• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Þirînþaho
Þirînþaho Binivîse E-posta
 
Ji bo masîxurê(þîrinþaho) gewre bibînim dimeþim.

Li ser çemê Zapê hilmek weke cemedê bilind dibe.

Ez li hemberî vê dîmenê sermest dibim.

……………………………………………………….

Di temenê min ê li çiyan de tenê carekê ÞÎRÎNÞAHO xwe nîþanî min da û winda bû.

Min jî bi wê dîtinê re her karê ku nû dest pê kiribû temam dikir...

Û demeke wisa hat ku êdî bêyî wî min nikarîbû dest bi karekî din bikirana…

Halîl DAG

Li ser peyvan hûrbûn û lêkolîna wan ji min re bûye weke nexweþiyekê. Hema bêje di xewna xwe de jî ez dahûrîna peyvan dikim û li wateyên wan digerim.

Wê rojê li Benûsenê bi komek xwendevanên xwe re min sohbet dikir.

Yekî got: “Mamoste gelek kêfa min ji lêkolîna peyvan re tê. Te di nivîseke xwe de behsa Operasyon û wateya wê ya dîtir emeliyatê kiribû. Emeliyat weke peyveke siyasî bi carekê kete nav axaftinên me”

Ez çi bêjim; kêfa min jî ji lêkolîna peyvan re tê.

Lê bi piranî ez þaþ dibim.

Minak peyva Masîxur an Þîrînþaho.

Ez Bawer im hûn ê jî þaþ bimînin.

Þîrînþahoyê gewre yê ku Halîl Dag ji bo ku wî bibîne diçe ber çemê Zapê û tenê carekê wî dibîne, gelo di ingilîzî de tê çi wateyê?

An hûn dizanin yê ku canê Halîl û 8 hevalên wî sitandiye Þîrînþaho bixwe ye.

Belê þîrînþaho navê balafirên bêmirov in. Yanê Heron in.

Heron bi ingilîzî ye. Û Wateya wê ya kurdî jî masîxur e.

Halîl ew hevokên jor bi zanîn an bêhemdî nivisandin em nizanin.

Lê wekî dibêje “di jiyana xwe ya çiyê de min tenê carekê ew dîtin” ev cinawirên ku navê wan masîxur e ji bo gerîla bûne mirovxur, gerîlaxur.

Jixwe di jiyanê de mirov carekê wan bibîne bes e.

Dibin, îxanet, dibin celad û dibin mirin.

Bi xemgînî em hîn dibin ku li Dêrsimê jî heman balafiran cihê þervanan tesbît kirine û erîþên mirinê li pey wan dane destpêkir.

Pîþtî salên nodî dema helikopterên Kobra derketin gelek zirar dan þervanan.

Niha jî Heron, balafirên mirovxur hatin standin.

Helbet gelê kurd ê ji wan re jî çareyekê bibîne.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


14-04-2008 11:02 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 14-04-2008 11:02. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment. Last update on 14-04-2008 11:02
Views: 95    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;