• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Telqîna Aþtiyê
Telqîna Aþtiyê Binivîse E-posta
 
10 heval bûn, li Çewlikê di Newala Cehenemê de. Zivistan bû. Berf ne li zenguya, ne jî li çogê bû. Ji qama mirov jî derbas kiribû. Berf gihabû sînorê mirinê. Bi berfê re, mirin jî bi ser baregaha deh cangoriyan de bariyabû. Her der seranser bi mirinê hatibû dorpêçkirin.

Bist roj berê cihê wan hatibû tespit kirin. Berê bi dozeran xwestibûn rê vekin û xwe bigihînin wan. Lê berfê rê nedabû. Piþtî bist rojan bi helikopterên ku mirinê vedireþin, li çar hawirdorên wan, neçirvanên mirinê  danîbûn. Wan jî nikaribûn gav bavêjin. Dawiya dawiyê 12 balafir ji Amedê rabibûn û  bombeyên beroþ bi ser wan de berdabûn…

Bavê Mehmet Hayme, Þafî Hayme wiha dibêje: “Tiþtên anîne serê zarokên me ji mirinê wêdetir in. Cara pêþî diya wî çû, ew nas nekir. Piþt re ez û du biraziyê xwe çûn Çewlikê. Me wêneyên wî jî bi xwe re birin. Bi wêne jî ne dihate naskirin.

Piþt re ;

Me guh da ber guh,

Çav da ber çav,

Mil da ber mil,

Ling da ber ling, bi wî awayî me nas kir.

Kurê min neh sal bû parastina azadiya gelê xwe dikir. Bila welat sax be.”

Li goristanê Serokê DTP ya Amedê Necdet ATALAY, ev wahþet bi þêweyeke  ku  erd û esman hejand wiha þirove kir

“Gelê Mino! (Ey Halkým)

Mala ku þehidek ne dabe, bajarê ku þîn girê nedabe, ocaxa ku agir pêneketibe nema ye. Ez ji Tayîp (Serok Wezir) re dibêjim; “Tû kengî hewara vî gelî bibihîzî? Gelo, dema weke me agir bi mala te ket? Ez ji medyaya qartelan re jî dibêjim: “Ev 10 rojin li heremê gel li ser piya ye. Gelê kurd li ser piya ye. Vê yekê bibînin. Êdî sebra me nemay e. Edî bes e!”

Belê 10 rojin gel li ser piya ye. Bi jin û mêran ji dinyayê re peyamên xwe diþînin. Lê hemû dinyayê weke her car xwe ker kiriye. Dinya tenê dema behasa kurdan tê kirin xwe ker dike.

Binêrin, Kosovo serxwebûna xwe îlan kir û dewleta herî pêþî  Kosovo nas kir Tirkiya ye. Em jî weke gelê Kurd serxwebûna Kosova pîroz dikin. Lê ka mafê 40 milyon kurdan ku milêtê  herî mezin ê bêwelat in.

Telqîna Aþtiyê.

Ey þehid dema ku tu çûyî wê melayket ji te bipirse:

‘Tu ji kîjan welatî yî?’ Bêje, ‘ez ji welatê bindesta me.’

Dema got ‘ku der e?’ Bêje, ‘Kurdistan e.’

Ku pirsî ‘zimanê teçi ye?’. Bêje, ‘kurdi ye, lê qedexe ye.’

Dema got ku ‘qet xwediyê we tûne ne?’ Bêje, ‘em bê xwedî ne.’

Dema got ‘hêviya aþtiyê heye?’ Bêje, ‘tevî aþtiyê em yanzdeh heval bûn û aþtî bi dengê bombeya pêþiyê mir. Û ji xwe ev telqîna aþtiyê ye.’^

Bêje ey þehid!

‘Jiyan heq e,

Ziman heq e

Welat heq e, (namûsa me ye)

Azadî heq e .

Û di vê re de mirin jî heq e.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


19-02-2008 17:39 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 19-02-2008 17:39. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 16 time. You can leave a comment. Last update on 19-02-2008 17:39
Views: 297    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;