• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Sêþem
13
gulan
Mal arrow Mal arrow Mîzah arrow '301 Heqaret'
'301 Heqaret' Binivîse E-posta
 
Ev demek e ku xala 301 û niqaþên li ser wê di rojeva Tirkiye û cîhanê de cihê xwe diparêze.

Mirov rastî biaxive, vê yekê qet bala min nedikiþand, heta ku van rojên dawiyê nijadperestan mesele hinekî din sor kir.


Tê gotin; ger hat û ew xal hate guherîn, ger hat û heqaret li tirkên Kerkûkê kirin, emê nekarin dengê xwe bikin. Hey mala minê Kerkûk. Sedam hemû qir dikirin, dewleta Tirkiyeyê çavên xwe jê re girtibûn, îca niha dixwazin destûrê nedin kes heqaretê li wan bike.

Ger hûn wisa camêr in, guhê xwe vekin û li heqareta îraniyan guhdarî bikin. Li Îranê 301 heqaretî li tirkan dikin.

Bêmane gotina tirk li Îranê bûye hemwateya “xer” yanî guhdirêj (ker). Serokomarê Îranê Mehmûd Ehmedînijad jî di nav de hemû îranî her dem, gav û saetê bi tirkan dikenin û heqaretê li wan dikin. Hema radibin û rûdinên bi wan dikenin.

Xerabtirîn mînak û pîstirîn pêkenokên îraniyan li ser tirkan e û tê gotin Þah Ebas 10 tirk bi kerekî re guheriye. Yanî 10 tirk dane Rûsyayê û guhdirêjek ji wan standiye. Lewre di lîteratura farsî de peyva tirk bûye hemwateya “ker”... Gava yekî fars ji yekî re bêje “ker”. Yanî rasterast nabêje ker, jê re dibêje tirk.

Bi kurtî îranî 301 heqaretî li tirkan dikin, îca bila herin li gorî xala 301’ê dozê der heqê rayedarên îranî de vekin. Ma vedikin? Na venakin. Çi dikin? Wan li Enqerê mêvan dikin û li ser esasê dijminatiya gelê kurd qedir û qîmetê didin wan. Heyeta wan bi qewlê kurdên baþûrî, bi “xwardinî baþ” û bi kebaban tên pêþwazîkirin.

Bes derdikeve holê ku hemû çîrok in. 301 jî beþek ji çîroka 1001 þev e. Yanî armanca wan tenê birîna dengê kurdan e.  Ew dixwazin bi wê xalê rê li ber bîr û baweriya gelê kurd bibirin.

Li gorî mantiqê wan kes nikare heqaretê li tirkan bike, lê kî çi dixwaze û çiqas dixwaze dikare heqaretê li gelê kurd û li neteweyên din bike. Lewre jî divê her kurdek bi nameyekê giliyê xwe bike û bibêje: “...” Yanî kî çi dixwaze bila wisa bêje. Ez bi xwe dibêjim ew kesên ku rehim bi Bûka Aþtiyê Pîppayê nekirin wê rehmê bi bavê xwe jî nekin. Ew zêhniyeta barbariyê ye û ew kiriyareke hov e. Ger ev rastî heqaret be, ez 301 carî dubare dikim...

* Ji hêstirê (qantir) pirsîne, bavê te kî ye? Hêstirê þerm kiriye bêje û gotiye; Xalê min Hesp e.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


21-04-2008 12:40 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 21-04-2008 12:40. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment. Last update on 21-04-2008 12:40
Views: 61    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;