MalMem Mîrxan Pirsgirêka Kurd an Pirsgirêka Kurdistanê?
Pirsgirêka Kurd an Pirsgirêka Kurdistanê?
Di dinê de di binavkirina
pirsgirêkên miletan de cografya esas hatiye girtin. Li ku
dera dinyayê dinihêrin binihêrin ev wisa ye. Bi
çend mînakan mijar dê baþtir bê fêm
kirin. Herî nêzî me Pirsgirêka Kibrisê,
Pirsgirêka Kosovayê, Pirsgirêka Qarabaxê,
Pirsgirêka Filistînê, Pirsgirêka Îrlandayê,
Pirgirêka Korsîkayê, Pirsgirêka Welatê
Baskê, Pirsgirêka Çeçenistanê,
Pirsgirêka Abhazyayê, Pirsgirêka Keþmîrê,
Pirsgirêka Darfûrê, mirov vê listeyê
dikare gelekî din jî dirêj bike. Lê encam
naguhere. Pirsgirêkên miletan ne bi navê nijadê,
bi navê erdnîgariyê têne binavkirin. Bi
gotineke din, ji bo Pisrgirêka Kosovayê, nayê gotin
pirsgirêka Arnawitan, ji bo Qerebaxê nayê gotin
pirsgirêka Ermeniyan.
Navê Kurdistanê yekem car
di belgeyên selçûkiyan de derbas dibe. Sultan
Sancarê selçûkî 900 sal berê di
belgeyên fermî de ev nav bi kar aniye. Bi îxtimaleke
mezin bi devkî berî vê yekê jî navê
Kurdistanê hatiye bikaranîn.
Dema me li ser têgeha “Pirsgirêka
Kurd” lêkolîn kir yekser mirov tê dernaxe çi
wext ev têgeh hatiye bikaranîn. Di dema serhildana Þêx
Saîd de di nav pênc pêþengên Kurd de
Parêzer Hacî Ahta berî ku bê daleqandin
dibêje: “ bijî Mefkûreya (îdeal) Kurd, bijî
Kurdistan!” Belkî mirov dikare “ dirûþmeya bijî
Mefkûreya Kurd” wek destpêk qebûl bike.
Di salên þêstî de
navê Pirsgirêka Kurd; Þark Sorunu (Pirsgirêka
Þerqê) ye, piþt re wek Dogu Sorunu (Pisrgirêka
Rojhilat) hatiye bi nav kirin. Di salên þêstî de
piraniya siyasetmedarên Kurd ji bo îdeala Tirkiyeke
sosyalîst têdikoþin. Ji ber wê jî azadiya
kurdan di þoreþa sosyalîst de tê dîtin. Lê
em hîndibin ku di wê demê de jî kurdan bi
xwe navek li pisrgirêka xwe nekiriye. Ku li Tirkiyê þoreþ
pêk hat wê gelê Kurd jî bigihîje mafên
xwe.
Navê Pirsgirêka Kurd piþtî
salên heþtêyî bi giþtî tê bikaranîn.
Di van salan de partiya CHP'ê bi navê “ Kurd Sorunu”
(pirsgirêka Kurd) raporekê dide amadekirin. Piþt re
TUSIAD û gelek saziyên din bi heman navî bi dehan
raporên dîtir amade dikin. Di salên nodî de
piþtî pêþketina hereketa azadîxwaz a gelê
kurd Demirel jî neçar dimîne û dibêje
“ ez realîteya Kurdan nas dikim”.
Niha Pirsgirêka Kurd li hemû
qadên dunê, bi hemû zimanan weke ku kurd û
siyasetmedarên kurd bi nav dikin tê bikaranîn. Di
inglîzi de Kurdish Question, di soranî de “miþkuley
kurd an kêþey kurd” di erebi de her wiha Meseleya Kurd e.
Tevî ku berî salên nodî îdealek
Kurdistana Serbixwe jî heye, di wê demê de jî
ev têgeh weke “pirsgirêka Kurd” tê bikaranîn.
Em werin ser teza xwe. Dema wek
“Pirsgirêka Kurd” tê gotin, weke ku pirsgirêk
gelê kurd bixwe be tê fêm kirin. Di rastiyê
de ne wisa ye. Divê ji bo vê pirsgirêke weke me li
jor da fêmkirin PIRSGIRÊKA KURDISTANÊ bê
gotin. Ji ber ku di nav pirsgirêka Kurdistanê de gelek
beþ hene. Pirsgirêka Gelan ( Asûrî, wek Keldanî),
pirsgirêka olan ( elewî, êzidî, sûnî,
îsewî), pirsgirêka beþan (baþûr, bakur,
rojhilat, rojava, kurdên Ermenistanê, kurdên
Rusyayê, Lubnanê, yên Îsraîlê)
dîsa pirsgirêka serxetê, binxetê; pirsgirêka
têkiliyên nava partî- hîzbên kurd û
gelek tiþtên din heye.
Lê dema em dibêjin “
Pirsgirêka Kurd” têgehek gelek teng derdikeve pêþberî
me. Tenê Kurd tê de hene. Ji vir û ha divê
hemû nivîskar, siyasetmedar û dîrokzanên
me vê teza me jî bigirin li ber çavan bigirin.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 10-02-2008 08:06. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 19 time. You can leave a comment.
Last update on 10-02-2008 08:06 Views: 313
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 313