sen ne diyisen oxlim, qebrax û oxlî qabrax?” Lê em tižtên wiha nabêjin û heqaretê jî li kesî nakin. Em ê dîsa guh bidin dengê dil ka li ser vê belgeya çîrokî ji dibêje:

Kanî kanî

Kanî hefsar kanî

Belge ev e hefsar kanî

Xwedê mala te wêran ke

Te ew belgeya çîrokî ji ku deranî

Kanî kanî çavsor kanî

Žêran bar kir,

guran li ser danî

Felek destê xwe bixe qirikê

Bifetisîne vî nezanî

Kanî kanî çavzer kanî

Tu bi qurbana vî zimanî

Te dîtiye tu zemanî

Zimanek çêbe wisa bi hêsanî

Kanî kanî çavkor kanî

Wêran bibe li te mal û xanî

Kalikê te jî

ew çîrokên pûç li hev anîn

Wan mala xwe wêran kir, mala me jî li ser danî

Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be


User commentsQuote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.usRead more...
Felsefeya Mihź-Dīn Binivīse E-posta
 
05-02-2008 08:03 Editor

Ez pêžniyar dikim ku hûn jî 20 pirsên min li jêr bersivandine, li xwe bînin. Ez wekî zirdînekî ku di nav we de hatime vî halî dibêm qey hûn hemû van pirsan li xwe bînin, baž e. Lewma qenc û xirab divê her kes felsefeya xwe bizanibe. Heke ne wisa be, em ê her felekê pêneqûn bikin.


1- Kelîmeya hûn hez jê dikin?

Ji vê pirsê hez nakim, lewra her kes rûyê xwe yê rastî pê dipeçêve.

2- Kelîmeya hûn qet hez jê nakin?

Empatî. Ji ber ku kêm kes heqê vê gotinê bi cih tînin. Lê bûye benîžtê devê qenc û xiraban.

3- Çi kelecanê li we çêdike?

Dema pesnên min têne dayîn.

4- Çi tižt kelecana we dikuje?

Dema têm rexnekirin.

5- Dengê ku hûn jê hez dikin?

Dengê zarokên min.

6- Dengê ku hûn qet hez jê nakin?

Dengê teyra pepokê. Lewra tenêtiya min tîne bîra min.

7- Hûn naxwazin kîjan pîžeyê bikin?

Feqîriyê. Lewra hatiye gotin ku feqîrî baveqûn e. Tu rûyê feqîrî li cem tu kesê nîn e.

8- Hûn dixwazin bibin xwediyên kîjan seretên xwezayî?

Dînatiya min têrî min dike.

9- Heke hûn xwe nebûna dixwazin bibûya kî?

Wê demê min dixwest ez bême dinyayê. Lewre ez mirovekî jixwehezkirî me.

10- Hûn dixwazin li ku derê bijîn?

Kiyê nebêje ez dixwazim li peravên Mîamiyê bijîm, derew dike. Li aliyekî bayê okyanûsan û li aliyekî jî… (Hewce nake dewama wê bînim…)

11- Kêmasiya we ya herî mezin?

Hin caran biaqil dibim…

12- Kêmasiya we ya herî zêde kêfa we tîne kîjan e?

Zirdîniya min e.

13- Lehengê we kî ye?

Lehengê min nîn e. Lehenga min heye, lê nabêjim. Çima pirsên ev qas zilamparêz tên kirin fêm nakim.

14- Dijûna ku herî zêde hûn bi kar tînin?

Ho bavê di bin ritilan hingavd… (Tu guneha min nîn e, ez jî ji Colemêrgiyan hîn bûme.)

15- Ruhiyeta we ya niha çawa ye?

Žad û bextewar im. Lewra heke edîtor sansûr neke hemû rastiyên xwe min vegotine.

16- Kîjan dirûžm felsefeya we ya jiyanê vedibêje?

Rastî baveqûn e… (Yekî bêje ne wisa ye, bila dertê xwe ji Dr. Dilgež re binivîse.)

17- Xewna we ya bextewariyê kîjan e?

(Yezdanê mezin pê žahid e ez weletekî azad û serbixwe dixwazim.)

18- Li gorî we wateya xemgîniyê çi ye?

Hin caran rastî kesên ku ji azadiyê fêm nakin têm. Ev yek min pir xemgîn dike.

19- Hûn dixwazin çawa bimirin?

Ez namirim… (Dînatiya min dê jîndar be, aha li vir dinivîsim.)

20- Dema hûn mirin, dixwazin Yezdan li ber dergehê cenetê ji we re çi bêje? Yezdan dê ji min pirs bike; ‘te emanetê min çi kir?’

Ez jî dê bêjim ‘min xiyanet lê nekir’.

Jêrenot: Yezdanê mezin žahidê min û we be bersivên min ên ji bo hemû pirsan samîmî ne û dilê min çi gotibe, min ew gotiye.



User commentsQuote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.usRead more...
Jźr;Jźr; Vegere serź Jźr; A beriya wź 1 2 3 4 5 6 A pižtī wź Jor; Biēe dawiya wź Jor;Jor;

Encam 33 - 40 Yekūn: 46