Pirsgirêkên çapemeniya
kurdan mirov dikare di du beþan de binirxîne.
1-Pirsgirêkên çapemeniya
kurd a bi tirkî derdikeve
2-Pirsgirêkên çapemeniya
bi kurdî
a) Pirsgirêkên çapemeniya
kurd a bi tirkî derdikeve
Rojname, kovar û hemû
alavên din ên bi tirkî derdikevin hem bi serê
xwe pirsgirêk in, hem jî pirsgirêkên wan yên
resen hene.
Ku em di çend xalan de
bijimêrin; ji destpêkê heta îro rojname û
kovarên ku bi destê kurdan hatine derxistin û bi
tikî hatine weþandin di bin bandora çapemeniya tirk û
çepên tirkan de derketine. Vê yekê ji hêlekê
ve fêde daye çapemeniyê.
Wekî di destpêkê de
ciwanên kurd di hêla rojnamegeriyê de ne xwedî
tecrube bûn. Kesên ku li ser nave biratiya gelan di
rojnameyên wekî Halk Gerçeði, Ulke, Ozgur Ulke û
kovara wekî; Ozgur Halkê de þixulîn di vî
alî de gelekî alîkarî kirin.
Ji hêla din de heman kesan xisar
jî dan Çapemeniya Kurd.
Rojnamegeriya kurd a ku bi destpêka
xwe ne ji ya tirkan kêmtir e. Di salîn nodî de wekî
hemû aliyên huner û hunermendiyê li ber bayê
þoreþê geþ bû. Geþ bû lê wekî
zarokê ku xwe li êtimxanê bibîne, xwe bêkes
dît. Ji her kesî re got dayê, got bavo.
Tiþtê herî balkêþ
ew bû ku yên ked dan, hatin kuþtin piranî ciwanên
kurd û rojnamevanên kurd bûn. Yên di quncikan
de jî nivîsîn, piranî dostên me yên
ji çepa tirkan bûn. Ji ber wê ye ku niha jî
ku tu li welêt bijimêrî bi qasî tiliyê
destekî mirovên ku tu karibî jê re bêjî
nivîskar an rewþenbîr derneketin. Yên heyî
jî wekî rewþenbîr nehatin dîtin.
Ji ber wê ye ku dema tê
gotin “Divê nivîskar, rewþenbîr û
hunermend bêdeng nemînin” her kes berê xwe an
dide Enqereyê an jî Stenbolê. Wekî rêgezekê
bi bîra kesî nakeve û napirse “gelo agir pê
bikeve, ma di nav kurdan de qet yekî ku ji bo gelê xwe
dilê wî biêþe heye an tune ye?”…
Pisgirêkên çapemeniya
bi kurdî…
Ev mijar mirov diêþîne.
Li ku derê an di kîjan astê
de dibe bila be, nîqaþa Çapemeniya Kurdî mirov
diêþîne.
Bi giþtî:
Çapeminya kurd hem ji hêla
yên ku çapemeniya bi tirkî diþopînin, hem
jî ji yên ku qaþo çapemeniya kurdî
diþopînin wekî çapemenî, wekî çavkanî
nayê dîtin. Me ji ya tirkî re got êtîm,
a kurdî bêxwediyê ber dîwaran e. Hem ji hêla
belavkirinê ve, hem ji hêla kadroyan ve, hem jî ji
hêla xwedîlêderketinê ve bêxwedî
ye. Her çiqas polîtîkayên çend salên
dawiyê yên kurdewar ev rewþ piçekî
guhertibe jî, bi giþtî rewþ naguheriye. Ji ber ku gelê
kurd û siyasetmedarên li ser navê gel siyasetê
dimeþîn bi kurdî qîma xwe nayînin. Kar û
xebat, perwerdehî û hemû karên din bi tirkî
dimeþînin.
Îdiayek min a din heye. Min ji
gelek hevalan re gotiye. Bila Nivîskarekî kurd rabe bêje
“weleh min dermanê þêrpenceyê (kanser) dîtiye,
wê sibê qiyamet rabe an jî min gena nemirinê
dîtiye” kes bawer nake. Qîmeteke wê jî tune
ye. Min bi hêsanî di van þeþ heft salên dawiyê
de ku ji Azadiya Welat re dinivîsînim de bi hêsanî
ev dît.
Çend tiþtên dawiyê:
Ji bilî beþa kurdî ya
DÎHA’yê nûçegihanên ku bi kurdî
nûçeyan biafirînin tune ne. Her du ajans (DÎHA
- FIRATNEWS) nûçeyên girîng bi tirkî
dinivîsînin. Ji ber wê ye hevalên ku di
rojnameyê de diþixulin heta ku wan nûçeyan
werdigerînin kurdî qûþ lê diqetin. Karek li
wan dibe dudo.
Piraniya kesên ku di çapemeniya
kurdî de diþixulin di nav kar de rojnamegeriyê hîn
dibin. Heta hîn dibin an rojname tê girtin an ew deriyê
rojnameyê digirin û berê xwe didin rexekî
din…..
Ji xwe zilm û zora dewletê
li ber çavan e. Ne hewceyî gotinê ye.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 23-04-2008 08:07. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 4 time. You can leave a comment.
Last update on 23-04-2008 08:07 Views: 94
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 94