• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Partiya Çati (sîwan)
Partiya Çati (sîwan) Binivîse E-posta
 
Partiyê sîwan û têkoþîna aþtî û demokrasiyê li Tirkiyeyê mijara salan e. Ji Patiya Karkeran (ÎP) bigire heta HEP'ê û heta îro ev mijar her sal tê guftugokirin.

Lê hênê bêjin erê tê guftugokirin lê dîtina te çiye?

Ditina min ev e: “Ji hevkariya 1995'an a hilbijartinê bigire heta hilbijartinên herêmî yên 2004'an û heta hilbijartinên 22 tîrmehê ev gelek caran hate ceribandin.

Û encamek jê nehat bidestxistin.

Belê hêvî û daxwazên ji bo partiyek sîwan, rastin û dicî de ne. Lê siyaset, partî û mercên Tirkiyeyê niha ji bo partiyek wisa ne musaît e.

Em di serî de ji bo DTP'ê bêjin. Doza girtina DTP'ê berdewam e. Ji 223 siyasetmedarên kurd re qedexekirina siyasetê tê xwestin. Ku partî bêgirtin ne tevahî bê jî wê piraniya wan siyasetmedarên kurd bibin qurbanê qedexeyê.

Wekî din kurdan ji xwe re asoyek nû afirand. Yek Kongreya Demokratîk a bi þîar a Kurdistanek Xweser û Azad.

Divê bê pirsîn kîjan partiyên çep ên Tirkiyeyê wê destekê bidin Kurdistana Xweser û Azad?

Di hemû ceribandinan de hate dîtin. Tim ên derbexwarî kurd bûn. Minak a hilbijartinên 2004'an li ber çava ye. Me bi Karayalçin re hevkariyeke hilbijartinê çêkir, ku ev camêr bixwe sûcdarê þewitandina hezaran gundên kurdan bû. Û me alên partiya wî li hemû kuçe û kolanên kurdan li ba kirin. Di encamê de jî me di her meclîsa þaredariyê de rêza sêyemîn û heftemin da berendamên SHP'î. Niha ne DTP û SHP, ne jî hevkariya me ya bi Karayalçin re ma, lê endamên meclîsê yê SHP'î hîn li ser navê hevkariyê di meclîsên þaredariyan de destê xwe bilid dikin û datînin. Geh 'erê' geh 'na'.

Dîsa di ser hilbijartinên 22'ê tirmehê re hîn salek derbas nebûye. Di vê hilbijartinê de eniyek demokrasiyê hate avakirin. Dê li cihê ku berendamên kurd bi hêz bûn kurd, li cihên ku berendamên wekî Ufuk Uras bi hêz bûn ew bihatana destek kirin. Lê çi bû kurdan li Stenbolê ji bo ku Ufuk Uras were hilbijartin pêlav bi xwe ve nehiþtin. Li Mersînê jî wekî ku di raporên piþtî hilbijartinê de hate nivisandin hilbijêrên ODP'î dengê xwe nedan Orhan Mîroglu bi çend dengan nehat hilbijartin.

Belê di berbanga her hilbijartinê de hêviyên hevkarî û partiyek sîwan, her wiha eniyek demokrasiyê derdikeve pêþ.

Di þûna ku ji bo hilbijartinê bixebitin, em hemû enerjiya xwe ji bo tifaq û hevkariyan xerc dikin.

Heger partiyek sîwan bê avakirin :

Yek: Divê piþtî doza DTP'ê yê be. Lewre hema bêje ji hemû siyasetmedarên kurd re wê qedexe were.

Du: Divê ev ban piþtî hilbijartinên heremî bê ava kirin.

Em di pêvajoyek gelek nazik re derbas dibin.

Ev hilbijartin ji bo me û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdistanê xaçerêyek nû ye.

Werin em bisilametî derbas bibin!


Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


04-05-2008 09:17 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 04-05-2008 09:17. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment. Last update on 06-05-2008 14:46
Views: 54    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;