Li Tirkiyeyê heta niha ji 20’an
zêdetir partî hatine girtin. Du xetên bingehîn
ku dibin sebeba girtina partiyan hene.
Xeta yekemin; “qaþo parçekirina
welat û cudaxwazî”,
Xeta dûyemîn jî
;“hilweþandina laisîzmê, bi gotineke din xeta daxwaza
þerîetê” ye.
Pêþkêþiya xeta yekemîn
partiyên kurdan dikin. Jixwe ev partî jî piþtî
serhildana gelê kurd derketin qada siyasetê. Avakirin û
girtina HEP’ê, OZDEP’ê, DEP’ê, HADEP’ê,
hîn jî têne nîqaþkirin. Xala hevbeþ a di
navbera van partiyan ev e. “Têkoþîna ji bo mafên
gelê kurd, siyaseta legal û rewa”
Lê dewletê tu carî
wisa li wan nenihêrî. Ev weke partiyên ‘navenda
parçekirina Tirkiyeyê, navenda hereketa cudaxwaziyê’
dîtin. Û hemû partî li pey hev girtin.
Heta îro.
Niha jî dor hatiye ser Partiya
Civak a Demokratik (DTP). Bi hinceta girtinê doz lê
hatiye vekirin. Her çiqas di Makezagonê de girtina
partiyan dijwartir jî kiribin (divê di daniþînê
de ji 12 heb dozgeran 7 ên wan ji girtinê re bibêjin
erê) jî, ji ber ku di saziyên bilind ên
dewletê de tu carî cih nadin dostên gelê kurd
wê bi yekdengî biryara girtina DTP’ê bidin. Heta
ji derveyî dozgeran Baykal, Bahçelî, Erdogan û
gelekên din jî tevî ku mafê dengdayîna
wan tune be jî wê destê xwe bilind bikin.
Di vê dozê de ji 220
siyasetmedar, rêvebir û þaredarên kurd re jî
biryara qedexekirina siyasetê tê xwestin. Dema mirov li
wê lîsteyê û navên ku tê xwestin
qedexe bibin dinêre þaþ dimîne. Ji hemû rêvebirên
DEHAP’ê, HADEP’ê, Partiya Azad û DTP’ê
re biryara qedexekirinê dixwazin.
Ez dibêjim di þûna yeko
yeko qedexekirinê de, bila xalên makezagona veþartî
di makezagonê de bi cih bikin û aþkera binivîsînin
“ li ser çi navî dibe bila bibe û kî dike
bila bike, li Tirkiyeyê; tu kesek an partiyek nikare li ser
navê gelê kurd siyasetê bike”. Ew çax hem
wê dewlet rehet bibe hem jî gelê kurd. Û
helbet em ê ji xwe re li riyeke din bigerin.
Xeta duyemîn ; xwestina xeta
þerîetê
Ev siyaset ji Partiya Milli Nizam dest
pê dike. Piþtî ew bi hinceta “ bûye navenda
dijatiya laisizmê”tê û girtin û gelek
partiyê din li ser heman bîrdoziyê wek Partiya
Selamet a Millî, Partiya Refahê, Partiya Fazîletê
tên avakirin. Lê wek kevneþopiyekê hemû
partiyên navborî di domana demê de yek bi yek têne
girtin. Niha jî dozgeriyê ji bo girtina AKP’ê doz
vekir. Û di serî de serokomar û serokwezîr ji
70 kesî re jî qedexekirina siyasetê tê
xwestin. Gotineke pêþiyên me kurdan heye dibêjin;“Tepa
min li te, kumê min li serê te”
Belê çiqas ew ji kum hez
jî bikin niha kumê me li serê AKP’ê ye.
Hemû êþên me kiþandin û niha jî em
dikiþînin bi rasthatinek û lêhatineke dîrokî
wê Erdogan û patiya wî jî bikiþînin.
Xwedê derdan nede tu kesî. Lê wek gelê kurd
em çareya vê nexweþiyê dizanin.
Çare ev e: Ji bo her kesî
Demokrasî
Makezagonek wek welatên pêþverû,
ku di wê makezagonê de kurd veke avakarê vê
komarê bêne dîtin, ji zimanê wan re, ji çanda
wan re, ji ala wan re, ji axa wan re, hurmet bê nîþandan.
Di komareke wisa de helbet wê Erdogan û dilxwazên
wî jî bi rehetî karibin misînê xwe
dagirin û kumê xwe bidin serê xwe.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 16-03-2008 08:38. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 13 time. You can leave a comment.
Last update on 16-03-2008 08:38 Views: 140
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 140