• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Talabanî þiyar be! ku em þîv bin, tu paþîv î
Talabanî þiyar be! ku em þîv bin, tu paþîv î Binivîse E-posta
 
Her pêvajoyek û serdemek bi xwe re çandekê berxwedanê jî diafirîne. Pirî caran kesên di wê serdemê de dijîn rewþê bi yek sloganekê, bi herfên zêrîn li rûpelên dîrokê dinivisînin. 4’ê adara 1998’an Kýzýlay a Enqereyê yek ji wan rojên pîroz e. Wê çaxê em sendîkavan bûn. Ji sibê de me û polîsan bi paxila hev girtibû. Piþtî tarî ket erdê polîsan bi gazên îsotê êriþî me kirin. Di dîroka kedkarên Tirkiyeyê de yekem car di çalakiyê de gaza îsotê hate bikaranîn. Dayîkan welên dên xwe avêtin di êvara 4 adarê de. Di wê rewþa aloz de kedkarekî bi dengê bilind wiha ji polîsan re got: “Em ji zarokên xwe re paþerojeke bi rûmet dixwazin, lê hûn!” Belê bi salan e kedkaran ji vê sloganê xweþtir sloganek din peyda nekirin. Disa ku ji min bê pirsîn bi yek gotinekê zilma Hepsa Diyarbekirê bêje? Ezê bi hemû zimanên dinê bêjim: “berxwedan jiyan e”.

Ji bo dagirkirina Baþûr jî slogan herî xweþ di Meþa Azadiyê ya Amedê de hate qîrîn. “Talabanî þiyar be: ku em þîv bin, tu paþîv î” Belê peyvek encex ewqas di cih de tê gotin. Ku em bi þîv bin tu taþtê yî Mam Celal .

Talabanî ku qîmeta xwe zanibe b giþtî ewqas qetlîam û kerasatan di dîrokê de yekem kurd e ku bûye serokomar. Ev nav û nîþan xelkê ne jî bo îngilîziya wî ya herikbar ne jî ji bo zikê wi yê tarûmar danê. Ji bo ku nûner û pêþevanê kurdan bû danê. Li ser xwîna 10 hezaran þehîd û cangoriyan gihiþt wê radeyê. Ku ji rojekê pêþtir li xwe venegere û dev ji neyariya birayê xwe bernede, em ê navî wî jî weke Evdilqadir Aksû, Weke Huseyîn Çelik li piþt kemça kera xwe binivisînin.


Operasyon û Meþa Azadiyê

Bi yek gotinê ez dikarim bêjim ku “dê kurd bi ser bikevin” belê piþtî Meþa Botanê, Meþa Amedê hêviya serketinê kemiland. Bi kêfxweþî em dibînin ku kurd hînî çalakiyên sivîl û bêteatîyê dibin. Beyî ku xwîn bê rijandin bisedhezaran kes xwestek û daxwazên xwe ji dinyayê re aþkera dikin. Ronesans jî, þoreþa gel jî ev bi xwe ye. Lê divê ev çalakî li gorî beranmeyêkê û bênavber berdewam bikin. Heta ku gelê kurd bigihêje azadiya xwe.


Çapemenî lal bûye

Duh min li hemû rojnameyên tirkan nihêrî, ji xeynî 3-4 nivîskaran tu kesî behsa operasyonê nekiribû. Yên ku behs jî kiribûn jî li ser çar wêneyên ku Fermandariya Giþti ya Tirk belav kiribûn çîrokên qehramaniyê nivisandibûn. Lê ji eniya þer nûçeyên berevajî çîrokên wan tên. Tê gotin cenazeyên leþkeran li erdê mane, helîkopterek ku ketiyê (kýrýma uðramýþ), her roj merasîmên cenazeyan tên lidarxistin. Nûçe bûne jehr di qirika Alî Kircayê ku rojekê berî operasyonê nav li operasyonê (Guneþ) kir.

Weke Þaredar Baydemîr di dawiya hemû xebardanê xwe de dibêje “paþiya her tenganiyê firehî ye inþelah, bi izna qewta Xwedê dê pêþeroja gelê me jî firehî be“

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


27-02-2008 08:33 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 27-02-2008 08:33. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 18 time. You can leave a comment. Last update on 28-02-2008 18:51
Views: 280    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;