Profîl (a): Koçber. Kurdên
li dûrî welatê xwe –yên di halê xwe
de heyî- pirtirê dema xwe li ser msnê derbas dikin.
Problema wan bi civaka koç kirinê heye û zû
bi zû nikarin danûstandinê bi derdora xwe re çêkin.
Helbet jenerasyona nû nakeve ber vê profîlê,
gotina me ji bo koçberan e, yanî yên li Kurdistanê
mezin bûn û ji mecbûrî an bi dilê xwe
–ferq nake- terkî welatê xwe bûn.
Belê gelî heval û
hogiran, her wekî Resûlê Xweda jî ferman
kiriye, hezkirina welat ji îmanê ye. Gelê kurd di
Newrozê de careke din nîžan da ku bîr û
baweriya wî çendî xurt e. Hikûmeta tirk
dixwaze me bi vir û derewên xwe, bi misilmantiya xwe ya
sexte û durû bixapîne. Lê gelê me ji
mêj ve li gorî vê hedîsa žerîf
têdikože.Her wiha Xwedayê dilovîn û dilovan,
di Qur’an pîroz de gotiye, hebûna reng, zimanê
cuda nîžaneya mezinahiya min e. Lê tirkên
nîjadperest dixwazin bi polîtîkayên
asîmîlasyonê vê mezinahiya Xweda red bikin.
Dema ku we li sernavê nivîsê
nihêrt we meraq kir ka ez ê behsa çi bikim, ne
wisa? De ka ez bêjim. Nizanim kîjan sal bû, lê
dizanim meh meha remezanê bû. Wekî hûn hemû
jî dizanin li Elezîzê elewî pir in lê
dengê wan tu car wekî ê ulkucuyan dernakeve.
Dostên min ên dilpak; ez
zanim, gava çavê we bi vê sernivîsê
ket dibe ku hûn di dilê xwe de bigerînin û
bibêjin, “Heyran, ev çi ye?” ez dirêj nakim û
hema tavilê xwe berdidim nava mižarê û dest bi
raçandina tevna xwe dikim, pardon, çi karê tevnan
li nav mižaran heye, li žûna wê, dest bi melevaniya bi
peyva kurmanciyê dikim.