10 heval bûn, li Çewlikê di Newala Cehenemê
de. Zivistan bû. Berf ne li zenguya, ne jî li çogê bû. Ji qama mirov jî derbas
kiribû. Berf gihabû sînorê mirinê. Bi berfê re, mirin jî bi ser baregaha deh cangoriyan
de bariyabû. Her der seranser bi mirinê hatibû dorpêçkirin.
Bist roj berê cihê wan hatibû tespit kirin.
Berê bi dozeran xwestibûn rê vekin û xwe bigihînin wan. Lê berfê rê nedabû.
Piþtî bist rojan bi helikopterên ku mirinê vedireþin, li çar hawirdorên wan,
neçirvanên mirinê danîbûn. Wan jî
nikaribûn gav bavêjin. Dawiya dawiyê 12 balafir ji Amedê rabibûn û bombeyên beroþ bi ser wan de berdabûn…
Bavê Mehmet Hayme, Þafî Hayme wiha dibêje:
“Tiþtên anîne serê zarokên me ji mirinê wêdetir in. Cara pêþî diya wî çû, ew
nas nekir. Piþt re ez û du biraziyê xwe çûn Çewlikê. Me wêneyên wî jî bi xwe re
birin. Bi wêne jî ne dihate naskirin.
Piþt re ;
Me guh da ber guh,
Çav da ber çav,
Mil da ber mil,
Ling da ber ling, bi wî awayî me nas kir.
Kurê min neh sal bû parastina azadiya gelê
xwe dikir. Bila welat sax be.”
Li goristanê Serokê DTP ya Amedê Necdet
ATALAY, ev wahþet bi þêweyeke ku erd û esman hejand wiha þirove kir
“Gelê Mino! (Ey Halkým)
Mala ku þehidek ne dabe, bajarê ku þîn girê
nedabe, ocaxa ku agir pêneketibe nema ye. Ez ji Tayîp (Serok Wezir) re dibêjim;
“Tû kengî hewara vî gelî bibihîzî? Gelo, dema weke me agir bi mala te ket? Ez
ji medyaya qartelan re jî dibêjim: “Ev 10 rojin li heremê gel li ser piya ye.
Gelê kurd li ser piya ye. Vê yekê bibînin. Êdî sebra me nemay e. Edî bes e!”
Belê 10 rojin gel li ser piya ye. Bi jin û
mêran ji dinyayê re peyamên xwe diþînin. Lê hemû dinyayê weke her car xwe ker
kiriye. Dinya tenê dema behasa kurdan tê kirin xwe ker dike.
Binêrin, Kosovo serxwebûna xwe îlan kir û
dewleta herî pêþî Kosovo nas kir Tirkiya
ye. Em jî weke gelê Kurd serxwebûna Kosova pîroz dikin. Lê ka mafê 40 milyon
kurdan ku milêtê herî mezin ê bêwelat
in.
Telqîna Aþtiyê.
Ey þehid dema ku tu çûyî wê melayket ji te
bipirse:
‘Tu ji kîjan welatî yî?’ Bêje, ‘ez ji
welatê bindesta me.’
Dema got ‘ku der e?’ Bêje, ‘Kurdistan e.’
Ku pirsî ‘zimanê teçi ye?’. Bêje, ‘kurdi
ye, lê qedexe ye.’
Dema got ku ‘qet xwediyê we tûne ne?’ Bêje,
‘em bê xwedî ne.’
Dema got ‘hêviya aþtiyê heye?’ Bêje, ‘tevî
aþtiyê em yanzdeh heval bûn û aþtî bi dengê bombeya pêþiyê mir. Û ji xwe ev
telqîna aþtiyê ye.’^
Bêje ey þehid!
‘Jiyan heq e,
Ziman heq e
Welat heq e, (namûsa me ye)
Azadî heq e .
Û di vê re de mirin jî heq e.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 19-02-2008 17:39. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 15 time. You can leave a comment.
Last update on 19-02-2008 17:39 Views: 296
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 296