Turban peyveke fransewî ye. Çawa tirkan komar û hemû zagonên
komarê ji Fransayê girtine. Ev peyv jî ji Fransayê girtine. Li Tirkiyeyê
pirsgirêkek bi vî rengî di dîroka nêz de xuya nake.
Belê di dema avakirina komarê de ji bo cil û bergan hinek
qanûn hatine derxistin. Heta ji bo ku ev qanûn rûnin, kuþtin jî tê de hemû
tedbîr hatine standin. Lê piþtre, weke di makezagonê de jî hatiye nivîsandin
pîvan hatine danîn.
Bi wê ve girêdayî Qanûnên Memûran û Karkeran jî hatine
guhartin.
Wek: “Simbêl ji taxa lêvan derbas neke
Cênîk nermika guh,
Por jî ser guhan negire,”
Ji bo jinên di karekî de diþixulin jî:
Divê pêþa etek û fîstan bi ser çongan re be,
Serserqotbin,
Ji bo xwendekaran jî:
Heta rengê lixwekirina wan jî hatiye diyarkirin.
Lê piþtî derbeya 12 îlonê ku îslama nerm bi saya wê hate
pêþxistin, nîqaþên weke çima rojî nayê girtin û zilma turbanê hatin
destpêkirin.
Kurd ji serî de neketin nava van nîqaþan. Heta dema nîqaþa
turbanê dest pê kir. Di heman demê de hemû reng û cil û bergên ku niþana
kurdewariyê bûn jî hatibûn qedexekirin. Bi dehan çîrokên ku çawa doxîna bav û
kalên me jê hatine kiþandine û þalê wan avêtine ser piþta wan di wê demê de
hatin afirandin.
Lê ji hêla turbanparêzan ne ji bo sîmgeyên kurdî, ne ji bo
ramana azad, ne jî ji bo pirsgirêka kurdî tu carî me ne bangek ne jî alîkariyek
bihîst.
Gelek vekirî dibêjim. Ji bo kurdan pirsgirêkek wisa tune ye.
Hezar sal in kurd bi jinamêran di nav hev de dijîn. Ku li gundekî govendek,
dîlanek çêbe jin, keç, mêr dikevin deste hev û bi hev re govendê digerînin.
Keçên kurd ne wek sîmge lê ji ber kevneþopiyên bav û kalan þarpeyê didin serê
xwe. Piranî yê wan dema zewicîn þûtikê(xavik) didin serê xwe. Xavik nîþana
zewacê ye jî.
Jinên me li her derê bi mêran re dikevin nava diyalogê,
zilam li mal be an nebe dikarin mêvanan bihewînin.
Tevî ku em kurd hemû azadiyan diparêzin û pêþkeþiya wan
dikin. Ji turbanê behna AKP û îslama nerm a ku dixwazin kurdan pê bixapînin tê.
Belê bila serbest be.
Bila kî çawa dixwaze wisa cilan li xwe bike.
Bila kurd jî karibin þal û þapikên xwe,
Keskesora xwe,
Û hemû cil û bergên ku niha tenê di folklorê de têne
bikaranin li xwe bikin.
Bi azadî stranên xwe bêjin
Û di dibistanan de zarokên xwe hînî kurdî bikin.
Ku mijar azadî be em ji duhî de amade ne.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 30-01-2008 08:47. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 20 time. You can leave a comment.
Last update on 30-01-2008 08:47 Views: 373
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 373