Hunermend Pippa Bacca (Giuseppina
Pasqualino di Marineo) tevî xêliya xwe li Gebzeyê
mirî hate dîtin.
Hate gotin ku hunermed Pippa Bacca
piþtî ku qatîl Murat Karataþ tecawuzî wê
kiriye, destê xwe kiriye qirikê û xeniqandiye.
8’ê Adarê Giuseppina
Pasqualino ji Marineo û hevala wê Silvia Maro jî ji
Mîlanoyê ketin rê. Tevî xêliyên
xwe yê nîþana aþtiyê wê bi ser welatên
balkanan re, biçûna Tirkiyeyê û ji wê
jî biçûna Telavîvê.
Navenda hemû þerên qirêj
Polîsên tirk gotin: “bi
çi awayî be em ê Pippa Baca bibînin.”
Belê dîtin; mirî,
tazî û di kortekê de.
Çîroka hunermenda mîlanoyî
bi xemgînî bi dawî bû.
Hunermend Baca xwest aþtiyê bibe
axa rojhilata ku bi þer hatiye birîndarkirin.
Lê ew bixwe bû qurbana þer.
Belê em di welatekî wisa de
dijîn;
Gelê lê dijîn
tecawuzî aþtiyê dikin, ne tenê carekê;
Her seat
Her roj
Her demsal
Li her derê
Em çiqas ji xwe, ji mirovahiyê
û ji vî welatê tecawuzkar fedî bikin hindik
e.
Mirovahî her roj dimire li ser vê
axê.
Her roj nirxekî me ji destê
me diçe.
Geh li Dêrsim, geh li Cûdî,
geh jî li Zagrosan.
Ma çi ferqa polîsên
li Wanê dayikên me komî serhev kirin, dan ber jopan
û vî qatilê bêwijdan heye?
Malbata wê dibêje ku “ev
bûyer dikaribû li her welatekî pêk bê”
na ne wisa ye.
Îhtimala bûyereke wiha li
Tirkiyeyê, ji welatên din sed qat zêdetir e.
Bûyereke wiha ancax dikare li
Welatê Ergenekonê pêk bê.
Jixwe dema hate gotin hunermend Baca
tevî xêliya xwe winda bûye, raya giþtî wiha
got: “Niha li derekê, serseriyekî tecawuzî wê
kiriye, kuþtiye û avêtiye derekê”.
Wisa jî bû.
Û vê dîtinê da
hate peyitandin ku wijdana me jî tecawuzkar e.
Û li welatê ku herî
zêde pêdiviya wî bi aþtiyê heye;
Aþtî hate qetilkirin.
Her çiqas Pippa Baca bi xwe
negihîþt Telavîvê lê nav û dengê
wê li çar aliyê cîhanê belav bû.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 16-04-2008 09:22. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment.
Last update on 16-04-2008 09:22 Views: 88
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 88