• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Wê çawa be ev halê me?
Wê çawa be ev halê me? Binivîse E-posta
 
Piþtî operasyonê pirsa herî girîng ev e bawer im. Berî ku em bersiva vê pirsê bidin ez dixwazim çend xalên girîng ji vê operasyonê bi we re parve bikim. 1- Yekem car operasyon bêyî rojnamevan û çapemeniyê hat birêvebirin. Di operasyonên din de Fermandariya giþtî cil û mêjiyê xwe li rojnamevanan dikirin û dibirin qada þer. Heta ne tenê opreasyonên dersînor, di operasyonên hundir de jî rewþ wiha bû.

2- Piþtî tu operasyonan Serfermandariya giþtî negot “em pir xweþ vekiþiyan, bêyî ku tu windahiyan di vegerê de bidin” (Tereyagýndan kil çeker gibi çekildik) Ev xal tiþtekî pir girîng e. Veger an têkçûneke xweþ çawa dibe ez nizanim, ku hûn dizanin ji kerama xwe re ji min re jî bibêjin.

3- Serfermandarî dibêje “hinek bi hejmara kuþtina þervanên PKK’ê bawer nakin û dibêjin çima hûn miriyan nîþan nadin? Tiþtekî wiha heta niha bûye gelo? Em ê çawa miriyên ku mil û lingên wan jê bû ne, cesedên parçebûyî niþan bidin.? Bi me bawer nakin, ma Serfermandarî derewan dike? Belê dike. Di 24 operasyonên dersînor û hemû operasyonên hundir de çapemeniyê termên gerîla nîþandan. Heta televizyonên wek Starê hewcedarî nedîtin potekî bavêjin ser pêsîrên gerîlayên jin û wisa rût teþhîr kirin.Yên ku bernameya “ Anadoluda Gorunum” û bernameyên bi heman rengî di televizyona dewletê de (TRT) amade dikirin û didan weþandin, meaþa xwe bi teþhîrkirina termên gerîla distandin.

4- Hindik maye sefermadar bêje “ku hûn ji min bawer nakin Quranê binîn ez ê destê xwe lê bixim”. Dibêje “ hûn derxin holê ku em li ser gotina Emerikayê vekiþiyane, ez ê unîformayê xwe derxim”. Rastî ev e. Bi sedan nivîskar û gelê li kolanan bawer nakin ku dema operasyonê tije bûye û leþker vegeriyane, hema çiyê xwe derdixe bila derxe.


Wê çawa be ev halê me?

Li gorî gelek stratejîst û siyasetmedaran tê gotin ku piþtî operasyonê wê gavên siyasî bêne avêtin. Heta hem serfermandar di axaftina xwe ya navborî de got “kî çareseriya demokratik dixwaze bila derkeve pêþ, em bizanibin ka ji me çi tê xwestin” hem jî Cîgirê Serokwezîr Cemîl Çîçek di hevpeyvîna xwe ya di kanal 24’ê de got “kî efûyeke giþtî dixwaze bila bixwaze em wan bibînin, helbet wê gotineke me jî hebe. Lê bila kes me navêje nava agir.” Bi vî rengî gelek þîrove têne kirin û wê bêne kirin. Li vir peywira herî zêde dikeve ser rewþenbîran, demokratan û kesên ku ji bo vî walatî êþê dikiþînin, divê rojekê ji ya din pêþtir rabin ser piyan û ji gel re pêþengiyê bikin. Da ku ev pirsgirêk çareser bibe. An wê dîsa þevþevok dê bêne ser kar û nêçira azadîxwazan bikin.

Divê em þiyar bin.

Gumana min ev e ku wê heyfa vegerê/têkçûnê ji serok û rêberên gelê kurd bigirin.

An bi kuþtinê an jî bi avêtina hepsê.

Îhtimaleke wisa jî heye.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


05-03-2008 08:06 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 05-03-2008 08:06. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 10 time. You can leave a comment. Last update on 05-03-2008 08:06
Views: 211    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;